KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Dem hatiye civaka me li axa xwe vegere’

Serokeşîrên êzidiyan diyakirin ku Şengal cihê herî bi ewle û arame, êdî dema wê hatiye gelê me bi xwe parastina xwe bike û xwedî li axa xwe derbikeveû gotin: "Divê gelê me bi xwe zanibe eger em ji xwere nekin, wê tu kesek ji mere neke."

Iraq di demên dawî de hewl dide beşek ji wan malbatên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirîn, hevkariya çeteyan kiribûn, vegerînin Şengalê. Dijî vê yekê civaka êzidî neraziye. Her wiha bi deh hezaran êzidiyên koçber dibin desthiladariya PDK’ê dene û nahêlin vegerin Şengalê. Serokeşîrên êzidiyan banga vegera gel dikin û didin diyakirin eger êzidî venegerin, ewê rastî xeteriyên mezin werin, lewra lazime êzidî xwedî li axa xwe xwedî derbikevin.

‘Divê gelê me li Şengalê û axa xwe xwedî derkevin’

Ji serokeşîrên Simoqiya Saet Melhim li ser mijarê axivî û got; “Divê gelê me bi xwe zanibe eger em ji xwere nekin, wê tu kesek ji mere neke. Kîjan ol dibe û li kuderê be, eger ji xwere nekî û xwe bi xwe parastina xwe nekî û li axa xwe xwedî dernekevî, tuyê qir bibî. Em bang li gelê xwe dikin vegerin Şengalê û li axa xwe xwedî derkevin. Em li Şengalê ne, lazime gelê me hemû vegere, di serîde mezin û muxtarên me ku di nava wargehan dene, lazime pêşengiyê ji gel re bikin û berê xwe bidin Şengalê.”

‘Şengal cihê herî ewleye’

Melhim da diyakirin ku aramî û ewlehiya li Şengalê, ne li Bexda ne jî li Dihokê heye û wiha pêde çû; “Niha pêwîstiya me wek xelkê Şengalê bi bijîşk, mamosta û kesên xwedî bawername hene, ev hemû li nava gelê me hene. Bi sedan zarokên me mamosta û bijîşkin, lê mixabin venegeriyane Şengalê. Lazime hemû êzidî vegerin ser axa xwe û karê dizanin bikin di berjewendiya gelê xwe de. Li Şengalê YBŞ û Asayîşa Êzdîxanê parastina me dike. Her wiha bi hemû hêzên Iraqê re dan û standina wan heye û ji ber wê jî tu cihekî ji Şengalê aramtir nîne ji mere.”

‘Dem dema xwedî li xwe û axa xwe derketinê ye’

Herwiha ji serokeşîrê Qîraniyan jî Hecî Mîrza li ser heman mijarê nêrînên xwe parvekir. Mîrza dibêje; “Îro dem hatiye gelê me vegere ser axa xwe, ji ber ku eger em li ser axa xwe venegerin wê hemû tiştê me ji destê me biçe. Ji eşîr û axa me bigire heya malên me wê ji destê me biçin.  Niha gelek pilanên siyasî li ser gelê me tên çêkirin, lazime gelê me bi van pilana zanibe û xwe bêdeng neke.  Serokeşîr û mezinên me beriya herkesekî lazime li axa xwe xwedî derkevin û vegerin. Sax û miriyên me li Şengalê ne, emê çawa dest ji Şengalê berdin.”

‘Lazime em nehêlin axa me jî ji destê me biçe’

Xidir di dawiyê de got; “Eger êzidî li Şengalê venegerin ewê rastî xeteriyên mezin bên. Lazime em wek êzidî xwe bi xwe parastina xwe bikin û ji bo parastina ax û baweriya xwe çi pêwîst be em bikin. Tişta hatî serê me ne kême, dayîk û xwişkên me ketin destê DAIŞ’ê û em di nava  destê çeteyan de hiştin. Êdî ji vê zêdetir çi heye, lazime em nehêlin axa me jî ji destê me biçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar