Partiya Çepên Kesk ku di hilbijartinên vê carê partiya diyarker e, buroyên hilbijartinê bi rengekî girseyî vedike, her wiha bi afîşên xwe jî balê dikişîne.
Di afîşekê de wêneyê Erdogan hate bikaranîn ku dema ji hespê dikeve û li ser jî wiha hate nivîsandin, “Dema ku Erdogan bikeve wê buhayê dowîz bikeve, buhayê xaniyan bikeve, buhayê wesayitan bikeve, buhayê dermên bikeve.”
Di afîşeke din de jî işaret bi neheqiyan hate kirin ku di dema AKP’ê de li mirovan hatine kirin û banga ‘Piştgiriyê nede, deng nede’ hate kirin.