Endamên MYK’a HDP’ê ya sala 2014’an jî di nav de siyasetmedarên ku di çaroveya Lêpirsîna “bûyerên Kobanê” de hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Enqereyê. Li ser daxwaza dozger, siyasetmedarên ku derketin dadgehê dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
Piştî vê yekê polîsan siyasetmedaran careke din birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. ENQERE