Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dem dema xebatê ye!

Hilbijartinên 24’ê hezîranê bi dawî bûn lê nîqaşên di vî warî de didomin. Civak van encaman rewa nabîne. Bêgûman meseleya me ne tenê hilbijartin e. Em hilbijartinan girîng dibinin lê ji bo me esas nînin. Lewre kar û barê me nû dest pê dike.

Em rêxistin û tevgerek şoreşger in. Hilbijartin di vê merheleyê tenê ji bo me amûrên pêşxistina siyaseta demokratîk e. Hilbijartin û encamên wan ji bo me ne armanc in. Armanc, rizgarî û azadiya civakê ye. Di vî warî de armanc civaka rêxistinkirî ye. Atmosfera kampanyaya hilbijartinê ji bo vê armancê derfetên mezin û nû afirandin. Me dît ku tenê projeya HDP’ê û felsefeya wê dikare ji derdê civakê re bibe derman. Gel jî HDP’ê û siyesate wê wekî rêya çareseriyê dibîne. Vê rastiyê barê me girantir dike. Lewma em dibêjin derd û kulên civakê çiqas mezin bin barê me jî giran dibe. Lê ev yek bawerî û motîvasyona me jî mezin dike. Li çar aliyê Tirkiyeyê pêwistiya civakê birêxistinkirina HDP’ê heye. Em jî ji îro pê de zend û bendên xwe hildin, bajar bi bajar, mal bi mal vê rêxistinê mezin bikin. Formûla me hêsan e: Li her derê HDP, li herderê guherîn û azadî.

Bi van encamên biguman dibe ku hikûmeta AKP’ê ji bo demek din temenê xwe dirêj kiribe. Lê belê rastiya dîrokê, helwdana civakê dide nîşandan ku êdî zîhniyeta vê rejîmê mefta ye. Temenê xwe zû de bidawî kiriye. AKP qeyrana xwe kur dike. Ji niha ve li pey hev zem û buhabûn zêde dibin. Çav berdane nanê gel. AKP bi van qeyranan dixwaze ku gel bêzar bike. Di nav van şert û mercan de ji niha ve nîqaşa hilbijartinên pêşwext ên herêmî dan destpêkirin. Di vî warê de çend armancên wan hene. Civak ji hilbijartinan bêhêvî bûne û lewma dixwazin ku vê yeke kûr bikin û bi taybetî dengdarên muxalîf ji sindoqan dûr bixin. Her wiha bi vê rêyê dixwazin ku pergala qeyûman rewa bikin. Lê gelê me sondxwariye ku van qeyûman biqewirîne. Gel dê di hilbijartinan de hesab ji qeyûman bipirse.

Ji bo me dema hilbijartinan girîng nîne. Dixwazin bila mehek şûn de û dixwazin bila di dema xwe de hilbijartinê herêmî li dar bixin. Em bi gelê xwe bawer in û amade ne. Ji îro pê de em ê xebatên xwe yên siyasî leztir bikin. Em ê xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin. Em amadekariya guherîna civakî dikin. Lewma hilbijartin di vî warî de merheleyên pêşketinê ne.

Hilbijartinên heremî bên lidarxistin û neyên li darxistin jî em tu car hêviya gel vala dernaxin. Em yekemîn alternatîfa vê civakê ne û em ê li gor vê rastiyê tevbigerin. Xebatên me yê parlamentoyê jî dê li ser vî esasî teşe bigirin. Em ê performansa wekî ku em partiya muxalîf ya bingehîn in, bimeşînin.

Civaka Tirkiyeyê di hilbijartinê 24’ê hezîranê de tifaqa xwe li dar xist. Di vî warî de li ruhê HDP’ê xwedî derket. Ji bo me siyaseta sereke, berfirehkirina vê tifaqa civakî ye. Em behsa tifaqên formel ên di navbera partî û saziyan de nakin. Di vî warî muxatabê vê tifaqê beşên civakê bi xwe ne. Ewil tifaqa kurd û piştre jî tifaqa gelên Tirkiyeyê…

Kes nikare pêşiya vê yekê bigire û encama herî mezin a van hilbijartinan jî ev yek e. Bingeha vê tifaqê hatiye avakirin û niha tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em pêşengiya vê daxwaza civakî bikin.

Nûçeyên Têkildar