Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Dema binçavkirinê ya 15 kesên li Mêrdînê hate dirêjkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên li Mêrdînê didomin. Polîsan dema binçavkirinê ya belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç û 14 kesên di demên cuda de li Mêrdînê hatine binçavkirin, dirêj kir. Her wiha kesê bi navê Mehmet Zekî Akgul jî di danê sibehê de hate binçavkirin

Zext û zordariya dewleta tirk a li ser xebatkarên çapemeniya azad berdewam e. Di çarçoveya van zextan de polîsan di 24’ê adarê de li Mêrdînê bi ser mala belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç de girtibû. Di dema serdegirtina malê de mala Sirnaç hatibû serûbin kirin û xebatkar Sirnaç jî bi îdiaya ‘xebatên rêxistinê birêve birine’, binçav kirin.

Duh jî Mizgîn Sirnaç piştî îfadeya li midûriyeta emniyetê, sewqî dozgeriyê hatibû kirin. Dozgeriyê bi awayekî kêyfî dema binçavkirina Mizgîn Sirnaç heta roja duşemê dirêj kir.

Gelek kes hatibûn binçavkirin

Her wiha polîsan di demên cuda de li Mêrdînê bi ser gelek malan de girtibûn û herî kêm 26 kes binçav kiribûn. Hat zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin,12 kes hatin berdan û dema binçavkirinê ya 14 kesan jî hate dirêjkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li Mêrdînê tenê bi vê jî bi sînor nebû. Di heman demê de îro di danê sibehê de polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Mehmet Zekî Akgul de girt û Akgul binçav kirin. Akgul ku birin Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê, sedema binçavkirina wî nehat zanîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Akgul çend roj berê dema ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê li benda cenazeyê girtiya siyasî Medya Çinar ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya fedaî pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû disekinî hatibû binçavkirin. Akgul di bin çavan de hatibû derbkirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar