Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Dem dema hînbûna kurdî ye

Li Enqereyê piştî 4 salan DEMDER ku kurdî perwerdehiyê bide bi dirûşma ‘Dem, dema hînbûna kurdî ye’ hat avakirin

Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21’ê Sibata 2000’an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Li Tirkiyeyê bi xala 42’emîn a Destûra Bingehîn, ji xeynî tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser rûyê cîhanê ji sedî 40’ê zimanan tune bûne yan tune dibin. Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon kurd hene. Lê kurdî hêj qedexe ye. Sala 2016’an de hemû sazî û dezgehên kurdî hatin girtin. Yek ji saziya hatin girtin jî Komaleya Lêkolînên Çanda Kurdî (KURD-DER) bû. Komale li Enqereyê 2004’an hatî avakirin di navbera 12 salan de bi hezaran hezkiriyê kurdî perwerde kiribû. Piştî 4 sala li Enqereyê ji bo xwendin û lêkolînên kurdî pêşbikevin bi dirûşma ‘Dem, dema hînbûna kurdî ye’ DEMDER hat avakirin. Komaleya ku li ser tora cîhanî hatiye avakirin, niha tenê xabatê xwe li ser înternetê dimeşîne.

Komale dê roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî yên kurdî bi dest perwerde bike. Mamosteyê Komeleya Dem Dema Kurdî ye (DEMDER) Onder Bayindir qala damezirandina DEMDER û zextên li ser kurdî kir.

Feydaya înternetê

Bayindir diyar kir ku ji sala 2008’an heya îro di nava xabata kurdî de cih girtiye û wiha got: “Ji sala 2016’a heya îro li Enqereyê saziyeke ku perwerdeya kurdî bide tunebû. Daxwaza me berdewamkirina xebata kurdî ye. Em dixwazin bigihîjin hemû kesê ku dixwazin hînî kurdî bibin. Ji ber nexweşiya koronayê niha tenê perwerdeyên me li ser înternetê ne. Divê em feydeya înternetê baş bi kar bînin. Di 2016’an de saziye me di şevekê de hatin girtin. Divê em derfeta di destê xwe de baş binirxînin. Da ku êdî deshilatdar bê çare bimînin. Ji bo em fêrî zimanê kurdî bibin tiştek ne asteng e. Divê em li dijî astengiyên heyî jî li ber xwe bidin.”

Ger zimanê kurdî tune be kurd jî tune ye

Bayindir li ser nêzîkatiya dewletê ya li dijî ziman jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Aloziya pirsgirêka çareseriya kurd, tesîrê li ziman jî dike. Dema kurdî  tune be, tê wateya ku kurd jî tune ne. Xwedî derketina ziman, xwedîderketina nasnameyê ye. Desthilatdar vê yekê baş dizanin. Ji ber wê herdem li ser kurdî polîtîkayê qirêj dimeşînin. Di pêvajoya aşîtiyê ya 2013’a de me di hêla ziman de pir pêşketin bi destxistin. Di heman demê de me 400 xwendekar perwerde dikir. Eleqeyek pir mezin hebû. Lê mixabin dema pêvajo qediya dîsa astengiya li ser kurdî destpêkirin.”

‘Pirsgirêka herî mezin dewlet e’

Di axaftina xwe de Bayindir anî ziman astengiya herî mezin li dijî kurdî dewlet e û wiha domand: “Eger dewlet dest ji polîtîkayê bişaftinê berde wê demê çi astengî li ber ziman namîne. Em dikarîn bi tena serê xwe, bê alîkariya dewletê perwerdeya zimanê kurdî bidin. Ev hêza me heye. Çiqasî xabatên li ser kurdî zêde bibin dê kurdî hê bêhtir bi pêşve here. Ziman bi çand, huner, wêjeyê pêş dikeve. Di nav hemû astengiyan de dîsa pirtûkê bi zimanê kurdî gelek tên nivîsandin. Ev pir girîng e. Lê ya jê girîngtir dibe ku xwîner jî hebin. Ev jî bi perwerdehiyê dibe.”

Divê dayik bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin

Bayindir bal kişand ser hêla têkiliya di navbera dayik û zarokan de û wiha pêde çû: “Di hêla pêşketina ziman de barê herî giran li ser milê dayikan e. Zarok perwerdeya yekemîn ji dayikê digire. Ya ku zarok hînî zimanê wan dike dayik in. Ji ber vê daxwaziya me ji dayika heye. Teqez bi zimanê kurdî bi zarokên xwere biaxivîn. Hûn çiqasî xwedî li ziman derkevin em ewqas hene.”

‘Em dikarin di 6 mehan de hînî kurdî bikin’

Her wiha Bayindir bal kişand ser têkiliya çand û ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dem dema hînbûn û geşbûna kurdî ye. Îro em dikarin ji ber pêşketinê tiştekî bikin. Divê em karibin hemû amûrê dîjîtal bi kar bînin. Êdî tenê perwerdekirin jî ne bes e, divê em zimanê kurdî li cîhanê bidin nasîn. Lazim e kesên ku bixwaze hînî Kurdî bibe em wan hîn bikin. Dema pêvajo xweşbû gelek xwendakarên me tirk û ereb hebûn. Divê em dîsa xwe bigihînin wan. Yê ku bixwazin hînî kurdî bibin DEMDER ji bo wan fersend e. Ji bo tiştekî ne dereng e. Em dikarin herkesi di havbera 6 mehan de hînî zimanê kurdî bikin.”

Serlêdan

Yên ku dixwazin bigihêjin waneyên DEMDER’ê dikarin ji lînka û maîla [email protected]  serlêdana xwe bikin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar