Azadiya ziman azadiya çand û ramanê ye. Ku zimanê me azad bibe, dê ramana me jî azad bibe. Ku zimanê me kelepçekirî be, dê raman û fikra me jî tecrîdkirî be. Tecrîda herî mezin jî tecrîda ramanê ye. Jixwe ya dixwazin li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan jî bidin meşandin tecrîda ramanê ye. Piştî ku ziman û raman tecrîd kirin, êdî bi hêsanî dikarin axa me jî warê me jî û xwezaya me jî tecrid bikin. Dikarin bi hesanî talan û wêran bikin û pêşkêşî şîrket û sermayedarên hevkarên xwe bikin. Wekî îro bi destûra PDK’ê li başûrê Kurdistanê dikarin hewl bidin bi hêsanî axa kurdan bifiroşin biyaniyan.
Hêzên navdewletî û NATO di sala 1999’an de ewilî bedena Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrid kirin. Ji bo fikr û ramana xwe belav neke û ji cîhanê qut bike avêtin zindanek tarî û deryayek bê binî. Lê fikrên Birêz Ocalan dîwarên zindanê şikandin û ji binê deryayê ji nûve aj da. Li Rojhilata Navîn û cîhanê pêl bi pêl belavbû. Piştî Birêz Ocalan heta 2015’an bi proje û felsefeya xwe ya Modernîteya Demokratîk û Netewaya Demokratîk rêyek nû ya azadiyê li pêşiya gelên Rojhilata Navîn vekir; vê carê hêzên navdewletî bi destê AKP-MHP’ê pêvajoya çareseriyê xera kirin û rê li pêş fikrên Birêz Ocalan girtin. Bi temamî tecrîda mûtlaq pêş xistin. Birêz Ocalan bi fikrên xwe rê li pêş şer, talankirin û wêrankirina xwezayê girt. Rê li pêş kuştinê girt. Lê piştî hêzên navdewletî tecrîda mûtlaq pêş xistin, bêtir Tirkiye ket nava şer. Hêzên paramîliter li Cizir, Nisêbîn, Sûr, Gever, Hezex, Şirnex, Silopiya û Farqînê ewil kolan qedexe kirin û paşê bi tang û topan êrîşî bajaran kirin. Efrîn, Serekaniyê û Girê Spî dakir kirin. Gelek caran êrîşî Şengal û Mexmûrê kirin. Niha dixwazin gav bi gav axa Herêma Federe ya Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) dagir bikin.
Piştî fikr û felsefeya Birêz Ocalan tecrîd kirin, şer pêş xistin. Talankirin û wêrankirin pêş xistin. Hem wêran dikin hem jî dagir dikin. Ji bo ku Birêz Ocalan nikaribe fikr û projeyên xwe, bi gelê kurd û Rojhilata Navîn re parve bike, bi temamî reya derve li fikrên wî girtine.
Ji bo ziman jî û ji bo gelê kurd jî heman tişt derbasdar e. Ewilî dibistanên leylî (YÎBO) li Kurdistanê ava kirin. Komara Tirkiyeyê di sala 1939’an de ewil pergala YÎBO li Kurdistanê pêş xist. Di salên 1963-1964’an de ev pergal belav kirin. Bi vê pergalê xwestin zarokên kurdan ji malbatên wan, ji ziman û çanda wan dûr bixin. Lê ji ber ku pergal bi dibistanên xwe bi ser neket vê carê di salên 1990’an de bi hezaran gundên kurdan vala kirin. Kurd koçber birin û berê wan dan Metrepolên Tirkiyeyê. Xwestin çand û zimanê kurdan di nava tirkan de bifetisinin û tune bikin. Lê kurdan dîsa li metrepolan bi çand û zimanê xwe, bi siyaseta xwe li ber xwe da û xwe bi rêxistin kirin. Pergala serdest, ji bo kurdan hem ji zimanê wan, hem ji çanda wan û hem jî ji raman û bîrdoziya wan dûr bixe, li aliyekî tecrîda mutlaq berdewam dike, li aliyê din, xwezaya kurdan talan û wêran dike, li aliyê din jî destûr nadin ku kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Bi zagonên xwe rê li pêş perwerdehiya ziman digirin.
Di vê pêvajoya ku pergal, bi her awayî şerê taybet li ser ziman, çand û ramana kurdan pêş dikeve, di şexsê Birêz Ocalan de çand, ziman û siyaseta kurdan tecrîd dike, kurd dîsa dadikevin qadan. Tora Çand û Ziman mîtîngan li dar dixe. Rêxistinên kurdan dîsa berê xwe dide nava gel. Çiqas nûner û rêxistinên demokratîk û mafên mirovan berê xwe bidin nava gel û bi gel re dakevin kolanan, wê ew qas karibin tecrîda li zer ziman, çand û ramanê pûç bikin. Çiqas kurd bi zimanê xwe biaxivin, bi çanda xwe bijîn, wê ew qas tecrîdê bişkînin. Ku kurd li ziman, çand û pergala modernîteya demokratîk xwedî derketin û pêş xistin, wê demê wateya ku pergal, tecrîdê bidomîne jî namîne. Ji ber vê yekê dem dema azadiya ziman, çand û ramanê ye. Divê bêtir em bi zimanê xwe bi axivin û zimanê xwe azad bikin. Bêtir çanda xwe bijin û çanda xwe azad bikin. Divê bêtir em ramanê xwe bi derdorê re parve bikin û felsefeya xwe azad bikin.