Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dema kongreya neteweyî ya kurd e

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku tişta ku bê kirin êdî ne qalkirina qencî û başiya yekitiya neteweyî ye û divê ku êdî kongre pêk were û ev tişt got: “Divê êdî hêzek derkeve holê însiyatîfek ava bike, rojek diyar bike û kongreya yekitiya neteweyî pêk bîne”

Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin. Di roja 9’emîn a êrîşan de di 17’ê cotmehê de di navbera şandeyeke amerîkî û Tirkiyeyê de agirbest hat îlankirin.

Li gel vê yekê jî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ranewestiyan û ji ber van êrîşan gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Bi vê êrîşê re bi hinceta parvekirinên li ser medaya civakî yên têkidlarî êrîşê, li dijî HDP’ê jî operasyon hatin lidarxistin, hevşaredar jî di nav de gelek endam û rêveberên HDP’ê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên HDP’ê hatin kirin. Girêdayî van êrîşan di rojên dawîn de di nav kurdan de yekitiya neteweyî ya kurd tê nîqaşkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, operasyonên li hemberî partiya wan û yekitiya neteweyî axivî û nirxandinên girîng kir. Temel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Hedefa Rejîma Erdogan û Bahçelî deskeftiyên gelê kurd in. Li ku dibe bila bibe destkeftiyên gelê kurd ji bo wan mijara êrîşê ye. Li Rojava jî ev yek kirin. Destkeftiyên gelê kurd ên sed salên dawîn ên herî bi nirx, îro bi polîtîkayên qirkirin, tunekirin û ji holê rakirinê re rû bi rû ne. Tişta ku niha li Rojava pêk tê, di esasê xwe de êrîşekeli dijî kurd û Kurdistanê û hemû reng û şêweyên kurdayetiyê ye.”

Armanc qelskirina kurdan e

Temel nêzêkatiya Amerîka, Rûsya û Rejîma Sûriyeyê ya ji bo êrîşa Tirkiyeyê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Nêzêkatiyên Amerîka, Rûsya û Rejîma Sûriyeyê di nav xwe de bi nakok in û pirsgirêkên wan ên micid hene. Lê li ser qelskirina gelê kurd, hebûna gelê kurd û deskeftiyên Kurdistanê şerê hevdû dikin. Pirsgirêka kurd bi vê êrîşê û beriya vê êrîşê jî bi êrîşên DAIŞ’ê kete qada navneteweyî. Êdî Pirsgirêka kurd bi qasî Pirsgirêka Filistînê mijareke navneteweyî ye. Ev yek ji gelek hêlan ve ji bo kurdan avantajan ava dike. Lê ji hêlekê ve jî aktorên ku tevlî vê pirsgirêkê dibin û çareseriya wê jî ewqas mezintir dike.”

Dixwazin kurdan bikin qurban

Temel destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome û di vî şerî de kurdan rol û mîsyoneke xurt leyîstiye û wiha got: “Kurdan di vî şerî de li başûr û rovavayê Kurdistanê deskeftiyên mezin bi dest xistin. Her çiqas polîtîkayên îmha û qirkirinê bidomin jî gelê kurd dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê derfetên sedsalê bi dest bixe û hin destkeftiyên mezintir bi dest bixe. Lê niha hêzên emperyalîst dixwazin kurdan bikin qurbanê vî şerî. Em vî tiştî baş dibînin ku hêzên emperyalîst hesab û kîtabên xwe li hemberî hev dikin û şerên xwe yên sar û germ li hemberî hev dimeşînin. Bi vê re dixwazin kurdan jî bikin qurban. Lê li hemberî vê yekê wijdana cîhanê, gelen xwedî wijdan û hêzên siyasî yên xwedî wijdan bi kurdan re ne. Kurd jî weke berê bêxwedî û bêderfet nînin.”

Agirbest ne çareserî ye

Di berdewamê de Temel agirbesta ku hatibû ragihandin jî nirxand û axaftina xwe wiha domand: “Agirbesta ku peşî li qirkirinê bigire bi her rengî baş e, lê tiştekî aşkere heye. Ev jî ev e; gelên ku rastî jenosîd û qirkirinê tên tenê bi derfet, hêz û berxwedana xwe dikarin jenosîd û qirkirinê rawestînin. Gelê kurd bi hêz û berxwedan xwe pêşî li êrîşên dijwar ên li dijî Rojava girt. Erdogan li hundir tengav bû, Trûmp li hundirê Amerîkayê hat asta ku ji peywirê bê girtin. Di vê çarçoveyê de agirbest planeke ku bi lîstikeke nû li ser maseyê pêk bê. Ferz dikin ku gele kurd bê şer, bê çek û bê berxwedan zemîna Rojava ji çeteyên dagirker ku ji hêla Erdogan ve tên birêvebirin re bê vekirin. Tişta ji agirbestê ne çareserî ye.”

 Şert û mercên yekitiyê

Piştî nirxandinên xwe yên li ser êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Temel li ser yekitiya neteweyî ya kurd jî rawestiya û têkildarî mijarê ev nirxand kirin: “Hemû sazî û dezgehên gelê kurd alîgirên ku yekitiya neteweyî pêk bînin. Gelek aliyên kurd helwesta xwe ya ji bo vê yekê aşkera kirin. Tiştek dimîne di vir de, ez bi awayekî vekirî û lezgîn bang dikim ku însiyatîfek ku ji nav û kesayetan pêk tê bê avakirin û demildest bangî kongreya neteweyî bike. Şert û mercên berhevbûna kongreya neteweyî li başûr û bakurê Kurdistanê hene. Divê bê zanîn ku heke êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê bigihîje encamê û hêzên dagirker ku dixwazin Kurdistanê tune bikin encam bigirin, dê dor bê başurê Kurdistanê. Birêz Barzanî û hêzên başûrê Kurdistanê di vê ferqa vê de ne. Tişta bê kirin ne ew e ku êdî qala qencî û xweşiya yekitiya neteweyî ya kurd e. Divê ev êdî pêk bê. Hêzek derkeve holê însiyatîfek ava bike û rojek diyar bike û kongreya yekitiya neteweyî pêk bîne.”

 Plan ji kontrola AKP’ê derketiye

Temel qala operasyonên li dijî HDP’ê jî kir û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Plana ku AKP bi rê ve dibe êdî ji kontrola AKP’ê derketiye. Planeke ku hêzeke reş û bi neyartiya gelan dixwaze bi pêş bixe, li Tirkiyeyê bi destê Erdogan û Bahçelî polîtîkayeke qirkirinê li ser netewe, hebûn, nasname û nûnertî û vîna gelê kurd tê meşandin. Hemû êrîşên ku tên kirin parçeyeke vê yekê ne. Qirkirina siyasî ku bi sedan siyasetmedar tên girtin, desteserkirina şaredaran, êrîş û dagirkeriya rojavayê Kurdistanê parçeyeke vê planê ne. Kurd jî ji 7 saliyan bigire heta 70 saliyan weke HDP’ê em li hemberî vê planê serî hil didin û dê heta dawiyê jî li ber xwe bidin.”

Herî dawî Temel qala stratejiya wan a hilbijartinên herêmî ku li gelek bajarên mezin bi CHP’ê da qezenckirin jî kir û têkildarî helwesta CHP’ê ya li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên îro li dijî HDP’ê û kurdan tên meşandin jî ev tişt gotin: “Firseta avakirina bloqeke demokrasiyê ku HDP’ê peyda kiribû û CHP jî hatibû ser wê xetê, ji hêla CHP’ê ve ji dest çû. CHP’ê ev derfet baş bi kar neanî û dîsa li qodên xwe yên pergal û dewletparêz vegeriya. Bi vê yekê re berxwedana civakê û gelan qurbanî qod û şîfreyên fermî yên dewletê kir.” AMED

Çavkanî: MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar