Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkîldarî Rêveberê DEM Partî yê Sêgirkê Ahmet Gun ê li navçeya Qilebanê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li navçeya Qilaban a Şirnexê di encama êrîşa çekdarî de rêveberê bajaroka Sêgirkê, endamê meclîsê, kedkarê me Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da. Abdurrahîm Gun ê ku bi bavê xwe re çûbû daran berhev bike li cihê bûyerê birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê emeliyat dibe.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu êrîşên li Şirnexê ne rasthatin in û ev tişt hatin gotin: “Li Şirnexê nakokiyên ku bi salan e bi destên hin komên ji hêla pergalê ve tên xwedîkirin, dibe sedema berdêlên giran. Windakirina jiyanê ne bûyerek ji rêzê ye. Em hîn bûn ku demeke gef li malbata Gun tê xwarin û ji ewlehiya malbatê jî kesên ku bingeha vê amadekirine berpirsyar in. Divê demildest sûcdar bên dîtin û bên darizandin. Divê dawî li vê siyaseta tarî were. Bi êşa giran a windakirina Ahmet Gun re em ji malbat û hezkiriyên wî re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Em ji bo Abdurrahim Gun ê ku tedawiya wî berdewam dike re jî şifayê dixwazin.”