Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dem hatiye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re

Rojnameya heftane ya Amanyayê Der Freîtag di hejmara xwe ya vê hefteyê de banga sendîkayên Îngiliz a "Dem hatiye; azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re" weşand

Navenda Nûçeyan

Li Îngilistanê, Sendîkaya Unite the Union ku bi 1.5 milyon endamên xwe mezintirîn sendîkaya li Brîtanyayê ye û sendîkaya GMB ku 700 hezar endamên wê hene,bi navê ‘Azadî ji Ocalan re’ kampanyayê dimeşînin. Yek ji rojnameyên heftane yên sereke yên Almanyayê Der Freîtag di hejmara xwe ya vê hefteyê de cih da vê kampanyaya sendîkayên Îngilîzan.

Rojnameyê temamiya rûpelekê ji vê kampanyayê re veqetand û ji bo wê jî wêneyekî di kongreya Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê de hatibû kişandin bi kar anî. Wêneyê navborî wêneyê sendîkavanan bû ku di kongreyê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilda bûn.

‘Azadiya wî wê bi kêrî aştiyê bê’

Di banga bi navê “Dem hatiye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” hate weşandin, hate bibîrxistin ku Rêberê PKK’ê di 15’ê sibata 1999’an bi binpêkirina qanûnên navneteweyî ji Kenyayê ber bi Tirkiyeyê ve hat revandin. Di bangê de hat gotin ku, “Ji roja ku Ocalan hatiye revandin û vir ve li Rojhilata Navîn 20 sal in şer, dagirkerî û êriş dewam dikin.”

Di bangê de hat destnîşankirin ku Ocalan di dema dîlgirtina xwe de jî tim ji bo aştî, azadî û çareseriya pirsgirêkên kurd xebitiye û işaret bi kampanyayê salên dawî hate kirin.

Hat bibîrxistin ku di navbera salên 2005 û 2006’an de 3.5 milyon kurdan bi gotina “Ez Abdullah Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî dibînim, bi vî rengî qebûl dikim’ mohra xwe avêt binê kampanyayê û di sala 2015’an de jî zêdeyî 10 milyon kesî daxwaza “azadiya Ocalan” kirin. Di metna bangawaziyê de cih ji vê nêrînê re hate veqetandin.

“Ocalan ne tenê fîgurekî siyasî ye ku li herêmê bi roleke diyarker radibe û di çareseriya pirsgirêkên kurd de bi bandor e; ew di heman demê de xwediyê fikrê Konfederalîzma Demokratîk e ku li Rojava (Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) bi cih hatiye. Bi saya fikra Konfederalîzma Demokratîk li herêmeke di şer de diheje bû sembola demokrasî û azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku şer û aloziya li Rojhilata Navîn a ku bi serkêşiya hikumeta tirk pêk tê, bi azadbûna Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan re bi dawî bibe.”

Di meha cotmehê de bangeke bi heman rengî li rojnameya Dîe Tageszeîtungê (TAZ) a Almanyayê de jî hatibû weşandin. Hat bibîrxistin ku Rêberê PKK’ê di 15’ê sibata 1999’an de bi binpêkirina qanûnên navneteweyî ji Kenyayê ber bi Tirkiyeyê ve hat revandin û wiha hate gotin, “Ji roja ku Ocalan hatiye revandin û vir ve li Rojhilata Navîn 20 sal in şer, dagirkerî û êriş dewam dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar