Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî jê peyamek derxist. Piştre jî Bahçelî ji meclisê bang li Rêber Apo kir û tecrîd xist rojevê. Ji aliyekî li tecrîdê mikur hat, ji aliyê din qala pêvajoyeke çareseriyê kir. Bi van gotinên Bahçelî re her kesî şîrove û nîqaş kirin. Bi carekê re rojev guherî û bi gelek kesan re hêviyeke çareseriyê pêş ket. Di demeke wiha de jî destûr hat dayîn ku parlementerê DEM Partî Omer Ocalan biçe Îmraliyê û Rêber Apo bibîne.
Bêguman ev yek li ser gotinên Bahçelî pêş ketin. Lê piştî peyama Rêber Apo ya ji Îmraliyê rojev guherî. Ango êdî dora hukûmetê bû ku gavekê bavêje. Rêber Apo di wê hevdîtinê de ragihand ku ew ji bo çareseriyê amade ye. Peyamek kurt bû, lê hem ji bo kurdan û hem ji bo dewletê peyamên girîng bûn. Ji kurdan re digot tecrîd dewam dike, yanî xwe sist nekin û tiştek li meydanê tineye. Ji dewletê re jî digot; eger hun çareseriyê dixwazin keremkin.
Ev yek li hesabê dewletê nehat. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwest ku wekî berê li Îmraliyê hevdîtinan bikin û dîsa kurdan mijûl bikin. Ji ber ku di salên 2013-2015’an de pêvajoyeke wiha meşiya. Niha jî heman tişt e. Eger birastî jî dewlet ji dil be wê hin gavan bavêje. Lê em dibînin ku derdekî vê dewletê yê çareseriyê tineye. Piştî peyama ji Îmraliyê û çalakiya li Enqerê ya tabûra nemiran rojev guherî. Rêber Apo di peyama xwe de îşaret bi tecrîdê kir, endamên tabûra nemiran jî li dijî ewqas komkujî û êşkenceya li Îmraliyê çalakî kirin. Ev yek helwesta berxwedanê ye.
Dewletê jî dît ku kurd hê li ser a xwe ne, yanî teslîm nabin, vê carê jî dest bi êrişên qirkirin û dagirkeriyê kirin. Dewleta tirk çend rojan li ser hev Rojava, Şengal û Başûrê kurdistanê bombebaran kir. Êrîşên giran birin ser kurdan. Piştî bi demekê jî şaredariyên kurdan li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dagir kirin.
Eger derdekî dewletê yê çareseriyê hebûya ev tişt nedikirin. Derdê dewletê ewe ku divê kurd teslîm bibin. Ji bo vê yekê Bahçelî silav da DEM Partî û bang li Rêber Apo dike. Eger ku karîbûna kurd û tevgera azadiyê têk biribana xwe nediavêtin Kurdan. Ji sala 2014’an û vir ve tiştek nema ku bi serê kurdan nekirin. Bajar û navçeyên wan xera kirin, komkujiyên mezin kirin, lê dîsa jî nekarîn Kurdan tine bikin. Wezîrekî wan hebû û her carê digot PKK qediya, eger PKK qediya be wê demê çi derdê we heye ku hun banga çek danînê li PKK’ê dikin. Bahçelî û Erdogan dizanin ku ev dema wan a dawî ye û êdî nema dikarin li ser wê desthilatdariyê bin. Ji aliyekî temenê wan têr nake, ji aliyê din êdî her kesî derewên wan nas kir. Lewma kes nema baweriyê bi wan tîne. Ji bo vê yekê jî li şûna ku Bahçelî banga çekdanînê li PKK’ê dike, bila biçe Kurdistanê ji her kesî re ragihîne ku nikarîbûn kurdan tine bikin. Ji kurdan lêborînê bixwazin û eşkere bikin ku mecbûrê kurdan mane.