Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e’

Parêzer Yaşar Kaya diyar kir ku ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dane û got kiu ew ê di demeke nêzîk de pêvajoyek serlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin. Parêzer Kaya ev tişt anî ziman: “Abdullah Ocalan tevî hemû rêgez û pêkanînan jî bi kedeke bêhempa li hemberî vê sîstemê li ber xwe dide. Dem dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.


Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û 37 meh in agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê her hefte serlêdanê dikin û serlêdanên wan bê bersiv tên hiştin. Endamê Baroya Erdexanê Parêzer Yaşar Kaya têkildarî tecrîda li Îmraliyê û rola Abdullah Ocalan a di qada navneteweyî axivî. Parêzer Kaya diyar kir ku desthilatdarî bi pergala tecrîdê re hewl dide encamekê bi dest bixe û got ku encama ku hatiye xwestin bi dest neketiye. Kaya got: “Birêz Ocalan di wê hucreya wekî tabûtê de, li gel şert û mercên zehmet jî ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi kedeke mezin fikiran pêş dixe.”

Kaya bal kişand ku girtîgehên tîpa F, pergaleke ku ji ya serdema navîn paşverûtir e û got ku girtîgehên tîpa F sûcê li dijî mirovahiyê ne. Kaya bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 25 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin û got ku Abdullah Ocalan tevî hemû rêgez û pêkanînan jî bi kedeke bêhempa li hemberî vê sîstemê li ber xwe dide.

Kaya da zanîn ku Komar li ser bingehên pirneteweyî hatiye avakirin û got ku piştre veguheriye avahiyeke yekneteweyî. Kaya wiha domand: “Li vir kurd û gelên din hatin paşguhkirin. Em dikarin bibêjin ku di dîroka Komarê ya 100 salî de tenê 3-4 salan li gorî pîvanên demokratîk liv û tevgerek çêbû. Di pêvajoya aştî û çareseriyê de ku bi birêz Ocalan re hat destpêkirin, pirsgirêka maf û azadiyan a li Tirkiyeyê kêm be jî hinekî ji holê rabû. Lê piştî ku pêvajo bi dawî bû, AKP bi MHP’ê re li hev kir û nêzîkatiyeke nijadperestî kir. Sîstemek li ser bingeha nijadperestiya tirk hat hilberandin. Mînaka vê li cîhanê nîn e. Hikûmeta ku ji aliyê yekkesî ve hat avakirin dest danî ser qanûnçêkerî, rêveberî û darazê. Mirov nikare tu hêviyê ji vê pergalê bike. Ji ber ku ev sîstem ne li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û ne jî li gorî qanûnên xwe tevdigere. Ev qirkirin û kuştina demokrasiyê ye. Ji bo domandina vê rejîma hov bi salan zext tê kirin, lê êdî ev pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. Ev sîstem bêyî çareseriya pirsgirêka kurd nikare bi ser bikeve. Sedema bingehîn a xitimandin û têkçûna vê sîstemê neçareserkirina pirsgirêka kurd e.”

Di berdewamiya xwe de Kaya anî ziman ku nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li gelê kurd û hemû gelên vî welatî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hikûmet jî wekî hikûmetên berê bi polîtîkayên şer hewl dide bijî. Rêya ku îro welat tê de ye ne rê ye. Ev pergal; pergaleke ku ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn reçeteyên tal afirandiye. Sedema sereke ya tengezarî û xizaniya îro ya li vî welatî, ew e ku pere ji şer re tên xerckirin. Sedema sereke ya têkçûna demokrasî û hiqûqê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Niha weke min di serî de jî behs kir, divê em li rewşa birêz Ocalan binêrin. Bi biryara gladyoya navneteweyî birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Hevsengiyên wê demê ne wekî hevsengên piştî 25 salan e. Pir tişt guherîn. Bi kurtasî dikarim vê bêjim; di navbera qonaxa şaristaniya cîhana îroyîn û qonaxa ku Komara Tirkiyeyê gihaştiyê ferqên mezin hene. Ger hûn bala xwe bidinê, di şexsê Tayyîp Erdogan de dewlet êdî li Ewropa, cîhana rojava û NATO’yê nayê qebûlkirin. Erdogan bi rola xwe ya Abdulhemîdê Duyem, yanî bi polîtîkaya xwe ya hevsengiyê, ji aliyekê ve bi Rûsyayê re, ji aliyê din ve jî bi temaşekirina hevsengiya nêzîkbûna Ewropa û DYA’yê re, hewl dide ku xitimîna xwe bidomîne. Lê di qonaxeke wiha de ye ku wê nikaribe wê bidomîne.”

Parêzer Kaya bal kişand ku Abdullah Ocalan di her şert û mercî de aştiyê diparêze û got. “Ji ber ku rizgariya gelan bi aştiyê ve girêdayî ye. Ji ber vê divê bê berdan, lê belê em rastiyê bêjin dewleteke ku li gor rêgezên xwe nameşe heye. Tirkiye endama Konseya Ewropayê (KE) ye, lê der barê muwekîlên me û girtiyên din de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas nagire. Ji ber vê rewşê divê Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin, lê ji ber berjewendiyên xwe standardên dualî bi kar tînin. Niha li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Eger Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi kurdan re çareser neke, wê di vî şerê payêkirinê de 100 salên din jî winda bike. Rizgariya gelên Tirkiyeyê, bi taybetî jî gelê kurd paradîgmaya birêz Ocalan e.”

Kaya diyar kir ku êdî dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya aştiyê de yekane kesê jidil bû û helwestek ji dil nîşan da birêz Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku birêz Ocalan ne rojane, dûr û dirêj difikire.Eger Tirkiye modela birêz Ocalan bişopîne û pirsgirêka kurd çareser bike, wê li Rojhilata Navîn bibe hêzeke herêmî, lê eger vê neke, wê ji hêza xwe ya niha gelekî paşde biçe. Ji ber vê yekê, hemû gel wê mexdûr bibin. Ji bo rê li ber vê yekê vebe û azadiya fizîkî bê misogerkirin, me wekî parêzer berê serî li Wezareta Dadê dabû ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em ê di demeke nêz de pêvajoyek serîlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin. Em vê înîsiyatîfê ji bo protestokirina pêkanînên dijmirovahî yên li ser muwekîlê me tên kirin, dimeşînin. Divê civak jî di vî warî de erka xwe bi cih bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar