Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dem ne dema xeydê ye

Hilbijartinên 31’ê adarê ne tenê hilbijartinên herêmî ne ji bo em çend şaredariya bidest bixin ew wekî referandûmekê ne û wê nêzîkatiya dewletê ya ji bo çareserikirina pirsa kurd jî li gorî wan encaman be

Kesek nikare bêje karê min sedî sed raste û bêkêmasî û bêqisûre. Lewre rexne û gazincên ku tên kirin jî hinek ji wan di cih de ne û gelek ji wan jî dikevin xizmeta şerê taybet a li dijî tevgera siyasî ya gelê kurd.

Cihê rexne û gazinan heye û dema wan jî heye û ya rast ew e ku di nava kar û xebatên pratîk de werin kirin. Li mala xwe rûniştî bim û tenê gazinan bikim. Bila her yek ji me destê xwe deyne ser wijdanê xwe û pêşî xwe di ber çavan re derbas bike. Min ji bo vê dozê çi kiriye, ez çi dikim, ez çiqasî, xwe tev li xebatan dikim. Wê gavê mirov dikare li gorî wê ked û xebata xwe rexne û gazinên xwe jî bîne ziman.

Min di serî de got ev dem ne dema xeydê ye dîsa dibêjim ji ber ku ev ne tenê hilbijartinên herêmî ne, ne tenê bidestxistina çend şaredariyane lê ew referandomeke. Refrandomeke wiha ye ku an dê deriyên çaresaeriyê pirsgirêka kurd veke an jî dê ev zilm û zordariya ku tê kirin zêdetir bibe.

Herdu rewş jî girêdayî encamên hilbijartinên 31’ê adarê ye. Heke em xwe bixeydînin û xwe ji bin vî barî bidin alî û dengê xwe kêm bikim ev tê wê wateyê ku em hemû zilm û zordariya li gelê kurd dibe qebûl dikin û dipejirînin. Em girtina Selahetîn Demirtaş û bi hezaran girtiyên siyasî erênî û mafdar dibînin. Ew tê wateya ku em sîstema qeyûman û dizî û talana ku dikin erênî û baş dibînin. Ew tê wê wateyê ku em tecrîda li ser hemû civaka kurd û mehrûmkirina ji hemû mafên wî yê rewa erênî dibînin. Tê wateya ku em dijminahiya li dijî zimanê kurdî û tunehesibandina wî erênî û di cih de dibînibn. Tê wateya ku em êrîşên rojane ên li ser gelê kurd li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê erênî û di cih de dibînin.

Lê heke em bi vîn û îradeyeke xurt biçin ser sendoqan û rêjeya dengê xwe ji berê bilindtir bikin ew jî gelek wateyên wê hene. Ew jî tê wateya ku em van êrîş û zordestiya li dijî gelê kurd qebûl nakin, tê wateya ku em girtina siyasetmedarên xwe qebûl nakin, tê wateya ku em tecrîdê qebûl nakin, tê wateya ku em sîstema qeyûman qebûl nakin. Tê wateya ku em dixwazin zimanê me bibe zimanê perwerdeyê. Tê wateya ku em qeyûman qebûl nakin û em dixwazin xwe bi xwe rêveberiya xwe ya herêmî bikin.

Îca wekî dibêjin mîh bi lingê xwe û bizin bi lingê xwe ji van herdu encaman tu kîjanê li gorî xwe dibînî wê hilbijêre. Dixwazî tev li kerwanê xebatê bibe û bi gavên wêrek ber bi dergehê azadiyê de biçe an jî xwe bide kêleka ponijandin, gazin û qirwelkan û bila li wê gorê ev rewşa heyî hezar qatî xerabtir bibe.

De werim em xeyd, gazin, rexne û pêşinyarên xwe tevan bihêlin piştî 31’ê adarê û bi encameke baş rêveberiya xwe ya herêmî bidest bixin da ku em bi hev re bi bêhnekî fireh hemû kêmasî û pirsgirêkên xwe çareserbikin.

Nûçeyên Têkildar