Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Dema axaftina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecrîdê re girêdayî ye û got, “Li şûna ku ji bo avakirina jiyana hevpar bi muxatabê re têkilî deynin, tecrîd bi dawî bibe û êdî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan biaxivin, rûbirûyê pêkanînên dijhiqûqê tên.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li îşcenxaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq a dermirovî de tê ragirtin û nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Di 10’ê cotmeha 2023Yan de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li 74 navendên cihanê pêngava gerdûnî hat destpêkirin. Ji wê rojê heta niha gelên Kurdsitanê û dostên wan di nava çalakiyan de ne. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz der barê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo axivî û wiha got: “Em hemû dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi kaos û krîza kûr li ser linga dimîne, hewl dide bi jinedîtîhatina daxwazên mafdar, cihê kirin û tunehesibandina gel hin pêvajoyan derbas bike. Ne tenê li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hemû gelên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne. Em îro dibînin ku dema mijar dibe mafên mafdar ên gelê kurd desthilatdariya AKP-MHP’ê rolên dirû dilîze.”

Mehmet Şîrîn Gurbuz destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û wiha berdewam kir: “Li şûna ku ji bo avakirina jiyana hevpar bi muxatabê re têkilî deynin, tecrîd bi dawî bibe û êdî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan biaxivin, rûbirûyê pêkanînên dijhiqûqê tên. Mixabin şert û mercên tecrîdê her ku diçe kûrtir dibe. Eger Wezareta Edaletê bibêje girtîgeha Îmraliyê ne girêdayî wan e û şert û mercên wê derê nizanibe wê gelê Kurd çawa zanibe? Dema ku ji aliyê saziyên civaka sivîl ên cîhanê û hemû derdoran ve şert û mercên tecrîdê nayên qebûlkirin, mixabin tecrîda ku li Îmraliyê hat destpêkirin belavî welat bûye.”

Şîrîn Gurbuz anî ziman ku binpêkirinên tên kirin hemû aliyan neyînî bandor dike û ev tişt gotin: “Divê pêşî bê dîtin ku tecrîd di rewşeke wiha de ye ku heta bandor li rêveçûna li kolanan jî dike. Divê hemû gelên Tirkiyeyê vê bibîne. Îro gel ji çar aliyên cîhanê ji bo rakirina tecrîdê daxwazeke hevpar dikin. Jinedîtîhatina van daxwazan gûrkirina kaosê ye. Kûrkirina kaosê ne di berjewendiya tu kesî de ye. Divê hemû gel û partiyên siyasî şert û mercên tecrîdê di rojevê de bihêlin. Divê şert û mercên ku civak bi hev re bijîn were afirandin. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecrîdê re girêdayî ye. Heta ku ev şert û mercên tecrîdê ji holê nerabin wê hawirdora şer û kaosê roj bi roj dijwartir bibe. Ez bang li hemû gelan dikim; divê em bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Divê tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar