Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dema ku diz û mafya li ser desthilatê bin, ne dibihîsin û ne jî dibînin

Li ser xwepêşandanên li bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê re 40 roj derbas bûn. Lê welatiyên başûrê Kurdistanê diyar dikin ku hîn ti daxwazek wan pêk nehatiye û gotin ku xelk ne di xema hikûmetê de ye û baweriya wê bi çareseriya medenî nîne

Navenda Nûçeyan

Di 2’yê kanûna 2020’an de li başûrê Kurdistanê li dijî, nedayîna mûçe, bêkarî, nebûna xizmetgûzariyê û gendeliyê xwepêşandanan destpê kir û heta 9’ê heman mehê berdewam kir. Di van xwepêşandan de 9 kes hatin kuştin. Gelek kes birîndar bûn û zêdeyî sed kesan hatin binçavkirin. Welatiyan ji hikûmetê daxwaza mûçeyên xwe û mafên sereke yên jiyanê dikirin. Lê welatiyên navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê, diyar kirin ku hikûmetê daxwazên wan paşguhxistine û bersiv nedane.

Li gorî Çalakvan Şaxewan Salar hikûmeta başûrê Kurdistanê girîngiyê nade welatiyên xwe û got,”Ev malbata desthilat, ji destpêkê ve jêre demokrasî digotin, lê ne raste, komek berjewendîxwazin, bi komkirina pereyan ve mijûl in. Dema ku xelk daxwaza mûçe dikin, naxwazin ji hesabê xwe kêm bikin,  ji berîka xwe derbixin û bidin welatiyan.”

Şaxewan Salar eşkere kir ku welatiyên başûrê Kurdistanê ji bo bi destxistina mafên xwe hemû riyên medenî bikaranîn, lê desthilatê bi kuştin û şîdetê bersiv daye.

Herwiha Rojnameger Îbrahîm Heme Salih diyar kir ku çareseriya rewşa niha nemana vê desthilatê ye û got;”Evane dizin, mafya û çetene. Dema ku diz û mafya li ser desthilatê bin, ne dibihîsin û ne jî dibînin. Guhdar ji nakin û ker û kor in. Divê ev desthilat weke dîktatoriya berê biçe. Qet baweriya van bi riya çareseriya medenî nîne.”

Li başûrê Kurdistanê niha rewşa welatiyan û bi taybet ya mûçexweran di warê aborî de gelek xerabe. Ji ber ku ji derveyî kêmkirina mûçe, hikûmet ti mehan mûçeyên karmendan di dema xwe de nade.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar