Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Dema berf dibare berê xwe didin gund

Îsal li Kurdistanê li gorî sala par berf zêde dibare. Barîna berfê ji bo hinek kesan jiyanê zehmet dike û ji bo hinek kesan jî dibe kêfxweşî. Dema berf dibare welatiyên Başûr berê xwe didin gundê Gulan yê navçeya Raperînê

Li başûrê Kurdistanê di werza zivistanê de, gund û navçeyên nêzîkî çiyayan, dibin cihê geşt û guzariyê. Dema ku berf dibare, welatî bi malbatên xwe ve diçin wan gundan. Gundê Gulan ê ser bi navçeya Raperînê jî yek ji wan gundên ku bala welatiyan dikêşe ye. Bi taybetî di werza zivistanê de, bi barîna berfê re gelek malbat serdana gundê Gulan dikin.

Welatiyê bi navê Ehmed Hacî ku xelkê navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ye, serdana gundê Gulan kiriye. Ehmed da zanîn ku ji ber li navenda navçeya Ranya berf kêm dibare, ew berê xwe didin gundê Gulan. Her wiha Ehmed got ku ew ji ber kêfxweşiyê serdana gund dikin û ji bo berfdîtinê her sal tên gundê Gulanê. Ehmed da zanîn ku ew berfê jî carna dibin mal û bi doşavê dixwin. Yan jî di dolabên berfê de ji bo havînê radikin.

Hem zivistanê xweş e û hem jî havînê

Welatiyê bi navê Şikomend Hesen jî serdana gundê Gulanê kiriye û wiha got: “Her tim çiyayê Makok di werza havînê de hênik e û xweş e. Di werza zivistanê de jî ji ber barîna berfê xelk berê xwe didin çiya. Lê xizmetguzariya vê herêmê baş nayê kirin.”

Herî dawî welatiyê bi navê Êrîş Mihemed jî anî ziman ku ew ji bo demeke xweş derbas bikin serdana navçeyê kirine û got: “Ji ber nebûna rêya gund, welatî ditirsin. Rê nexweş e ji bo wê jî metirsî heye, her wiha nayê paqijkirin. Bi giştî xizmetek baş ji bo van navçeyan nayê kirin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar