Navenda Nûçeyan
Çalakiyên grevên birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyan li dijî tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 44’emîn de didome.
Girtiya bi navê Sadet Akin a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyam şand û binpêkirina mafan ragihand.
Akin da zanîn ku bi hinceta pandemiyê ji bo çalakiyên werzîşê destûr nayê dayîn û got ku xwesteka wan a ji bo guhertina koguşan jî nayê qebûlkirin.
Akin diyar kir ku rojname û kovaran nadin wan û ji hefteyê carekê li koguşan lêgerîn tê kirin û di warê paqijiyê de rêveberiya girtîgehê baldar tev nagere û destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê pirtûk û nameyên kurmancî nadin wan û ava li girtîgehê ne paqij e.
Her wiha Akin bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku didomin û ji bo sersalê li ser navê jinên girtî ev peyam şand: “Em di destpêkê de sersala Serokatî û rêhevalên xwe pîroz dikin. Em ê vê sersala nû bi ruhê hemleya ‘Dem dema Azadiyê ye’ bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin. Em gelê xwe bi hezkirineke mezin hembêz dikin. Em bang li gelê xwe dikin. Divê bi vê hemleya hatiye destpêkirin rabin ser pêyan. Divê em bi ruhê serîhildanê li vê hemleyê xwedî derkevin. Divê em ji her komkujî, tundî û zextê re bêjin na. Dema azadî û hembêzkirina Serokatî ye. Em silavê ji bo hemû kesên piştigiriyê didin re dişînin. Heta dayikên ku li gel me ne hebin û piştigiriya xwe bidomînin ew ê serê me bilind be. Em dibêjin ‘An serkeftin an serkeftin’. Em vê sersalê bi vî ruhê pêşwazî dikin û em serîhildana xwe didomînin.”
‘Çawa ku zarokên me bêdeng neman, divê em jî bêdeng nemînin’
Têkîldarî çalakiya grevên birçîbûnê bangawaziyên xizmên girtiyan û girtiyan ji bo piştgirî û xwedîderketinê didome. Yek ji wan malbatan Senîha Atalay e ku 2 kurên wê girtî ne. Omer Atalay (32) e ku di sala 2015’an di berxwedana xwerêveberiya Sûrê de hatibû girtin, li Girtîgehê Tîpa D a Amedê girtiye. Her wiha kurê wê ya din Hasan Atalay (25) jî ku di sala 2016’an de hatibû girtin, li girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê de ye. Hasan di koma 3’yemîn de bû û tev li grevê bibû. Dayika girtiyan Senîha Atalay derbarê mijarê de axivî.
Dayik Atalay destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercen girtîgehê û diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwazek rewa ye.
Atalay got ku bila êdî gelê kurd ji vê rewşê re çavên xwe vekin û ev tişt anî ziman: “Zarokên me li zindanê di bin tahde, zilm û îşkenceyê de ne. Êdî em jî wek dayik wan tiştan nikarin rakin. Xwarin nadin wan, kalorîferan pênaxin, derman nadin û paqijiya girtîgehan nakin. Ji ber van zilm û binpêkirinan xew nakeve çavê me. Zarokên me tu carî di bîra me de dernakevin. Ew jî êdî wê zilmê napêjirînin û li hemberê wê derdikevin. Helbet tu kes nikare wan şert û mercan qebûl bike, lewra çalakiya wan çalakiyek rewa û mafdar e. Em jî dixwazin daxwazên zarokên bên cîh. Divê kurdên bi rûmet û li pêy mafên xwe de bin, bêdeng nemînin. Zarokên me bêdeng neman, wê demê em çima li cihê xwe rûnin.”
‘Em ji rewşa zarokên xwe bi fikar in’
Dayikê anî ziman ku daxwaza wan tenê rakirina tecrîd û aştiyeke mayînde ye û wiha domand: “Em ji bo zarokên xwe di nava fikaran de ne. Du sal berê jî ketibûn grevê. Rewşa wan ketibû xetereyê. Niha jî ji ber wê nexweşiyê de zêdetir rewşa wan xirab bibe. Bila dengê me biçe Ewropayê. Em êdî nizanin çi bêjin. Gava ez xwarin û şîvê amade dikim, zarokên min dikevin bîra min. Girtî, di zindanê de di greva birçîbûnê de ne. Ez dayik im û zarokên me nexweş in, tedawiya wan nayê kirin. Du kurê min jî di girtigehê de nexweş in. Kesên ku tacîz û tecawîzê dikin, bê ceza dimînin yên me bê sûc tên girtin û cezayê giran didin wan. Ji ber ku dibêjin bila ew zilm û heqaret rabe.”
‘Heke tecrîd rabe dê zilm jî bi dawî bibe’
Her wiha Atalay destnîşan kir ku ew li hundir malbat jî li derve zilmê dibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema grevên birçîbûnê ya ku berê de derûniya me êdî xirab bibû. Bila parlamenter, rêxistinên sîvîl û hemû parêzvanên mirovan deng derxînin. Em naxwazin wekî berê ji girtîgehan cenaze derkevin. Madem zarokên me ji bo gelê xwe pêngaveke dan destpêkirin û bedena xwe dan ber mirinê, divê em jî erka xwe bînin cih û divê mafê zarokên xwe bipirsin. Rakirina tecrîdê rêya aştiyeke mayînde ye. Ew tiştê hemû kes jî dizane. Heke tecrîd rabe, ew ê zilm jî ji holê rabe dê deriyê zindanan jî dê vebin.”