Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Dema binçavkirinê ya 20 kesên li Rihayê hate dirêjkirin

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dema binçavkirinê ya 20 kesên li Xelfetî û Hewagê hatine binçavkirin û îşkencekirin hatiye dirêjkirin. Navendê got ku daxwaza binçavkiriyan a rapora îşkenceyê jî hatiye redkirin

Li gundê Dêrto yê Xelfetî ya Rihayê di 18’ê gulanê de dema ku hêzên artêşa tirk derketin operasyonê şer derket. Piştre jî dewleta tirk li gundê Dêrto û gundê Qoser ê Hewagê bi ser gelek malan de girt û 47 kes binçav kirin. Welatî hem li malê, hem li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û hem jî li Şaxa TEM’ê ya Rihayê rastî îşkenceyên giran hatin. Ji kesên hatin binçavkirin 3 jê zarok bi giştî 19 kes hatin berdan. Li taxa Qoserê duh jî 4 kesên din hatin binçavkirin.

Têkildarî mijarê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî kesên hatin binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “9 kesên ku sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Rihayê hatine kirin di îfadeya xwe de destnîşan kirin ku ji bo îşkenceya li wan hatiye kirin bikin rapor, xwestine sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) bên kirin. Her wiha xwestin ku li şûna TEM’ê, wan sewqî cihekî din bikin. Lê heyeta dadgehê ev daxwaz red kir.

Piştî lêpirsînê heta niha 3 jê zarok bi giştî 22 kes hatine berdan. Kesek jî ji ber parvekirinên di medyaya civakî de hatiye girtin. Dozgerê lêpirsînê dema binçavkirinê ya 20 kesan dirêj kir û sewqî Dadgeha Sulh Cezayê kir. Em wekî Navenda Mafên Mirovan a Baroya  Rihayê dê şopdarê vê mijarê bin.”

Navên binçavkiriyan

Navên kesên ku dema binçavkirina wan hatiye dirêjkirin wiha ne: “Celal Yildirim, Feyzullah Gul, Emîn Zencîrkiran, Fahrettîn Alakuş, Celal Ercan, Ahmet Korkmaz, Mustafa Kahraman, Ugur Yildirim, Mustafa Yildirim, Cindî Zencirkiran, Fatma Alakuş, Zekî Alakuş, Gazaley Alakuş, Tacettîn Gul, Abdullah Yildirim, Halîl Zencirkiran, Guler Alakuş, Mehmet Alakuş û Mehmet Korkmaz.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar