Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dem dema mezinkirina piştevaniya jinan e’

Meclisa Jinan a HDP'ê, di encamnameya civîna xwe ya 10'ê îlonê de diyar kir ku jin ne bêçare ne û wiha gotin: “Li dijî êrîşên tifaqaqa serweriya zilam ên li ser destkeftî û mafên me dem dema mezinkirina piştevaniya jinan e.”

Meclisa Jinan a HDP’ê, encamnameya civîna xwe ya ku di 10’ê îlonê de li dar xist, aşkera kir. Di encamnameyê de di şexsê Denîz Poyraz de ku di 17’ê hezîranê de li Îzmîrê ji aliyê nijadperetan ve hat qetilkirin û hemû jinên hatine qetilkirin, hatin bibîranîn û berxwedana jinên Afganistanê hat silavkirin.

Di encamnameyê de hat gotin ku li dijî êrîşên li ser mafên wan, destketiyên wan, xwezaya wan, îradeya wan û qada wan a jiyanê, bi rengekî rêxistinkirî têdikoşin û berxwedana xwe mezin dikin.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn û şerê li Afganistanê ji hev cuda nîne û wiha hat domandin: “Îro li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime. Li Rojhilata Navîn îrade, bawerî û daxwazên gelan ji nedîtî ve tên û dixwazin çarenûsa gelan û jinan ji tarîtiya DAIŞ û çeteyên mîna wê re bê hiştin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ku li ser dijminatiya kurdan û jinan dimeşîne, li Rojhilata Navîn jî bi rê ve dibe û bi vê yekê li ser têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn gefeke mezin e.”

‘Em ê piştevaniya jinan mezin bikin’

Meclisê diyar kir ku li dijî gotinên faşîst, nijadperest, zayendîperest ên desthilatdariyê û tifaqa serweriya mêr, dê têkoşîna xwe ya yekbûyî mezin bikin û ev tişt anî ziman: “Kuştina hevrêya me Denîz Poyraz, êrîşa nijadperest a li Konyayê, kuştina Mîraç Mîroglû bi wesayita zirxî ji polîtîkayên şerê taybet ê desthilatdariyê cuda nîne. Em careke din dibêjin, em ê bi têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar re bin. Em ê pirsa ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ bikin û hesab ji desthilatariyê bipirsin. Em ê piştevaniya jinan mezin bikin.”

Zimanê dayikê maf e

Her wiha di encamnameyê de hat ragihandin ku li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên li hemberî kurdan û jinan, dê têkoşîna avakirina jiyana hevpar û wekhev bi hev re bimeşînin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Pêkan e ku bi cihêrengî, bi ziman, bi çand û baweriya xwe em jiyaneke wekhev ava bikin. Têkoşîna azadiyê ya hevrêyên me yên jin ên li girtîgehan dîl hatine girtin, hinceta me ya têkoşînê ye. Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan her roj zêde dibe. Jinên ku ji ber bi zimanê dayikê stran gotine têne cezakirin. Ev yek nîşaneya jiyana zordar û tekperest e ku desthilatdariya faşîst li ser me ferz dike. Em ji vir careke din dibêjin; zimanê dayikê maf e, nabe bê qedexekirin. Em jin bi zimanê xwe yê dayikê, bi rengê xwe, bi nasnameya xwe hebûn, hene û em ê hebin.

Em jin bêçare nînin. Li dijî êrîşên tifaqa bi serweriya mêr ên li hemberî destketî û mafên me, dem dema mezinkirina piştevaniya jinan e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar