Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dem dema guherandina desthilata yekparêz e

Em dizanin ku zêdetirî 20 salan e desthilatiya AKP’ê ya yekparêz bi polîtîkayên şer welatê me û civakê ber bi qeyranên civakî, siyasî û aborî ve dibe. Qeyrana aborî her roja ku derbas dibe, kûrtir dibe. Bertîl, rantxurî û bêrêtî her roj zêdetir dibin. Bi milyonan kes bêkar û bi birçîbûnê re rû bi rû ne, lê kesên ku xwe spartine desthilatiya AKP-MHP’ê roj bi roj dewlemendtir dibin.

Xizanî her ku diçe zêdetir dibe, civak bi rewşeke ku xelayê tîne bîra mirov re rû bi rû ye. Bi hezaran mirov ji ber birçûbûnê, ji serê çopê nan û xwarinê berhev dikin. Demokrasî bi temamî ji holê hatiye rakirin, hiqûq bûye amûra gefxwarina li gel û civakê. Daraz bi temamî di bin kontrola AKP’ê de ye, hilbijartî, parlementer û şaredar jî di nava de, bi dehezaran siyasetmedar endam û rêveberên HDP’ê  bi awayekî bêhiqûq di zindanan de ne.

Di kesayetiya birêz Ocalan de tevahiya civakê di bin tecrîdeke giran de ye. Li ser jin û ciwanan tundiyeke herî dijwar tê meşandin. Ola îslamê bûye listika destê desthilatiya AKP’ê û amûrê xepandina gel û civakê. Îradeya gel hatiye desteserkirin, şaredar û hilbijartiyên ku bi dengê gel hatine hilbijartin, hatine girtin, şaredariyên gel ji aliyê qayûman ve hatine dagirkirin û tên talankirin.

Bi polîtîkayên yekparêz çand û zimanê bi milyonan gelê kurd qedexe ye, hebûna gelê kurd tê înkarkirin. Ji bo berjewendiyên desthilata AKP-MHP’ê xweza tê talankirin, daristan tên şewitandin, goristan tên hilweşandin. Kesên ku li hemberî vê zilma AKP-MHP’ê têdikoşin û dengê xwe bilind dikin hedefa sereke ya AKP-MHP’ê ne û polîtîkayên qirkirinê li ser wan tên meşandin.

Sedsala 20’emîn bi înkar û  tunekirina gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê dijîn derbas bû. Dixwazin di sedsala 21’emîn de jî vê siyaseta înkarê berdewam bikin. Ji bo ku gelê kurd sedsalake din jî bêstatû derbas neke û gelên bindest jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo gel û etnîsîteyan, ji bo hemû reng, deng, ol û baweriyan girîng e, hilbijartineke  dîrokî û krîtîk e.

Têkbirin û bidawîkirina vê pergala heqnenas û ceberût di destê me de ye. Li ber gelê kurd û gelên bindest ên li Tirkiyeyê dijîn 2 rê hene. Yan em ê li hemberî vê zilm û zordariyê bêdeng bimînin, serî bitewînin û ev pergala zilmê wê xurt û  bihêztir bibe, yan jî em ê bi yekîtî, hevgirtin û têkoşîna hevpar ji vê pergala zordar û ceberût re bêjin êdî bes e. Bêdengî erêkirin û qebûlkirina rewşa heyî, zilm, zor û înkara ku li ser nirx û rûmetên gelan tê meşandin e.

Dem dema têkoşîna hevpar, hevgirtî û biryardar pêkanîna aştî, azadî û jiyana bi rûmet a gel û neteweyan e. Bi vê helwest û hişmendiyê, bi xebata hevpar û xizmeta ji bo yekîtî û hevgirtina neteweyî, Serkeftin ya me ye! Serkeftin ya gelê me ye!

Nûçeyên Têkildar