Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

DEM Partî: Pêdivî bi destûra bingehîn a demokratîk heye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî serdana Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş got ku pêdivî bi destûra bingehîn a demokratîk û paqijkirina rê heye.

Dewleta tirk sed sal in bi Destûra Bingehîn a faşîzane tê birêvebirin û ev destûra bingehîn her tim desthilatdaran jî dixwe. Demek dirêj e deshilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo destûra bingehîn li gorî xwe çêbike serî li hemû rêbazên dermirovahî da. Rêber Apo bi berxwedana bûhempa û gerîlayên azadiyê jî bi operasyonên şoreşgerî derba mirinê li desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xistin. Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de çû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Hevdîtin, saet di 12.00’an de li Meclîsê dest pê kir. Li gel Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî cih girtin.

Hevdîtin bi qasî nîvsaetê domiya û piştre jî daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil Kurtulmuş axivî û got ku di çarçoveya xebatên destûra bingehîn de di roja sêşemê de dest bi hevdîtinan kirine û di roja duyemîn de hatine serdana DEM Partiyê. Kurtulmuş, wiha domand: “Em îro hevdîtinan bi sê partiyan re dikin. Sê partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene. Me ewilî serdana DEM Partiyê kir. Me nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoyê û daxwazên xwe bi wan re parve kirin. Piştî ku bi hevserokên giştî û serokên komê yên rêzdar re hevdîtin kirin têkildarî vê yekê pişt re dê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin. Hêviya me ew e ku xebateke destûra bingehîn ku piraniya partiyên siyasî yên di Meclîsê de li ser bixebitin û li Meclîsê were qebûlkirin e. Em ê daxuyaniya berfireh a têkildarî îro piştî serdana her sê partiyan bikin pêk bînin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya pişt re axivî jî keyfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û wiha got: “Em jî weke DEM Partiyê di wê baweriyê de ne ku pêdivî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a demokratîk heye. Nêrînên me yên li ser guhertina Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê û gavên ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk bên avêtin, tên zanîn. Pêdivî bi paqijkirinekê heye. Ji bo me gelekî girîng e ku pêvajoya heyî ya tepisandinê ji holê rakin, xalên Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê bi cih bînin.

Me destnîşan kir ku em tundiya duh di 1’ê Gulanê de pêk hatiye neyînî dibînin û di pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn de li ser zemîneke bi vî rengî wê zehmetî bên kişandin. Bê guman ji bo me jî girîng e ku em pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn li ser bingeha welatîbûna wekhev a hemû gel û baweriyên cuda bi qada herî berfireh a mutebeqata civakî bidin destpêkirin. Krîzeke kûr û xizaniyeke ku Tirkiye tê re derbas dibe heye.

Weke hemû partiyan berpirsyariyeke me heye ku pêvajo bi rengekî ku vê pirsgirêka lezgîn û tirsnak veneşêre, bi pêş bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar