Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dema çêkirina beniyan

Li gundên Mêrdînê her sal di dawiya meha îlonê de çûyîna ser mehseran dest pê dike. Îsal jî bi hatina wextê mehseran re çêkirina beniyan dest pê kir. Gundî pêşî gûzan bi benikan vedikin û dû re di nav pilora di stîlan de dikele tên rakirin. Gûzên di nava pilorê re tên rakirin dû re wekî şirîdan li ber tavê tên hişkirin.

Mulkiye Admiş ku beniyan çêdike, anî ziman ku serê sibehê zû radibin û pêşî tirî dieciqînin, bi dû re şîreya wê dixin qofeyan û hinekî arvan û tiştên din tev li navê dikin û dikin dims.

Admiş diyar kir ku paşê gûzên ku bi benikan vekirine di nava pilora ku li ser agir dikelînin radikin û herî dawî jî wan datînin ber tavê da hişk bibin û got ku karê dikin hem zehmet e hem jî xweş e.

Hasan Admiş ku heya gûz di nava pilorê re bên rakirin bi bêrika di dest xwe de pilorê li hev dixe anî ziman ku ji bo pilor binî negire divê tim bê lihevxistin.

Tiriyê Mezroneyê

Ramazan Admiş jî anî ziman ku ji bo beniyên wan xweş bin tiriyê mezroneyê dikin benî û wiha got: “Em dixwazin tiştekî hem organîk hem jî paqij çêbikin. Em li ber çavê her kesî çêdikin. Karekî zehmet e. Em serê sibehê saet di 5’an de dest bi kar dikin. Em tirî dieciqînin, dikin dims… Hew me dît nîvê rojê qediyaye.”

Her wiha Admiş da zanîn ku şirîdên gûzan ên tev li nava pilorê dikin ji bo hişk bibin du rojan li ber tavê dihêlin lê belê gava dinya hênik be carinan çend rojên din jî li ber tavê dihêlin û diyar kir ku benî ji bo wan çandeke û bi vî awayî çanda xwe didomînin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar