Gelê Kurdistanê ku dîroka wî ya dused salên dawî tije komkujî ne, van rojan 42’emîn salvegera Komkujiya Mereşê pêşwazî dike. Di vê komkujiya ku di navbera 19-25’ê Kanûnê de qewimiye bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran birîndar bûn, malên wan hatin şewitandin, mal û milkên wan hatin talankirin.
Bandora komkujiya li Mereşê qewimî, tenê bi konjonktura heyî nema. Li gor ku em niha jî dibînin bandora komkujiyê heta roja me ya îro jî hatiye, lê ev bandora anormal hem ji bo Mereşê hem ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê di dîrokê de bû destpêka serdemeke nû.
Wek hemû komkujiyên di salên berê de li Kurdistanê qewimîne, li Mereşê jî piştî komkujiyê demografî hat guhertin, Mereş wisa bû ku êdî tu şopên kurdên elewî li ser erdnîgarî û jiyana bajêr nema. Di encama vê yekê de piştî komkujiyê tavilê dest bi plan û projeyên xwe kirin ku ew proje li ser qirkirina kurdên elewî li Mereşê bû.
Piştî komkujiya Mereşê bi ragihandina birevebirina awarte, cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî dest pê kir, bi vî awayî pêvajo temam bû û xwestin bi lezûbez ji vê projeyê encamekê bistînin. Ji bo ku bigihêjin armanca xwe ya diyarkirî ji hêlekê ve bi destpêkirina êrîşên faşîst, îşkence û girtinên girseyî xwestin gelê Mereşê çavtirsandî bikin da ku gelê Mereşê cihê xwe terk bike, ji hêla din ve jî ji bo ku gelê Mereşê derxînin derveyî welêt rê li ber qaçaxiya mirovan vekirin, hemû fenûfûtên xwe kirin. Çi ji destê wan hat texsîr nekirin. Di encama van proje û polîtîkayan de li Mereşê dest bi valakirina gundên kurdên elewî kirin. Em îro jî dibînin ku demografiya Mereşê hatiye guhertin û niha dewleta T.C’yê ya qirker Mereş kiriye baregeha DAIŞ’ê.
Bi vî awayî bi komkujiya kurdên elewî ya di 19-25’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê qewimî re demografiya Mereşê hat guhertin û rê li ber ji nû ve teşegirtinê hat vekirin, lê tenê bi vê nema, ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê bû destpêka serdemeke nû ya siyasî, civakî, çandî, aborî û hwd. Dîktatoriya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî û halê wê yê îroyîn, dîktatoriya faşîst Erdogan- Bahçelî nîşaneyên herî berbiçav ên vê taybetmendiyê ne. Îro tiştên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin ji vê hêlê ve dewama polîtîkayên komkujiya Mereşê ne.
Bi komkujiya Mereşê re dewleta T.C’ê ya qirker ji bo ku ji nû ve bê avakirin ketibû livûtevgerê. Bi dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ev pêvajo temam bû. Dewleta TC’ê ji her hêlê ve bû dîktatoriyeke faşîst a bêkil û kêmasî! Biryarnameyên faşîst ên leşkerî ên 12’ê Îlonê; bûne jiyana siyasî, civakî, ekonomîk û çandî bixwe. Sazîbûna dewleta klasîk ji holê rabû û beşên daraz-qanûnsazî- rêveberiyê rasterast bû milkê îqtîdarê. Îro li Kurdistan û Tirkiyeyê jî tişta dixwazin bikin wek dewama van polîtîkayan ev e: Civakeke serpêl û bêdeng a her kes li ser heman fikrê ye ava bikin.
Komkujiya Mereşê ya em salvegera wê ya 42’emîn pêşwazî dikin, ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî wateyek dîrokî ya wisa ye. Ji ber vê yekê divê helwesta me li ser esasekî wisa be ku em bikaribin encamên rast ji vê derxînin. Dema li Mereşê komkujî hat kirin helwesta Rêber Apo wisa bû, li gor vê yekê analîz û tehlîl û tespît kiriye ka bê armanca dewleta T.C’ê ya qirker a bingehîn çi ye.
Li gor tespîtên Rêber Apo, PKK’ê bi biryarên girtine dest bi amadekariya berxwedana şoreşgerî kirine. Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ji 36 salî zêdetir e didome û gelê Kurdistanê nêzî roja azadiyê dike jî di encama amadekirina van tiştan de hatiye destpêkirin.
Em dikevin salvegereke nû ya komkujiya Mereşê. Têkoşîna hesapjêpirsînê ya ji berpirsê komkujiyê, dewleta TC’yê hê didome. Dê Kurdistan wek erdnîgariya kurdên elewî yên Mereşê heta ku rê li ber pêşketina civakî, dîrokî û çandî vebe têkoşîna xwe bidomîne.
Di salvegera komkujiya Mereşê ya nû de, em pirtir nêzî kêliya dîrokî ya hesabpirsînê dibin. Pêngava PKK’ê ya bi dirûşma ‘Ji tecrîd, dagirkirin, faşîzmê re bes e; dem dema azadiyê ye’ hat destpêkirin, pêngaveke demokratîk a şoreşgerî ya hesabpirsînê ye! Ji ber vê ku wê navê salvegera Komkujiya Merşê ya 43’yemîn bibe hesabpirsîna ji dewleta TC’ê û failên sereke yên sûcên mirovî Erdogan-Bahçeli. Wê hesabê zorokên di zikê diya xwe de hatin kuştin, jin, ciwan, extiyar, malên hatin şewitandan, xirakirin û talankirin û hesabê kesên bi dehan sal in ji welatê xwe dûr bê pirsin.
Niha dem ew dem e ku em ji berpirsiyarên van sûcan; ji qirker, mêtinger û faşîstên kujer hesab bipirsin!