Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

DEM Partî: AKP’ê darbe li vîna gel kir

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya Wezareta Karên Hundir axivî û got: “AKP a ku fêm kir dê kursiya xwe winda bike, dîsa li dijî vîna gel derbe kir.” Sezaî Temellî jî li dijî tecrîd û qeyûman banga têkoşîna hevpar kir.


Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de parlamenterên DEM Partiyê têkildarî tayînkirina qeyûman li pêşiya Wezareta Karên Hundir daxuyanî dan.

Koçyîgît, diyar kir ku îktîdara AKP’ê ji sala 2016’an heta niha li dijî îradeya gel derbeyê dike û wiha got: “Her roj li dijî demokrasî, sindoq û vîna gel derbeyan dike. Em bi aqilekî îktîdarê ya mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesîbe re rû bi rû ne. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de gel qerta sor nîşanî îktîdara AKP-MHP’ê da û ji îktîdarê xist. Aqilê xwe bînin serê xwe, li demokrasî û hiqûqê vegerin û rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Îktîdara ku fêm kir dê kursiya xwe winda bike, li dijî vîna gel derbe kir.”

Bi domdarî Koçyîgît wiha got: “Dema di sala 2016’an de qeyûm tayîn kirin me gotibû; îro heke qeyûm tayînî Colemêrg, Wan, Mêrdîn û Amedê bikin dê sibe tayînî Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Stenbolê jî bikin. Hemû bêhiqûqtiyan ji ewil li erdnîgariya kurdan dikin. Lê bi wir bisînor namîne û li tevahiya Tirkiyeyê belav dibe. Heke li her çar aliyên Tirkiyeyê li dijî qeyûman gel daketibûya kolanan, dê îro qeyûm tayînî Esenyurta nekiribûna. Lewma divê her kes vê rastiyê bibîne. Niha dixwazin vê derbeyê hêj berfirehtir bikin. Divê li dijî vê em bi hev re bisekinin û têbikoşin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din qeyûman tayîn dikin. Rejîma qeyûman, aştiyê jehrî dike.”

Temellî jî anî ziman ku rejîma qeyûman hêviyên gel ên ji bo demokrasî û aştiyê tune dike. Temellî, wiha domand: “Ev zîhniyeta ku aştiyê tune dihesibîne nikare xwe li ser pêyan bigire. Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê di esasê xwe de pergala qeyûm e. Em tayînkirina qeyûman qebûl nakin û ji bo vê têdikoşin. Xesp, sûc û karên derhiqûqî yên qeyûman li holê ne. Kesên daxwaza dewleta hiqûqê dikin, yên demokrasî û aştiyê dixwazin divê teqez li dijî qeyûman derkevin. Feraseta tecrîdê, ev 25 sal in ev welat rizand. Hêj jî dirizîne. Yên planên têkbirinê çêdikirin niha di bin kavilên wê de mane. Dem dema wê ye ku em bi hev re li dijî qeyûman derkevin û bi hev re li dijî tecrîd, qeyûm û her tiştên derhiqûqî têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar