KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Dema azadiya Rêber Apo hatiye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo de axivî û got: “Heke miletek hebe helbet serokekî wî heye. Serokê me jî birêz Ocalan e. Gelê kurd 40 sal in xwedî li serokê xwe derdikeve. Birêz Ocalan 75 salî ye û dema azadiya wî ya fizîkî hat.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê hat dinyayê. Rêber Apo bi komployeke navdewletî ev 26 sal in li Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin, îro keta 75 saliya xwe. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê ve meş tê lidarxistin.

Bi peşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve”  meşa azadiyê tê lidarxistin.

Ev zêdetirî 3 sal in destûr nayê dayîn Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike lewma tu agahî jê nayên girtin. Ji bo meşa bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan tê lidarxistin ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes li Taxa Elîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê hatin gel hev.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê di pîrozbahiyan de axivî, wiha got: “Heke miletek hebe helbet serokekî wî heye. Serokê me jî birêz Ocalan e. Gelê kurd 40 sal in xwedî li serokê xwe derdikeve. Ji ber vê yekê ji sala 2004’an û vir ve herkes berê xwe dide Amarayê. Kesên dibêjin ‘me kurd qedandin’ li hemberî xwe gel dîtin. Kesê rêberiyê ji gel re dike jî birêz Ocalan e. Em xwedî derketinê pîroz dikin, rêya me dirêj e. Birêz Ocalan 75 salî ye û dema azadiya wî ya fizîkî hat. Dayik bi hesreta aştiyeke birûmet in. Dayikan canê xwe, zarokên xwe di vê oxirê de dan. Bi dehan ciwanan jiyana xwe ji dest dan û ewqas jî di girtîgehan de ne.”

Ocalan, bi lêv kir ku li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî îro derbasî qonaxeke nû bû û wiha berdewam kir: “Ji bo grevên birçîbûnê îro pêvajoyeke nû dest pê dike. Divê em xwedî li çalakiya girtiyan derkevin û bibin dengê wan. Barê me giran e lê em ê vî barî parve bikin. Di serî de birêz Ocalan em ê bibin dengê hemû girtiyan. Heta ku çareseriyeke demokratîk pêk were dê têkoşîna me berdewam bike. Rojbûna birêz Ocalan careke din pîroz be.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî qala pirsgirêkên li welat tên jiyîn kir û wiha got: “Welat di nava arîşeyeke cidî de ye. Li vî welatî demokrasî, hiqûq, edalet di binê piyan de ne. Li cihê ku ev hemû lê hene, ya ku gotina dawî bibêje desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Di hilbijartinan de gel bersiveke mezin da. Gelê kurd dersek da we. Desthilata ku li Kurdistanê nikare hebûnekê ava bike xwest bi dengdêrên sexte destkeftiyên gelê kurd xesp bike. Li Wanê gel bersiv da. Desthilatê êrişî hemû mafên me yên demokratîk kir. Namzetên me yên bi ser ketin bi kaşkirina bi erdê re hatin binçavkirin. Çima? Ji ber tirsê. Ew jî hêza me dizanin.”

Ûçar, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ên “Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye” bi bîr xist wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dema pêvajoya muzakareyê dest pê kir, gelek hişyarî kirin. Got ku ‘Welatekî ku xwîn û rondikên çavan lê nebin pêkan e’. Desthilatê çavên xwe girtin û got ‘Ev welat ne mehkûmî xizaniyê ye, ne neçarî derve ye’. Wan çavên xwe girtin û gotin ‘Me pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê’. Gelê kurd fîşê sarincê kişandin. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tevî şert û mercên tecrîdê yên 25 salan li ser piyan e pîroz be.”

Ûçar destnîşan kir ku divê Girtîgeha Îmraliyê were girtin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku birêz Ocalan rola xwe bikare bilîze divê hin hewldan bên kirin. Fikrên birêz Ocalan li cîhanê tên nîqaşkirin. Li Rojava li cîhanê kurd li ser piyan e. Ev pirsgirêk bêçare nîne. Kesên ku di vê pirsgirêkê de israr dikin bersiva herî mezin girtin. Meşa Azadiyê didome. Îro berê me li Amarayê ye dê li azadiya birêz Abdullah Ocalan be. Me destûr neda ku desthilat bi rejîma tecrîdê welat bi rê ve bibe, em ê destûrê nedin jî. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz be, têkoşîna me pîroz be.”

Tevî hemû cureyên astengkirinan jî gelek kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Taxa Elîgor ê navçeya Pirsûsê, piştî daxuyaniyê ji vir ber bi Amarayê ve ketin rê. Girseya ku gihiştî navçeya Xelfetiyê, derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bû. Ji ber ku Amara ji hêla leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin, kombûna li avahiya rêxistinê veguherandin civîna bi gel re. Di çalakiyê de nivîsên Abdullah Ocalan ên têkildarî jiyana xwe û têkoşînê nivîsandî hatin xwendin. Piştre jî welatiyên tev li hevdîtinê bûn, nêrînên xwe yên tiştên divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên kirin vegotin.

Civîn bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar