Koordînasyona Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ji bo salvegera Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê û d
amezirandina KCR’ê daxuyaniyek da û banga tevlibûnê li hemû ciwanan kirin.
Daxuyaniya KCR’ê wiha ye:
“Em Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistan (KCR) destpêkê sala 37 cejna vejîn û berxwedanê, Pêngava 15’ê Têbaxê li Rêber Apo, şehîdên Şoreşa Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û hemû hevalên ku li çar parçeyên Kurdistanê di nav çeperan de ne û li hember dijminê faşîst û qirker di nav berxwedanê de ne, pîroz dikin. Taybet jî gerilayên ku li warê fermandar Egît li Heftanînê di nav berxwedana Cenga Heftanînê de ne pîroz dikin.
Di serdemeke welê de ne ku dijminê qirker û faşîst hebûna gelê kurd, bi her awayî tune dihesiband û ketibû nav xeyalên ku dê tu carî kes behsa hebûna gelê kurd neke, têkoşîna bi rêbertiya Rêber Apo li Kurdistanê belav bû û di 15’ê Tebaxa 1984 de bi fermandariya heval Egîd (Mahsûm Korkmaz) fîşeka yekemîn li hember artêşa dagirker a rejîma qirker û faşîst a tirk hat teqandin. Ev fîşeka ku destpêkê li Botanê li hember neyarê xwînxwar hat teqandin, bi qasî ku li bakurê Kurdistanêde gelê kurd hişyar kir û carek din ji xewa mirinê hişyar kir, di heman demê de wek ronahiyeke ku şewqa xwe bide çar aliyê welêt, tijka vê ronahiyê li rojhilatê Kurdistanê ronî da û gelê me yê rojhilatê Kurdistanê jî ronî kir. Bi vê ronahiyê re destpêkê ciwanan û jinan berê xwe dan ber bi refên berxwedanê û meşiyan.
Ciwanên rojhilatê Kurdistanê di bin ronahî û felsefeya Rêber Apo de û bi hêzgirtina ji Pêngava 15’ê Tebaxê, têkoşîna ku li hember rejîma dagirker, qirker û faşîst ya Îranê dikirin, di 15’ê Tebaxa sala 2006’an de xwe bi rêxistin kirin û yekemîn konferansa xwe, Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ava kir. Bi vê boneyê em 15’emîn salvegera avabûna tevgera ciwanên Apoyî KCR li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û hemû jin û ciwanên rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Soza bi serxistina armanca şehîdên şoreşê dubare dikin.
Wek tê zanîn rejîma dagirker, qirker û faşîst a Îran bi salan e li ser qirkirin û tunekirina gelê kurd û gelê Îranê hebûna xwe berdewam dike. Li hember polîtîkayên dijmin ên dagirkeriyê û qirkirinê, ciwanên Apoyî li rojhilatê Kurdistanê de xelekek berxwedanê avakirin. Ev xeleka berxwedanê ji fîşeka yekemîn a fermandar Egîd destpê dike û heta îro berdewam dike. Di nav vê xeleka berxwedanê de bi dehan rêhevalên me gehiştin asta şahadetê. Bi vê boneyê di şexsê şehîde yekemîn ê tevgera ciwanên Apoyî yê rojhilatê Kurdistanê Şehîd Hêrîş Karzan de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin. Her weha pêşengên tevgera jinên ciwan ên Apoyî yên rojhilatê Kurdistanê rêheval Feraşîn Cîlbako û Madora Azad bi bîr tînin û soza xwe li hember wan dubare dikin.
Dijminên me yên ku Kurdistanê xistin çar parçe û li ser her parçeyekî bi armanca tunekirin û qirkirinê cûr be cûr polştîkayan dimeşînin. Lê belê di armanca tunekirin û qirkirina gelê kurd de hevbeş kar dikin. Niha dijmin li çar parçeyê Kurdistanê jî wek berê ne bihêze û di nav xwe de bêhna rizîbûnê pê ketiye. Lê dîsa jî ji armanca xwe ya tunekirin û qirkirinê nehatine xwar. Dixwazin di sedsala 21’an de ji Kurdistanê di bin serweriya xwe de bihêlin. Bi vê armancê hem di aliyê leşkerî de welatê me dagir dikin, talan dikin û hem jî bi rêya şerê taybet, qirkirina çandî, qirkina erdnîgarî, qirkirina aborî, qirkirina civakî, bi destdirêjiyê dixwazin civaka me tune bikin.
Rejima dagirker, qirker û faşîst a Îranê di van polîtîyên xwe de bi dagirkeriya Tirkiye, Sûriye û Iraqê re hevbeş tevdigere û bi şêwazekî herî hovane van polîtîkayan pêk tîne. Êrîşên ku li ser jin, ciwan û bi tevahî civakê dike di nav vê planê de pêk tên.
Di asta çar parçeyên Kurdistanê de yên ku li hember van polîtîkayên dijmin li ber xwe dide û di nav hewldana vala derxistina van polîtîkayên dijmin de ye, Tevgera Apoyî ye. Tevgera Apoyî civakê, jinan û ciwanan hişyar dike, bi îrade dike û dike hêz. Dîsa gerîlayê Kurdistanê jî her cûre êrîşen dijmin vala derdixe û welatê me li hember dijminan diparêze. Dijmin jî ji vê rastiyê tevdigere û êrîşên xwe yên herî mezin destpêkê li ser Rêber Apo, gerîlayê Kurdistanê, xeta azadiya jin û ciwanan dike. Li hember Rêber Apo tecrîdê dimeşine, îşkenceyê û bêdengkirinê dike, li hember gerîlayê Kurdistanê ku li çar parçeyê Kurdistanêde hebûna gelê kurd diparêze, operasyonên tunekirinê dide meşandin, li hember xeta azadiya jin a ku di cîhanê de wek îdeolojiya azadiyê tê naskirin, polîtîkayên tecawizê tên pêşxisti û li hember ciwanan ku pêşengê avakirina civaka azad in, polîtîkayên bê îradekirin, sêdarekirin, mûhtadkirin, koçberkirin, bê hafiza hiştin û ji civakê dûrxistin bi pêş dixin.
Ciwanên welatparêz û şoreşger;
Em KCR li hember van polîtîkayên dijmin bi salana tekoşîna me berdewam dike. Di vê pêvajoya têkoşînê de bi hezaran rêhevalên me tev li nav refên têkoşînê bûn. Gelek heval jî gihiştin asta şehadetê. Ji Şehîd Hêrîş heta Faraşîn û Madorayan, ji Şehîd Çalak heta Şehîd Hêminan û Şehîd Dêrsiman ji Şehîd Zal heta Şehîd Dilovan û Şehîd Derwêşan xeleka berxwedanê her berfireh kirin û ala têkoşîna azadiyê her bilind hiştin. Ev ji me re bû wek mîrasekî ku em bikaribin bi salan têkoşîna xwe li ser bimeşînin. Ew bûn pêşengê şoreşa me.
Sedema ku dijmin ev hevalên me şehîd xistin, gerîlabûyîn bû. Ji ber ku bi bûyîna gerîlatiyê van hevalan serî li hember dijmin rakirin û bi cesaret, bi fedakartî û bi fedayî li hember dijmin têkoşîn kirin. Heger li hember dijmin têkoşîn nebane, wê demê wê şahadet jî nebane. Heger şahadet nebane, wê kesekî ne behsa azadiyê kiribane û ne jî behsa Kurdistanê kiribane. Yê ku dihêle peyva azadiyê û Kurdistanê zindî bimîne gerîlayê Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê jî dijminê me her li ku dibe bila bibe, êrîşên xwe bi şêwazekî herî dijwar bi ser gerîla pêk tîne. Lê belê heta niha nekariye gerîlayê Kurdistanê têk bibe. Îro li çar parçeyê Kurdistanê gerîla bûye sembola têkoşîna li hember dagirkerî, qirkirin û tunekirinê. Gerîlayê Kurdistanê li hember hêzên dagirker, qirker û faşîst bûye, parazvanê xak, kerem, rûmet û namûsa gelê kurd. Heger gerîlayê Kurdistanê bê tunekirin wê demê dagirkerî, qirkirin û zihniyeta faşîst û zilamsalar wê her li ser Kurdistanê û cîhanê zindî bimîne û hemû nirxên me di ber qirkirinê re derbas bikin.
Di rojhilatê Kurdistanê de jî gerîlayê Kurdistanê ji Mako heya Îlamê, li hemberî rejîma dagirker, qirker û faşîst ya Îranê di nav berxwedanê de ne û kerameta gelê kurd diparêzin. Her wiha hêviyên azadiyê û rizgariyê şîn dikin û pêk tînin. Xewn û xeyalên jinan û ciwanan bi bûyîna gerîlatiyê zindî dimînin.
Ciwanên Welatparêz û Şoreşger;
Em KCR li ser vî esasî di 15’emîn salvegera damezrandinê de pêngava tevlibûna nav refên gerîla destpê dikin. Bi dirûşma ‘DEM DEMA GERÎLATÎ YE’ bangî her ciwanekî welatparêz û şoreşger dikin ku êdî pêwîst e li hember dagirkerî, destdirêjî û bê îradekirinê berê xwe bidin nav refên gerîla û li hember dijminê xwîn xwar û kujer civaka xwe û welatê xwe bi parêzin.
Di rojhilatê Kurdistanê û Îranê de rêya serkeftin û şoreşê gerîlabûyîn e. Gerîlabûyîn asta pîvanê şoreşgertiyê bilind dike û dijmin dilerzîne. Gerîlabûyîn azadiya xwe, şoreşa xwe bi xwe pêk anîne. Ciwanên zanîngehan, dibistanan, ciwanên karker û bêkar bi bûyîna gerîla dikarin pêşengtiya şoreşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Ciwanên ku tev li nav refên gerîla bibin, dibin xwedî rûmet û kerameta Kurdistanê.
Banga me ji ciwanên zanîngeh, dibistan, karker û bêkar ew e ku di nav refên berxwedanêde cihê xwe bigirin û bibin hêzên parêzvanê xaka xwe. Dijmin tenê bi mezinkirina hêza gerîla tê têkbirin.
Wek tê zanîn di Kurdistan û Îranê de berpirsên her êrîşeke ku li hember jinan, ciwan û bi giştî civakê pêk tê, li pişt wê hêzên çekdar yê Îranê hene. Di heman demê de hêzên çekdar ên Îranê bûne bingehê dagirkirin, talankirin û qirkirina Kurdistanê. Ev hêzên çekdar wek mafya tevdigerin û li hember gelê kurd û gelê Îranê di nav êrîşan de ne û her daxwaz û hewldana azadiya civakê bi hêza xwe ya çekdar bikar tînin. Ev hêz dijî civakê ne. Di Kurdistanê de ev hêzên çekdar dagirker e û di Îranê de jî ev hêzên çekdar parêzvanên rejîma faşîst û sêdareyê ne. Ji ber vê yekê bangawaziya me ji hemû ciwanên Kurdistanê û Îranê ew e ku neçin xizmetî hêzên çekdar nekin, li hemberî vê tev li nav refên gerîla bibin û bereyê şoreşê bi hêz bikin.” ŞAHO