Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye’

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna yekbûyî êdî pêdivîyek bivê nevê ye û wiha got: "Lewma niha dem dema zexmkirina berxwedanê û serkeftinê ye."

Newroza Stenbolê îsal dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Li bajêr xebatên ji bo pîrozbahiyê bênavber didomin.

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek destnîşan kir ku Newroza 2022’yan xwedî girîngiyeke dîrokî ye û rasterast girêdayî geşedanên li cîhanê ye û lewma divê her kes berê xwe bide qada Newrozê.

Çîçek destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê di nava krîzekê de ye û sedemeke sereke ya vê krîzê jî têkoşîna wan a civakî ye. Çîçek ev tişt anî ziman: “Em xwedî hêzeke civakî û polîtîk in û me bi vê têkoşînê desthilata AKP-MHP’ê pir tengijandiye. Lewma em dibêjin ‘dem dema serkeftinê ye.’ Belê, em faşîzmê dihejînin, em li Tirkiyeyê denklema siyasetê diguherînin. Em pêvoya Newrozê û 1’ê Gulanê wekî starta pêvajoya avakirina komara demokratîk jî dibînin ku dê ev yek faşîzmê têk bişikîne.”

 ‘Pêşengê Newrozê Ocalan’

Çîçek bibîr xist ku dê di Newroza 2022’yan de daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bilindkirin û got: “Pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ya li hemberî Birêz Ocalan, a rast bi feraseta rêvebiriya faşîst a AKP-MHP’ê re eleqedar re. Çima Birêz Ocalan hedef tê girtin? Ji lew re Birêz Ocalan bi fikirê têkoşîna civakî ruhekî li Newrozê bar kiriye, pêşengtiya têkoşîna civakê dike. Lewma ev tecrîd rasterast ne bi Birêz Ocalan, ji ber fikirên wî ne.”

Çîçek destnîşan kir ku Newroz ji bo wan tenê ne mîtîngek û rojek e û wiha got: “Newroz bîra têkoşînê, hişmendiya têkoşînê ye. Agirê serîhildanê yê Kawayê Hesinkar û agirê ku niha karker di grevan de vêdixin heman agir e. Agirê kesên li çiyayên KAzê li ber xwe didin û agirê Kawayê Hesinkar ji hev ne cuda ne. Lewma divê em ji vir dest pê bikin û agirên serîhildanan, agirê berxwedanan bînin cem hev du û veguherînin têkoşîneke civakî ku rejîmê û aqilê faşîst bibizdîne.”

Çîçek, da zanîn ku divê hemû gel, hemû nasnameyên bindest li qadên Newrozê bên cem hev du û li dijî faşîzmê hêrsa xwe bînin ziman û ev nirxandin kir: “Gel divê li qada Newrozê wêneyê neserîtewandinê bidin der. Li her derî berxwedan heye. Pêdivî bi anîna cem hev a van berxwedanan heye. Lewma qada Newrozê di warê dîtina zeximbûn û mezinbûna destkeftî û têkoşîna me ya civakî de girîng e. Ger Newroz agirê serîhildanê yê gelan be, nexwe divê hemû kesên ehlê jiyanê, li fabrîkeyan, li dibistanan, li tevahiya qadên jiyanê li qada Newrozê bibin yek beden û bên cem hev du.”

 ‘Em ê bi hev re bi ser bikevin’

Çîçek, diyar kir ku têkoşîna yekbûyî êdî pêdiviyek e û ev tişa anî ziman: “Te dît, em tim dibêjin ‘xelasiya bi tena serê xwe tune ye.’ Bi rastî jî niha em mecbûr in bên cem hev û bi hev re bi ser bikevin. Di vir de tenê wê kesek bi ser nekeve, em ê bi bi hev re bi ser bikevin. Hêzên li hemberî me tevahiya lîstikê bi vî awayî dilîzin. Lewma em dibêjin tifaqa bindestan, tifaqa Rêya Sêyem a li dor HDK û HDP’ê kom bûye, gelek destkeftî bi dest xistine. Sedema êrişên li hemberî me ev destkeftî ne. Tekane rêya berterefkirina vê êrişê jî destpêkirina pêvajoya rewa ya demokratîk e. Em ê ne bi parastinê, bi pêngavan vê yekê bikin.”

Dem dema mezinkirina berxwedanê ye

Çîçek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Newroz ji xalên navendî yên herî biqîmet ên vê pêvajoya pêngavî ye. Me bi têkoşîna xw ekîmyaya desthilatê xera kir. Me li Tirkiyeyê çarenivîsa xw eya bêyom guheand. Me têkildarî pêşeroja demokratîk a gelan selek serkeftinên mezin bi dest xistin. Êdî pêvajoya parastina destkeftiyan û avakirina rêxistinbûyîna civakî ya demokratîk e. Lewma niha dem dema mezinkirina têkoşînê, dem dema serkeftinê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar