Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

DEM Partî dest bi pêşhilbijartinê kir

DEM Partî li Wan, Mêrdîn û bajarên Serhedê ji bo hilbijartinên herêmî pêşhilbijartinê lidar dixe.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca namzetên hevşaredarên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr diyar bike li gelek bajaran pêşhilbijartinê lidar dixe.

Wan

DEM Partiyê li Wan û bajarên Serhedê ji bo namzetên hevşaredarên bajarê mezin, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisên şaredariyan û meclisa giştî ya bajêr diyar bikin li gelek navendan sindoq danîn. Dê li Serhedê ji bo yek ji bajarê mezin, li 8 bajar û 35 navçeyan nêzî 35 hezar kes dê deng biavêjin. Gelê ku di saetên serê sibê de berê xwe da avahiyên navend û navçeyan û eywanên ku sindoq lê hatine danîn, pêşengtiya şahiya demokrasiyê dike.

Yek ji bajarên ku herî zêde qelebalix derbas dibe Wan e. Li 13 navendan sindoq hatin danîn. Tê payîn ku li Wanê 13 hezar û 500 kes deng biavêjin. Yek ji navçeya ku hejmara delegeyan lê herî zêde ye Rêya Armûşê gel li Eywana Dawetê ya Vîlla Parkê hat ba hev. Tevî barîna berfê jî bi hezaran kes ji taxên navçeyê berê xwe dan eywanên ku sindoq lê hatine danîn. Piştî avakirina dîwanê û rêzgirtinê ji bo bernamzet xwe bidin nasîn 5 deqîqe mafê axaftinê dan wan.

Delegeyên ji bo dengdayînê hatin eywanê diyar kirin ku bi biryara ku partiya wan wergirtiye keyfxweş in û anîn ziman ku dê bi hilbijartina namzetê xwe, şaredariyan ji qeyûman xelas bikin.

Şirnex

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li Şirnexê li eywana konferansa partiyê ji bo 740 delegeyan sindoq danîn û pêşhilbijartinê lidar dixe.

Delegeyan di seatên serê sibehê de berê xwe dan partiyê. Li gel hatina delegeyan pêşhilbijartin bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Pêşhilbijartin piştî danasîna bernamzetan bi dengdayînê berdewam dike.

Mêrdîn

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adara 2024’an de bên kirin ji bo hevşaredarên bajarê mezin û navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk, Artûklû, Stewrê, Kerboran û Şemrexê û endamên meclisên şaredariyan diyar bike li 10 navçeyan sindoq danîn. Tê payîn ku li gelemperiya Mêrdînê bi ser 10 hezaran delege dê deng bikarbînin. Welatî di saetên serê sibê de hatin navendên ji bo pêşhilbijartinê sindoq hatine danîn. Welatiyên hatin ser sindoqan dê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin, hevşaredariyên navçeyan û endamên meclisa şaredariyê deng bikarbînin.

Her delege ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin dê jinekê û zilamekî hilbijêre. Ji bilî vê ji bo hevşaredariyên navçeyan jî dê ji bo jinekê û zilamekî deng bên avêtin û ji bo endamên meclisa şaredariyan jî bi şertê di asta nûnertiya wekhev de jin û zilam bên hilbijartin mafê ku herî kêm deng bidin du bernamzetan heye.

Li Mêrdînê hatina welatiyan a li ser sindoqê berdewam dike. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bê kirin bername dê bi danasîna bernamzetan berdewam bike. Dû re deng dayîn dê destpê bike. Piştî ku dengdayîn bi dawî bû dê deng bên hejmartin. Dê bi dengdayîna gel li Mêrdînê Hevşaredarên Bajarê Mezin û 7 navçeyan û endamên meclisa şaredariyê dê bên diyarkirin.

Mêrsîn 
DEM Partî ji bo namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê diyar bike li Eywana Dawetê ya Şah pêşhilbijartin li dar xist. Di pêşhilbijartina ku hezar û 300 delege dê deng bikarbînin de tevlibûneke zêde çêbû. Di pêşhilbijartina bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin dest pê kir de parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axaftinek kir. Akin, diyar kir ku DEM Partiyê dîrok nivîsandiye û wiha got: “Di hilbijartinê de gel dê namzetên xwe bi xwe diyar bike. Ev dê li Tirkiyeyê bibe tecrûbeya ewil.”
Piştî axaftina Akin, bernamzetên hevşaredariyê xwe dan nasîn. Pişt re derbasî dengdayînê bûn.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar