Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) aşkere kir. Di encamnameyê de hate gotin ku di civînê de bûyerên li herêmê û cîhanê yên aborî, civakî û siyasî hatin nirxandin û li gorî tespîtên hatin kirin, armancên rêxistinî û polîtîk hatin diyarkirin, li ser bernameya têkoşînê biryar hatin wergirtin.
Di encamnameyê de bal kişand ser şerê li Filistîn û Lubnanê, her wiha rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê û wiha hate gotin: “Tirkiye û Kurdistan di navberan vê cografya û hevsengiya piralî de ye.”
PM’a DEM Partiyê wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi salan e hewl dide destketiyên gelan ên li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, li herêmên dagirkirî çete bi cih kir. Niha jî tesfiyekirina van çeteyan di rojevê de ye. Polîtîkayên xwe yên dagirkerî û îlhaqê yên li başûrê Kurdistanê jî bi rengekî cidî xitimî ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi polîtîkayên xwe yên dagirker û mêtinger li Rojhilata Navîn li derveyî hevsengiyan maye, gelên Tirkiyeyê bi polîtîkayeke metirsîdar re rû bi rû hiştiye. Polîtîkayên şer, rant û talanê metirsiya rizandin û hilweşînê bi xwe re aniye.”
Bi domdarî di encamnameyê de îşaret bi gotinên “asayîbûnê” hate kirin ku ji nû ve ketiye rojevê û ev nirxandin hate kirin: “Partiya me ku bi salan e berdêlên giran dide û hewl dide di nava her şert û mercî de eniya li dijî şer mezin bike, daxwaza aştiyê civakî bike, wê rê nede ku gotinên asayîbûnê ji bo nixumandina pirsgirêkên heyî bêne bikaranîn. Erênî ye ku nîqaşên li ser çareseriyê ji nû ve ketiye rojevê, lê belê ji nû ve bilêvkirina gotinên ‘teslîmrgirtinê’ wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê neke.
Partiya me muxatab û aliyên çareseriya pirsgirêkên civakî girîng dibîne, lê belê avakirina pêvajoyeke rêxistinî ya bi beşdariya karker, kedkar, bindest û hemû gelên Tirkiyeyê weke çareseriya esasî dibîne, ji bo vê jî bi salan e têdikoşe. Weke DEM Partî em alîgirê çareseriyeke li ser bingeha wekheviya gelan, demokratîk û wekheviyê ne; em dixwazin destûreke bingehîn a demokratîk, komareke demokratîk û azad bê avakirin. Li ser vê bingehê, heke li Tirkiyeyê wê çareseriyek pêk were divê daxwaza aştî û demokrasiyê ya civakê bê birêxistinkirin, bi hemû dînamîkên xwe bikeve nava liv û tevgerê û bi înîsiyatîf rabe. Aştî tenê di navbera partiyên siyasî û aliyan de nabe; xwedîderketineke civakî divê. Ji ber vê jî em bi têkoşîn û îradeya hevpar a gelan çareseriyeke mayînde ava bikin.
Ji bo aştî û çareserî bibe rêya rasteqîn, weke gava destpêkê û herî girîng divê tecrîda ku pratîka hiqûqa şerê taybet e ya li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin bê rakirin. Rola krîtîk û diyarker a Ocalan di pêvajoyên çareseriyê de li ber çavan e û ne cihê nîqaşê ye. Hevdîtina dawî ya piştî tecrîda mutleq a 43 mehan girîng û erênî ye, lê tecrîd hîn jî dewam dike. Weke ku wî bi xwe got, ‘Heke şert û merc bêne afirandin ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’ di serî de azadiya fîzîkî bê misogerkirin û divê şert û mercên ewlekarî, tenduristî û xebatê bêne afirandin ku ev yek ji bo vekirina rêya aştiya civakî gelekî girîng e. Zemîna danûstandin û diyalogê, tenê di çarçoveya şert û mercên azad û wekhev de dikare rasteqîn û mayînde be.”