Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dema êşên me derbas nabe’

Di çalakiyên vê heftê yên Stenbol, Amed û Êlihê de jî aqûbeta windayan hat pirsîn. Di çalakiyan de hat gotin ku bi hinceta dem bihuriye yek bi yek dosyayên windayan tên girtin û hat diyarkirin ku tu carî dema êşên wan derbas nabe. Her wiha hat destnîyankirin ku careke din bûyerên windakirinê pêk neyê divê Tirkiye bibe aliyê Peymana Windayan a NY

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ên Amed û Êlihê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.

Dayikên Şemiyê ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 763’yan de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê lidar bixin. Lê carek din polîsan dayik asteng kirin. Dayikên Şemiyê li ser vê yekê li kolana avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya xwe lidar xistin.

Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Huseyîn Toraman ê di 27’ê cotmaha 1991’an li Stenbolê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Li ser navê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Arcan metna çapemeniyê xwend û wiha got: “Daxwazên me pir zelal in. Lê ligel vê jî em hatin binçavkirin, hebûna heskiriyên me hat înkarkirin. Beriya 28 salan Huseyîn Toraman di bin çavan de hat windakirin. Em ji bo wî li dû heqîqet û edaletê ne. Toraman 24 salî bû û li Gebzê dijiya. Bi sûcdariya belavokên 1’ê Gulanê amade dike, derbarê wî de biryara lêgerînê hat dayîn. Ji ber vê çû Stenbolê bi cih bû. Polîsên kincên sivîl li xwe kiribûn, di 27’ê cotmeha 1991’an de, li ber mala wî ya li Kocamûstafapaşa ya Stenbolê bi zorê li Torosa Spî ya plakeya wê 34 ATZ 56 suwar kirin. Ligel hemû hewldan û serlêdanên malbatê jî, tu agahî ji Toraman nehat girtin.”

Deriyek nema ku lê neda

Dûre keça Fehmî Tosûn ê di 19’ê cotmeha 1995’an de hat windakirin Besna Tosûn nameya xwişka Toraman Sakîne Toraman a ji wan re şandibû xwend. Xwişka Toraman Sakîne Toraman di nameya şand de ev tişt anî ziman: “Bi hinceta dem bihuriye yek bi yek dosyeyan digirin. Lê we jî baş dizanîn ku dema êşên em derbas nabin. Em ê nifş bi nifş veguhêzin û em ê dest ji lêgerîna te û we bernedin.”

Piştre Sekretera Giştî ya Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî Kûmî Naîdoo jî axaftinek kurt kir û got ku ew weke rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ligel Dayikên Şemiyê ne.

Bila Tirkiye bibe aliyê Peymana Windayan a NY

Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 561’an de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin’ li ber avahiya xwe lidar xist.

Sekretera ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer di çalakiyê de axivî û bal kişand ser lêgerîna edalet û heqîqetê ya bi salane didome û got ku heta ji bo hezaran windahiyan edalet pêk neyê dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Acer diyar kir ku ji bo edaletê divê rastî derkevin holê û kujer werin darizandin û destnîşan kir ku lazim e Tirkiye bibe aliyê Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî û ji bo bûyerên windayan pêk neyên tekane mîsogerî ev peyman e.

Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka windakirina Ender Togcû yê ku di 29’ê mijdara 1994’an de li Amedê hat binçavkirin û windakirin vegot.

Li Êlihê çalakiya xizmên windayan

Li Êlihê jî rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 467’an de çalakiya xwe pêk anîn. Daxuyaniya vê heftê ji aliyê rêveberê ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Zekî Tanguner ve hat xwendin. Tanguner çîroka windakirina Nîhat Aydogan ê di mijdara 1994’an de li gundê Mizîzexê ya girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê xwend û qala windakirina Aydogan kir û got ku ji roja Aydogan hatiye windakirin heta niha tu agahî jê nehatiye girtin. AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar