Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

DEM Partî: Di tu felaketê de dewlet bi gel re nîne

DEM Partiyê têkildarî şewata li Şemrex û Çinarê daxuyaniyek da û got, "Vê karesatê careke din nîşan da ku desthilatdarî û dewlet di dema felaketê de ne bi gel re ye."

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî şewata li navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber şewata doh bi şev destpê kir û li qadeke berfireh belav bû 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 44 kes birîndar bûn ku rewşa 10 ji wan giran e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em birînên ji ber karesata şewatê bi gelê xwe re dipêçin. Êşa me giran e, serê gelê me sax be. Em ji birîndarên xwe re şîfayê dixwazin. Li hemberî şewatê ku desthilatdarî ji aliyê destwerdanê ve dereng ma, kêm ma, di serî de Amed, Mêrdîn û Wanê hemû şaredariyên me yên li herêmê ji bo vemirandina şewatê seferber bûn û alîkarî gihand gel. Hevşaredarên me, parlamenterên me, hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir ku ji pêkhateyên partiya me ne, li gundên karesatê lê rû da, bi gel re hem êşên gel parve dikin hem û birînan dipêçin. Vê karesaetê careke din nîşan da ku di felaket û karesatan de dewlet û desthilatdarî ne bi gel re ye. Di dema erdhejê de nebûn, di şewatê de nînin, di lehiyê de nînin. Lê belê em xwedî wê hêzê ne ku tevî gelê xwe ji bin hemû felaketan rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar