Kurdan hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ daye destpêkirin. HDP’ê jî kampanya ‘Em HDP’î ne li her derê ne’ daye destpêkirin. Di vê pêvajoya ku kurd dikevin nava liv û tevgerê de, êrîşên li dijî kurdan zêde dibin. Kurd tên qetilkirin. Li Başûr û Bakur, li Rojava û Rojhilat kurd li her derê bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Li Efrînê gorên kurdan talan û wêran dikin. Darên zeytûnan ji kok ve radikin. Bajarên kurdan xera dikin. Zozanên kurdan qedexe dikin. Dar, ber û daristanên Kurdistanê dişewitînin. Gundên kurdan dorpêç dikin. Her roj bi dehan jin û ciwanên kurd digirin û diavêjin zindanan. Ciwanên kurd bi tiryak, fihûş û jiyana yoz ji nirxên wan ên neteweyî, civakî û dîrokî dûr dixin. Aqil û hişê ciwanan ditevizînin û bedena wan dixin xizmeta koletiya erzan.
Di salên dawî de bi tecrîdkirina giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hemû mafên girtiyên siyasî ji destê wan girtin. Bi deh hezaran girtî ji ber ziman, çand, nasname û nirxên kurdan parastin hatin girtin û hêj girtî ne. Tu sûc û delîlên sûc ên bibe sedema girtinê tune.
Lê bi zagona înfazê bi deh hezaran sûcdarên kuştin, tiryak, fihûş û diziyê hatin berdan. Ev kesên tev li sûc bûne îro li kolan û taxan zerarê didin civakê. Tevî her tiştî ev kes nayên girtin û nayên cezakirin.
Dîsa bi tecrîdkirina Ocalan re hemû beşên civakê hatine tecrîdkirin. Gundiyên ku av û ceyrana wan tê qutkirin, nikarin lêgerîna doza mafê xwe bikin. Gundiyên dahl û rezên wan tên şewitandin, nikarin dengê xwe bilind bikin. Malbatên ku zarokên wan ên girtî di tecrîdê de têne girtin, nikarin li kolanan dengê xwe bilind bikin û doza mafê zarokên xwe bikin.
Qedexe li ser qedexeyê zêde dikin. Bi qedexeyan hemû mafê jiyanê tecrîd dikin. Her ku kurd û rêxistinên kurdan li dijî van êrîşan bêdeng dimînin, zext û tundiya li ser kurdan zêdetir dibe.
Bûyera Konya û Îzmîrê nîşanî me da ku kurd li mal û avahiyên xwe jî têne kuştin. Ji bo her tim kuştin, koçberî, xizanî, talanî û wêranî nebe para kurdan, ji bo kurd azad bibin û bibin xwedî statu, ji bo kurd yekitiya xwe ava bikin û bi hêz bibin, dem dema serhildanê ye. Ji bo pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û kampanyaya ‘Em HDP’î ne li her derê ne’ bigêjin armancên xwe DEM DEMA SERHILDANÊ YE. Ne mirov û ne jî civak ji xweber azar nabe. Ji bo azad bibe divê li ber xwe bide, xwe biparêze û li dijî neheqî û zilmê serî hilde. Ji bo vê yekê jî DEM DEMA SERHILDANÊ YE.
Çalakî û serhildanên li Hezex, Gever, Amed, Silopî, Êlih, Wan, Riha û gelek bajarên Kurdistanê nîşanî me da ku kurd ji serhildanê re amade ne. Kurdan nîşan da ku êdî zilm, kuştin, talankirin û wêrankirinê qebûl nakin. Lê ji bo înkar û îmhaya li dijî kurdan bi temamî raweste, divê kurd jî çalakî û serhildanên xwe yên li kolan û qadan bê navber berdewam bikin. Li dijî înkar, îmha û koletiyê DEM DEMA AZADÎ Û SERHILDANÊ YE.