Dema binçavkirinê ya 8 kesên ku li Serêkaniyê di serdegrtina malan de hatibûn binçavkirin, ji bo 4 rojan hate dirêjkirin
Endama Meclisa Şaredariya Serêkaniyê ya HDP’ê Dîlan Ablay, dayika wê Sevîm Ablay, bavê wê Mûhlîs, birayên wê Baran Ablay û N.Z.A (16) û Mehmet Sadik Şîmşek, Kays Işik û Bûrhan Acar ku di 27’ê hezîranê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin û niha li Midûriyeta Polîsan a Rihayê tên girtin.
Hat zanîn ku dema binçavkirinê ya her heşt welatiyan ku bi îdiaya ‘Bi zanebûn û xwestin piştîrî dane rêxistinê’ tên sûcdarkirin, ji bo 4 rojên din hate dirêjkirin. RIHA