Her cara ku dibe 8’ê Adarê, roja jinan a cîhanê tê bîra mirovan. Yanî tenê ji bo wê rojê qala jinê tê kirin. Bi vî rengî ne ku pesnê jinê didin an jî qîmetê didin jinê. Dixwazin tenê di wê rojê de sînor bihêlin. Çawa ku jinê di malê de heps dikin an jî di nava sînorekî de dihêlin, dixwazin 8’ê Adarê jî bi vî rengî be. Lê divê 8’ê Adarê ji bo jinan roja têkoşîn û berxwedanê be.
Di pergala cîhanê de navê jinê tine bû. Yanî ji bo jinê tiştek nehatibû veqetandin. Lê destketiyên îro yên heyî jî bi têkoşîna jinê çêbûye. Jinan ji bo vê yekê bedelên giran dan û hê jî didin. Roj tineye ku li her dera cîhanê jin neyên qetilkirin. Her roj tacîz û tecawuz li ser bedena jinê heye. Piraniya mêran jinê wekî beden dibînin. Yên di ferqa pîroziya jinê de jî ne di wê astê de ne. Lê di esasê xwe de jin pîroz e. Ew jina ku dibe dayik jî dibe xwedawend. Ya ku diafirîne jin e. Her tiştî bi jinê û destê jinê dest pê kiriye.
Dixwazim li vê derê helbestek Şêrko Bêkes a ji bo jinê parve bikim;
Rûyê yekê di barannanmeya me de ji jinê dest pê dike, ev rûyê evînê ye,
Li welatê helbestê jin padîşah e, zilam gida (xwazuk) e,
Li welatê evîndaran jin serkaniya xewnên me ye,
Jin peyama berdeyan e , jin rê ye, di nava cihana me de.
Ev rû ye reng e, deng e, soz e û seng e,
Ji mîratê kevrê çiya re jî, ji mîratê xewna çira re jî, ji mîratê tav û avê re jî…
Jin nîve û zilam ji sisiyan yek e…
Ez bawer dikim ku bi vê helbestê hun ê jî gelek tiştan fêm bikin. Mirov careke din fêm dike ku jin pîroz e. Bi taybetî ev li welatê me derdikeve pêş. Çawa ku her tiştî bi jinê dest pê kiriye, lewma jî êrişa pêşî jî li jinê tê kirin. Îro desthilatdarên cîhanê polîtîkayên taybet li ser bedena jinê pêş dixin. Dixwazin tenê jinê bi kar bînin. An ji bo reklamekê an jî ji bo amûrekê. Divê jin nekevin wê xefkê û destûra vê bikaranînê nedin.
Ew gotina ku dibêje; jin û mêr wekî hev in ne rast e. Jin û mêr ti carî nebûne wekî hev û desthilatdaran jî wekî hev nedîtine. Di pergala dewletan de jî her tim cihêkarî li jinê heye. Heqdestê jinê jî li gorî yê mêran nayê hesibandin. Her tişt li gorî mêran hatiye amadekirin. Ew dewletên herî pêşketî û demokrat jî vê yekê dikin.
Lê di esasê xwe de divê jin di ser mêran re bin. Wekheviya wê jî şaş e. Jin û mêr ti carî nabin wekî hev. Keda ku jin dide û tiştê ku jin dibîne nabe wekî yê mêran. Di vê cîhana me de herî zêde jin êşê dikşîne. Ji ber vê yekê nabe ku jin û mêr wekî hev bên dîtin. Divê qîmeta ji bo jinê zêdetir be û nirxê wê zêde be. Rêveberiyên li Kurdistanê divê vê yekê li ber çavan bigrin û bibînin. Rol û mîsyona jinê zêde ye û divê heqê wê were dayîn. Eger ew jî di çarçoveya wekheviyê de li meseleyê binêrin wê şaş be. Di vî warî de Rêber Apo û tevgera azadiyê ya Kurdistanê heqê jinê parastine. Lewma jî ev sedsal wekî sedsala jinê tê dîtin. Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” jî pênaseya vê yekê ye…