Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

DEM Partî: Xeta stratejîk û sereke Rêya 3’yemîn e

DEM Partî daxuyand ku di hilbijartinan de meyla ku bi namzetên xwe di rêveberiya bajaran de cih bigirin xurtir bûye û wiha got: “Xeta me ya stratejîk û sereke Rêya 3’yemîn e ku nirxên demokrasî, aştî, azadî û edaletê ava dike.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di navbera 15-16’ê kanûnê de civîna Meclisa Partiyê (PM) li dar xist û encamnameya civînê parve kir. Di encamnameya bi sernavê “Dê bi lihevkirina bajar re gel birêve bibin” de hat detnîşankirin ku di civînê de geşedanên li Rojhilata Navîn, krîzên li Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd, tecrîd û hilbijartinên rêveberiyên herêmî bi hûr û kûr hatine nirxandin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku nexşerêya hilbijartinên rêveberiyên herêmî derketiye holê û wiha hat gotin: “Li seranserî cîhanê krîzên îktîsadî, siyasî, civakî, aborî û çandî di nav hev de didomin. Lêgerînên kapîtalîzmê yên ji bo restorasyonê bi xwe re tundî, xizanî û bêdahatûyê ji gelan re tîne. Gelên Rojhilata Navîn di bin êriş û dorpêçeke mezin de ne. Serdestên ku di netewe-dewleta ku ev sed sal in nekariye li vê erdnîgariyê bi cih bibe israr dikin, serî li her cureyên sepanên dermirovî didin. Di vê çarçoveyê de em êrişa Îsraîlê ya li dijî gelê Filistînê careke din şermezar dikin û bang dikin ku pirsgirêkê bi çareseriyeke demokratîk a gelan di nav xwe de dihewîne çareser bikin.

Îktîdara Tirkiyeyê ji bo nixûmandina krîzên heyî û hewldanên xwe yên emperyal ên li herêmê, tundî kiriye pisûlaya xwe. Tevahiya beşên civakên yên li dijî birçîtî, zilm û zextan nerazîbûna xwe nîşan didin jî rastî tundiya îktîdarê tên.

Em dikevin meha dawî ya sala 2023’yan û di tevahiya salê de êş û mirin bû para gelê me. Li rexa din jî derdorên alîgirên îktîdarê di nava luksê de jiyan. Hêj hêviya me ya ji bo Komara Demokratîk ku dê dawî li vê pergalê bîne mezin e. Kîjan serdemê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çareseriyên demokratîk hatibin paşguhkirin û tundî û zext esas hatibin girtin, welêt her tim ketiye nava krîzên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk. Ev rastî êdî veguheriya qanûna dîroka siyasî ya Tirkiyeyê. Înkarkirina pirsgirêka kurd, înkarkirina gelekî û mafên wê yên kolektîf û înkarkirina pirsgirêka statûya wan e. Di sedsala 21’emîn de êdî tu bingeheke înkarkirina gelê kurd, mafên wan ên kolektîf û îradeya siyasî nema ye.

‘Em ê bi hemû gelan re bidin qezenckirin’

Her ku tecrîd giran dibe, pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî girantir dibin. Tecrîda mutleq a li Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, bi polîtîkayên agahînegirtina mutleq tê domandin. Tecrîda mutleq, pergaleke rêvebirinê û dorpêçeke îdeolojîk-polîtîk e. Ev dorpêç, neçareseriya di pirsirêka kurd de kûrtir dike. Weke DEM Partiyê em dibêjin ku heta tecrîd ji holê tê rakirin dê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin. Biryarên ku em didin û hevkêşeyên stratejîk ên ku em ê ava bikin dê bi hemû gelên Tirkiyeyê bidin qezenckirin.”

Sernavên ku di encama nîqaşên di civînê de derketin pêş wiha ne:

 

“* Encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2024’an dê bandorên siyasî yên girîng li herêm û Tirkiyeyê bikin. Di vê hilbijartinê de partiya me diyarker e û em di ferqa vê berpirsyartiya xwe de ne.

* Pirsgirêkên Tirkiyeyê tenê bi rêbaza muzakereyan dikare bên çareserkirin. Lewma em girîngiyê didin guftûgo û muzakereyên di navbera partiyan de. Em amade ne ku bi hemû kesên demokrasiya herêmî, lihevkirina demokratîk, siyaseta azad, mafên mirovan ên gerdûnî û polîtîkayên azadîxwaziya jinê esas digirin re muzakereyan bikin.

*  Bi sekna xwe ya îdeolojîk-polîtîk û zimanê xwe yê siyasî em ne dişibin statûkoparêzan ne jî restorasyonparêzan. Xeta me ya stratejîk û sereke Rêya 3’yemîn e ku nirxên demokrasî, aştî, azadî û edaletê ava dike. DEM Partî xwe weke partiyeke têkoşînê û muzakereyê dibîne. Ev rê, ne tenê rêya destkeftiyên di hilbijartinan de tên bidestxistin in. Ev rê, di heman demê xwedî derketina li çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, xwedîderketina li îradeya gel a li hemberî tayînkirina qeyûman û li dijî nelirêtî û rizîbûnê xwedîderketina li debar, jiyan û azadiya gel e.

* Ji bo ku em dîsa bi vîna gel birêve bibin, dê bi stratejiya xwe şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin ji wan bistînin. Li gel vê, em ê li şaredariyên gelek bajar, navçe û bajarokên ku me di rêveberiyên wan de cih nedigirt bi ser kevin û gelê xwe ji nelirêtiyan, ji şebekeyên rantê û ji kesên nasnameya me înkar dikin rizgar bikin. Ji bo ku vê armanca xwe pêk bînin jî em ê li ser navê partiyê tifaq û şirîkatiyan ava bikin.

* Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî em ê bi hemû dînamîkên civakî û siyasî yên ku wan bajaran ava dikin, bi hemû sazî û rêxistinên karker, kedkar, ekolojîst, jin, ciwan, gel û baweriyan re, bi partiyên siyasî, rêxistinên ked û pîşeyî, bi welatiyên xwedî wijdan û demokratîk, bi hemû aliyên civakî û aktorên siyasî re hevdîtinan bikin, muzakereyan bikin, bi hev re bimeşin û hewl bidin li ser bingeha Lihevkirina Bajar xwe birêxistin bikin. Ev, peywira me ya esasî ye.

* Di serî de pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê; em ê li dijî feraseta ku rêveberiyên herêmî veguherandina navenda belavkirina rantê, rêveberiyên herêmî li ser xeta gelparêz, ekolojîk û azadîxwaziya jinê veguherînin û bi hemû dînamîkên civakî û siyasî yên vê xetê esas digirin re vê xêtê xurtir bikin, rola xwe ya ji bo mezinkirina feraseta alternatîf a hevpar-kolektîf bilîzin.

* Mîna her partiyeke siyasî ya serbixwe dike, di civîna me ya PM’ê derket holê ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de meyla ku em bi namzet û lîsteyên xwe bikevin rêveberiya bajar hêj xurtir bû.

* Bila gumana tu kesî nebe ku em ê destûrê nedin tu hevkêşeyên ku ne li gorî berjewendiyên gelê me bên avakirin. Berevajî vê em ê bi biryara xwe û bi hevkêşeya stratejîk a ku em ava dikin re bi hemû gelên Tirkiyeyê bidin qezenckirin!

* Di çarçoveya meyla di civîna PM’ê de derketiye holê, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de raye daye Lijneya Rêveberiya Navendî û Hevserokên Giştî da ku tişta pêwîst were kirin.

* Îradeya ku di Meclisa Partiyê de derketiye holê, di hilbijartinên pêş ên rêveberiyên herêmî de dê bi xwe re serkeftineke mezin bîne. Dema em qezenc dikin, dê bindest, kedkar, kesên rastî cihêkariyê tên, yên tune tên hesibandin û bajar jî bi ser kevin. Bi van fikr û ramanan em tevahiya gelên Tirkiyeyê silav dikin û baweriya xwe ya bi serkeftina teqez dîsa radigihînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar