Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dema dagirkirina Efrînê û komkujiya li Trandayê

Şînda Ekrem | 

Em li dîrokê binêrin, em rastî komkujiyên weke ‘Komkujiya Geliyê Zîlan’, ‘Komkujiya Dibistana Amûdê’, ‘Komkujiya Dêrsimê’, ‘Komkujiya Helebceyê’, ‘Komkujiya Şengalê’, ‘Komkujiya Roboskî’ û hwd. bi vî rengî, em dikarin navê bi sedan komkujiyên ku hatina serê kurdan li dûv hev rêz bikin  ku di wan de bi sedan û hezaran kurd hatina qetilkirin lê heya roja îro dijminan nikarî bû kurdan tune bikin, kurd li hemberî van kiryaran bi hêztir dibin.

Malbata Rifet yek ji malbatan e ku di êrîşên li ser Efrînê de komkujiya ku li mala wî qewimî, li maleke ji du ode û bexçyekî wê heye û li gundê Im Alhoş ku yek ji gundên girêdayî navçeya Şehbayê dimînin, malbata ku ji şeş kesan pêk dihat tenê sê kes jê mane.

Artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de, bikaranîna her cûreyên çekên giran û nûjen, balafirên şer, balafirên bêmirov û heta çekên ku di navneteweyî de qedexe ne êrîşek li dijî kantona Efrînê dan destpêkirin.

Êrîş li dijî her tiştî, sivîlan, xwezayê, cihên perestgehê, deverên arkeolojîk û binesaziyê bû, bajarê Efrînê ku hema hema bi tevahî ji hêla artêşa dagirker a tirk û çeteyên wî ve hatibû dorpêçkirin.

Bi hezaran kes ji bajar, bejahî, bajarok û gundên bakur û rojhilatê Sûriyeyê çûn kantona Efrînê di forma karwanan de, da ku redkirina xwe ji êrîşa Tirkiyeyê ragihînin û bêdengiya navneteweyî û danûstandinên siyasî yên ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de qewimîn, şermezar bikin.

Di 8’ê Adara 2018’an de, artêşa dagirker a tirk ji her alî ve hema bêje bi tevahî bajarê Efrînê dorpêç kir û bi ser û ber dest bi topbarana bajêr kir, bi armanckirina gundê Tranda û derdora Nexweşxaneya Avrîn, taxa Mehmûdlî û navenda kir û komkujiyek hovane li dijî mirovan kir ku 9 sivîl hatin kuştin. 4 ji wan zarok bûn, 3 jin, kesek pîr û ciwanek, bêtir ji 14 kesên din birîndar bûn.

Ji nav wan 4 zarokan sê ji wan yê welatiyê bi navê Rifet Reşîd Îbrahîm ji gûndê Tranda ku 4 kîlomete dûrî Efrînê bû.

Dema êrîş li Efrînê despê kir Rifet wek bi sedan kes ji bo ku welatê xwe biparêzê tevî nav xebatê hêzên cewherî bû.

Rifet dibêje: “ew demek bû Efrîn her di nava tehdîdên dewleta tirk de bû, ez û hevalên xwe  em yek deqe dûrî erkê xwe yê parastinê neketin. Roja despêkê balafirên şer li her derê xist, dilekî min li ser parastinê bû, dilkî min li ser malbatê bû. Roajane di nava wê şerî giran de, tenê min bi rêya telefonê li rewşa hevjîn û zarokê xwe dipirsîm.”

Rifet bi dilekî şewat wiha dibêje : “Berî ku faciya bi serê min de werê bi sê rojan min di xwena xwe de didît sê zarokê min di bombebaranê de tên kuştin.”

Zarokê wî Hisên  18 salî , Hela 17 salî  , Ferhad 13 salî û Reşîd ku niha temenê xwe 5 salî ye .

Rifet dibêje : “berî roja komkojiyê hem ji dilê min hat ez biçim carekê wan bibînim ji ber şer her di çû girantir dibû û min ji xwe re digot mirov nizane çi dibe belkî ez li ser erka xwe şehîd bikevim û wan nebînim.”

Dema digihêje mal her çar zarokê wî û hevjîna wî ku demeke ji hev dûr bûn kêfxweş dibin.

Piştî qederekê diviya bû Rifet vegere ser erka xwe, piştî rojekê ji dîtin malbata xwe pê dibihîze ku bi sedema bi dehan hawin li gundê Tranda komkojî li wir çêbûye.

Rifet dibêje : “dilê min bilez lêda, min ji hevalên xwe re got dibe ku zarokê min di nav de bin.”

Rifet bi telêfonê hevjina xwe digere dernakev, piştî çend deqe ambulans di ber Rifet re derbas dibe.

Di wê kêliyê de hevjîn û lawê wî yê biçûk di ber re derbas dibin, lê nas nake û ji hevalê xwe re dibêje xwedê alîkariyê wan be, piştre lawê wî Hisên û keça wî Hela ku ji derbeya hawinê parçe bûbûn û ji tozê rûyê wan nedihat nasîn di ber re çûn, lê ew jî nas nekirin,  piştî wan her du lawê xwe yê dawî dibîne  û dibêje mala min xera bû, yê derbas bûn malbata min bûn.

Rifet xwe nagire û dibeze mal, di rê de qeza pêre çê dibe lê dîsa tev birînê xwe digihêje mal çi dibîne, mal bi erdê re bûye yek, her der di nava xwîne de maye, li serê xwe dixe û dibêje kanî zarok û hevjîna min.

Bi wê halê ku li ber ketinêye berê xwe dide Nexweşxaneya Evrîn, di rê de ji herkesê re dibêje “ji min re bêjin zarokê min sax in”,  ji halê ku bi serê zarokê wî de hatiye ku parçebûne dilê kesekî ranagire jê re bêjin ku zarokê wî jiyana xwe ji dest dane.

‘Hemû jinan roja 8’ê Adarê pîroz dikir lê ez di nav xwînê de bûm’

Binefş hevjîna Rifet dema behsa roja ku zarokê wê di encama topbarana ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve pêk hat bi dilekî şewitî û bi hesret girî û wiha dibêje: “ma me çêkiriye ku ev were serê me, ew roj 8’ê Adarê bû. Zarokên min digotin ‘yadê îro cejna te ye ma em ê wek her sal dernekevin şahiyê’.”  Binefş bi dilekî xemgîn ji wan re digot ‘îsal hinekî rewş nebaş  e em ê di demê pêş de derkevin.’

Kêliya ku komkojî pêk hat Binefş li mitbaxê xwarina nîvro ji zarokê xwe re hazir dikir, ji dengê topên ku li derdorê diketin Binefş her di nava fikaran de bû ku xwedê wan biparêze .

Hema Binefşê lez dikir ku xwerinê bide zarokê xwe û wek her roj wan bibe qebwa bin erd ku bi dehan malbat dihatin wir da ku tişt bi wan neyê.

Binefş dibêje: “hîn ez di nava fikaran de bûm, ji nîşka ve dengekî bilind hat û di nava saniyan de min nema pêşiya xwe dît, bi derketina min ji mitbexê ji derbeya topê li ser mala min her der xerab bû, ji zexta topê kurê min ê mezin ji jora xanî ketibû xwar, her du lingên wî qut bû bûn, di wî halê xwe de jî lawê min digot yadê, kes nebîne min nema zanî ez çi bikim.”

Binefş berdewam dike û bi êş dibêje: “bi hatina cîranan bi min ve min zarokên xwe yê din li jor mirî dîtin, halê ku bi serê wan hatibû ez dîn bûm min nema pêşiya xwe dît. Roja 8’ê Adarê min di nav xwîna zarokên xwe de derbas kir,  kanî edalet , kanî kesên ku banga mafên mirovan dikin’ Ma ev mafe ku didin me.”

Roja 9’ê Adarê li Goristana Şehîd Avesta zarokên xwe bi merasîmekê oxir kir.

Tenê lawê wê yê pênc salî ku ji wê komkûjiyê filtîbû li ber bêhna wê bû, lê bi sedema wê rojê aqilê wî çûye, lê tevî feleka ku bi serê wan de hatiye li gundê Em Alhoş jiyana xwe berdewam dikin û di bêjin em dûr neketin ji ber em ê vegerin Efrîna xwe.

Binefş wiha dibêje: “Kezeba min şewitandin ev sê sal in agir ji dilê min derneketiye, xwedê dilê wan bişewitîne ma me çikirî bû, daxwaza min ji raya navneteweyî ew e ku dewleta tirk û çeteyên wê bêne darzandin, êdî ev dewlet heqa bi heq bikin û ji bêdengiya xwe derkevin bes e ma heya kengê dê şirîkê komkojiyan bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar