Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

DEM Partî: Divê kurdî bibe zimanê fermî

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek mijara êrîşên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengiz Çîçek pêkûtî û astengiyên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û pêşniyaznameya lêkolînê da.

Çîçek di pêşniyaznameyê de diyar kir ku zimanê kurdî û zimanên din ên zikmakî astengiyên li pêşiya van zimanan ên li saziyên dewletê ji avakirina komarê heta roja îro di meriyetê de ye û ev yek di pêvajoya OHAL’ê û “plana têkbirinê” de berbelav bû. Çîçek di pêşniyaznameya xwe de got ku her wiha gerandina govenda kurdî û guhdariya li stranên kurdî jî dibe sedema girtinê.

Çîçek di pêşniyaznameyê de da zanîn ku her tiştên li ser navê kurdî wek sûc tên dîtin û qebûlkirin û her awayê kurdî û kurdan tê krîmînalîzekirin.

Çîçek di pêşniyaznameya xwe de destnîşan kir ku divê tavilê dawî li şer were anîn û rê li ber aştiyek birûmet û mayînde bê vekirin û dawî li pêşiya astengiyên li ser zimanê kurdî bê anîn û wiha hat gotin: “Divê di her asta perwerdehiyê de mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were nasîn û divê zimanê kurdî wek zimanê fermî were qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar