Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye’

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû têkildarî pêngeva kurewî “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’, 2’yemîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, qetilkirina Narîn Guran a li gundê Tavşantepe yê navçeya Rezan a Amedê ji Medya haber TV re nirxandinên girîng kir.

Çîgdem Dogû destpêkê bi wesîleya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di serî de Jîna Emînî hemû şehîdên serhildanê, hemû têkoşerên azadiyê yên tevlî serhildanê bûn û hatin darvekirin bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî. Çîgdem Dogû anî ziman ku li Tirkiyeyê komkujiyên li dijî jinê gihîştine asta herî bilind.
Çîgdem Dogû destnîşan kir ku herî dawî bi qetilkirina Narîn re bû mijarek ku ji aliyê her kesî ve hat nîqaşkirin û wiha got: “Hejmara bûyerên destavêtin, windakirin û kuştina zarokan a li Tirkiyeyê di sala 2023’an de zêdeyî 250 hezar bûyerî ye. Bifikirin; di nava sala 2023’an de zêdeyî 250 hezar zarok hatin qetilkirin, ya destavêtin li wan hat kirin, yan jî hatin windakirin. Ev yek bîlançoyeke şer e. Li dijî jinê şerek tê kirin, lê li hemberî zarokan jî şerekî cidî heye. Dewleta Tirk li dijî me jî şer dike. Dema ku mirov bala xwe bidin ser bîlançoya vî şerî jî hejmareke bi vî rengî nîne. Yanî tenê li nava sînorên Tirkiyeyê… Rojhilat rojavayê vê nîne, bakur başûrê vê jî nîne. Ji kîjan alî ve tu lê binihêre tu yê rastiya komkujiyê bibîne. Bi taybetî qetilkirina zarokan rewşeke gelekî giran e. Bi qetilkirina Narîn re ev yek hîn bêhtir hate dîtin. Kuştina zarokekê di 8 salî de tiştekî nû nîne. Mînak hîn beriya demeke kurt li Tekîrdagê destavêtin li zarokek 2 salî hate kirin. Li Agiriyê Leyla, Rabîa Naz hebûn. Mîna wan bi sedan, bi hezaran zarok timî ketin rojeva me. Divê mirov van ji bîr nekin.”

Qetilkirina Narîn bûyereke polîtîk e

Çîgdem Dogû bi bîr xist ku di çalakiyên ji bo Narîn de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrîn û wiha domand: “Ev yek gelekî bi wate ye. Divê bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bersiv ji van hemûyan re, bersiv ji van kuştinan re bê dayin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ruhekî serhildanê ye. Ya rast ruhê xweparastinê ye. Parastina xwe ye, parastina zarok e. Parastina hevalên xwe yên jin e. Eger ma be parastina nirxên pîroz û bedew ên malbatê ye. Lê belê niha êrîşeke gelekî giran heye, lewma divê ev hemû polîtîk bêne dîtin. Mînak AKP bi rengekî zexel çi dike? Dibêje, bûyerê polîtîk nekin. Bala xwe bidinê, Erdogan û derdora wî got ‘Bila vê bûyerê polîtîk nekin’. Weke bûyereke edlî dinirxînin. Ev bûyereke gelekî polîtîk e. Lewma li hemberî vê yekê jî divê têkoşîneke polîtîk bê meşandin. Têkoşîneke xweparastinê divê. Çawa ku piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir, di kuştina her zarokekî de, di kuştina her jinê de divê serhildanên bi heman rengî bibe ku pêşî li kuştina jin û zarokan bê girtin. Li hemberî vê tifaqa qirêj, li hemberî vê asayîbûna tê ferzkirin divê em têkoşînê mezin bikin. Rêyeke cuda ya vê yekê nîne.

Rabûna PKK’ê, rabûna Rêber Apo kurdistanî ye

Nirxandinên Çîgem Dogrû wiha ne: “Gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji Kurdistanê destpê kir. Rabûna PKK’ê, rabûna Rêber Apo kurdistanî ye. Lê belê rastiyeke serhildanê jî heye ku yekser pêwendiya wê bi azadiya jinê heye. Ew jî timî ji aliyê Rêbertî ve hatiye gotin. Mînak, gotibû hîn di temenê zarokatiyê de zewicandina zarokan qebûl nedikir. Dibêje, dilê wî ranedikir ku xwişkên wî di berdêla çend kîs genim de bêne zewicandin. Serhildana destpêkê ya Rêber Apo ew bû. Lewma rabûna PKK’ê, destpêkirina têkoşîna jinê ya li nava PKK’ê û afirandina felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêwendiya xwe bi vê yekê re heye.

Serhildana Rêber Apo serhildaneke radîkal e

Jin, Jiyan, Azadî’ dibe ku sê gotin in, lê belê hem ji bo kurdan hem jî ji bo jinan tê wateya jinûve vejînê. Dema ku ji aliyê rastiya şexs ve bê nirxandin, hingî jinûve vejînê îfade dike. Bangeke ji bo serhildanê ye. Ji ber vê yekê serhildana Rêber Apo serhildaneke welê ji rêzê nebû. Ji ber vê jî gelekî radîkal e. Lewma Rêberê me di nava sîstema qirkirin û tecrîda giran de tê hiştin ku 26 sal tijî kiriye. Ji ber ku azadiya jinê diparêze, li dijî ferzkirina her cûre koletiyê ya bi navê pîrozmendiya dewlet û malbatê tê ferzkirin, li dijî her cûre serweriya tê ferzkirin radibe, lewma dîlgirtî tê hiştin. Ji ber ku li hemberî bingeha vê sîstema serwer bi xurtî têdikoşe û serî hildide, tê tecrîdkirin.

Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye

Pêngava Rêbertî dewam dike. Divê ev pêngav hîn radîkal bibe, hîn bêhtir xurt bibe, ruhê serhildanê hîn mezin bibe. Ji ber ku bi serhildaneke ji rêzê bersiv ji sîstemeke qirkirinê ya ewqasî giran re nikare bê dayin.Ne bi serhildaneke ji rêzê, ne bi çalakî, têkoşîneke ji rêzê, ne bi gotin an jî duayekê; tenê bi seferberiya her kesî, bi têkoşîneke rêxistinbûyî û têgihiştî dikare ji holê bê rakirin. Divê em bifikirin bê ev sîstem kîjan polîtîkayan ferz dike û li gorî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê. Bi vê yekê, bi ruhekî bi vî rengî divê em pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşînin. Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye. Vê yekê hem ji bo êrîşên li dijî jinê, hem jî ji bo êrîşên li ser Kurdistanê dibêjim.”

Li Tirkiyeyê her mêrekî ku komkujiyê dike, Erdogan e

Çîgdem Dogû anî ziman ku li tevahiya cîhanê metirsî li dijî jinan heye û got, “Li cîhanê miovahî, xweza, heywan, her kes di bin gefeke gelekî mezin de ne. Ev rewş weke nebaşiyeke rêxistinbûyî tê pênasekirin. Sîstem vê dike. Sîstema mêr a hegemon û hêzên modernîteya kapîtalîst bi taybetî li Tirkiyeyê sîstema faşîst a mêtinger vê yekê bi rengekî gelekî rêxistinî dikin. Vê yekê li nava civakê jî belav dikin. Di nava civakê de nokeran diafirîne. Di nava civakê de mêrên hevkar, noker afirandin. Li Tirkiyeyê her mêrekî ku komkujiyê dike, Erdogan e. Erdogan niha weke serokkomar Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Li wir şêweyekî mêr afirand. Mêrekî welê ye ku ti îradeyê nas nake, îradeya jinê, îradeya gel nas nake, îradeya dostên xwe yên berê jî nas nake. Mêrekî hegemon, şêweyekî sîstem, mêtingerî û faşîst e. Di serî de mêr vê yekê li nava tevahiya civakê belav dike. Ji ber vê yekê piraniya kujerên jin û zarokan bê ceza têne hiştin.

Li gorî daneyan, ji sûcên li hemberî zarokan hatine kirin ji 36 hezar bersûcan tenê 7 hezar bersûc hatin cezakirin. 29 hezar bersûc li derve bi rehetî digerin. Bêguman ev hejmara fermî ye. Ji bilî vê yên ku nehatine darizandin hene, yên bi fermî nehatine qeydkirin hene. Sîstemeke rêxistinbûyî heye. Bi hiqûq, aborî, mafya, çete, serokên xwe, serokkomarê xwe, hikumeta xwe, wezîrên xwe, bi tarîqatên li nava civakê, rêxistinên fûhûşê, narkotîkê, hin partiyên weke Huda Parê vê yekê dike. Li Kurdistanê bi taybetî şêweyeke xiyanetê tê afirandin. Dixwazin sosyolojiyekê biafirînin. Gelekî girîng e ku ev yek bê dîtin.

Rêber Apo bi serhildana xwe tirs xistiye dilê dijmin

Lewma Rêber Apo di vê mijarê de ronakbîriyeke bêhempa îfade dike. Hem ji aliyê kurdistanî, kurdbûyîna azad, hem ji aliyê jinbûyîna azad, mêrbûyîna azad ve Rêber Apo çavkaniyeke xurt a zanebûn, moral û wêrekiyê ye. Û ji ber vê yekê serhildana wî gelekî xurt e. Ji ber vê yekê dijmin ewqasî ji Rêbertî ditirse. Ji gotineke wî ditirse. Ewqasî ditirse ku gotineke wî negihêje derve. Ji ber ku Rêber Apo ruhê serhildanê ye.

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dostên enternasyonalîst dest bi pêngavê kirin, ew pêngav salekê li pey xwe dihêle. Hem li cîhanê hem jî li hemû parçeyên Kurdistanê jinên Kurd, gelê Kurd pêngav meşandin. Ev pêvajoya pêngavê divê êdî xetê, sînor derbas bike. Êdî em nikarin xwe lê rabigirin ku Rêber Apo hîn bêhtir li wê Îmraliyê bê hiştin. Ev ne heqê Rêber Apo ye. Mirovahî jî vê heq nake. Gelê Kurd jî heq nake. Weke jin em jî heq nakin. Ji ber vê yekê tişta ku divê em bikin çi ye? Divê em plansaziya xwe hîn bêhtir bi rêxistin, girseyî bikin û veguherînin wê yekê ku zorê bidin dijmin ku gavê biavêje. Divê em çalakiyên xwe bigihînin vê astê ku ev yek wezîfeya mirovahiyê ya me hemûyan e. Wezîfeya me jinan e, weke kurd jî wezîfeya kurdîtiyê ye, wezîfeya me ya bingehîn e. Lewma divê em pêngava Rêbertî bi ruhekî bi vî rengî, bi ruhê avakirin û serhildanê yê Rêber Apo, bi ruhê azadiyê yê radîkal ê Rêber Apo, bi rêxistiniyeke xurt û afirandina alternatîfeke xurt, bi têkoşîneke daîmî bê mezinkirin. Divê em bi rastiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîn mezin bikin.

Îmrali sîstemeke li derveyî mirovahiyê ye. Em timî dibêjin, lê belê ev dirûşm, propaganda nîne. Bi rastî jî mekanîzmayeke li derveyî mirovahiyê ye. Asta herî bilind a nebaşiya rêxistinî Îmrali ye. Ji xwe nebaşî hemû ji wê derê pêl bi pêl belav dibin. Lewma em çavkaniya vê nebaşiyê biçikînin. Nebaşiya herî mezin, faşîzma herî mezin, qirkirina herî mezin, rejîma mêtinger a ku di di vê serdemê de tê ferzkirin Îmrali ye, divê em biçikînin. Çavkanî ku ye? Îmrali ye. Wê demê bi dma nû re divê em gavên welê biavêjin ku dawî li Komploya Navneteweyî û vê rejîma Îmraliyê bînin, têkoşîna xwe, çalakiyên xwe hîn radîkal bikin. Hemû mirov, dost, gelê me û jinên ku tevlî vê pêvajoya têkoşînê bûne, weke tevgera jinê bang li wan hemûyan dikim ku têkoşînê hîn xurt û mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar