Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Dema mijar dibe HDP deynên 40 salan tê bîra saziyên fermî!

Şaredariyên HDP’î yên qeyûm tayînî wan nehatine kirin, ji ber deynên qeyûmên berê nikarin bixebitin. Wekî Şaredariya Qersê saziyên fermî û fîrmayên taybet ji bo deynên xwe ketine dorê û ji ber vê xizmetên şaredariyê hemû hatine blokekirin

Piştî qeyûmên di sala 2016’an de tayînî 95 şaredariyên DBP’î hatin kirin, îsal jî 3 jê şaredariyên bajarê mezin qeyûm tayînî 24 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Û niha şaredariyên HDP’î yên qeyûm tayînî wan nehatine kirin jî ji ber deynên qeyûmên berê nikarin bixebitin. Wekî Şaredariya Qersê, saziyên fermî û fîrmayên taybet ji bo deynên xwe ketine dorê û ji ber vê xizmetên şaredariyê hemû hatine blokekirin.

Ji bo vê rewşê mînaka herî ber bi çav Şaredariya Geverê ye ku piştî hilbijartina 31’ê adarê ji qeyûm dewr hat girtin û mehek berê dîsa qeyûm tayînî wê hat kirin, derameta wê ya mehane 4 milyon TL ye, lê belê deynê wê 680 milyon TL ye. Qeyûmê berê bi krediyan 608 TL deyn xistibû stuyê şaredariyê û ji ber vê rêveberiya HDP’î nikaribû bixebite. Pereyê ji şaredariyê re dihat Bankeya Îllerê dest dadanî ser hemûyan û ji ber vê şaredariyên sê mehan nikaribû heqê karkeran bide.

Şaredariya Qersê

Şaredariya Qersê ji ber fîrma û kesên di serdema beriya rêveberiya HDP’î de doz lê vekirine, vê mehê nikaribû meaşê xebatkaran bide û hecz danîn ser meaşan. Gava HDP’ê di 31’ê adarê de şaredarî ji MHP’ê dewr girt 338 milyon û 380 hezar deynê şaredariyê hebû û hecz li ser mal û milk, hesab û wesayîtên şaredariyê hemûyan hebû. Piştî deyn bi temamî nehatin dayîn, vê carê jî hecz danîn ser hesabên bankê yên şaredariyê û şaredarî nikare vê mehê meaşê xebatkaran bide. Hevşaredarê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen anî ziman ku hikmê ‘Bankeya Îllerê nikare heczê deyne ser hesabên meaşan’ pir zelal û aşkera ye, lê belê her meh biqasî ku nikaribin meaşan bidin bi biryarên heczê re rû bi rû dimînin.

Şaredariya Panosê

Şaredariya Panosê ku berê ji ber deynan wesayîta hevşaredaran hatibû desteserkirin, ji ber deynên rêveberiya berê ya AKP’î hecz danîn ser hesabên şaredariyê. Rêveberiya AKP’î beriya hilbijartina 31’ê adarê bi 4 mehan milyon û 300 hezar TL kredî kişandibû û dayîna vê krediyê jî ji rêveberiya HDP’î re hiştibû. Lê belê ji ber deynan şaredarî niha nikare meaşên xebatkaran jî bide û pereyê ku ji çavkaniyên xwe bi dest dixe jî wekî xercane dide xebatkarên xwe. Hevşaredar Muşerref Geçer ev tişt anî ziman: “Deynên me yên niha hemû yên serdema rêveberiya AKP’î ne. Niha em nikarê meaşê xebatkaran bidin. Me û xebatkaran civînek çê kir, me got ev ne ji ber me ye. Gava me şaredarî dewr girt 136 milyon deynê wê hebû. Lê dîsa jî me rê çê kirin û di warê civakî de jî gelek tişt kirin. Her çi qas deyn hebin, dîsa jî em xizmeta gel dikin. Niha hesabên şaredariya me hatine blokekirin. Em ji bêrîka xwe heqê mazota wesayîtên şaredariyê didin.”

Şaredariya Giyadînê

Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Giyadîn a Agiriyê ye. Demek berê hesabên şaredariyê hatin blokekirin. Hevşaredar Betul Yaşar diyar kir ku gava ew hatine ser kar Midûriyeta Îcrayê xerîmenkûlên şaredariyê dane ber firotinê û wiha got: “Me bi texsîtan li hev kir û ev yek da sekinandin. Bifikirin, 10 sal in deynê SGK’ê nayê şopandin, lê gava em hatin ser kar doza deynê xwe kirin. Em her meh 300 hezar TL’yî deynê berê didin. Niha deynê me 10 milyon TL ye. Saziyên fermî ku di dema qeyûman de deng ji xwe nedianîn, lê çawa em hatin ser kar îcrayê xistin dewrê.”

Şaredariya Kopê

Rewşa Şaredariya Kopê ya Mûşê jî heman rewş e. Hevşaredar Eylem Sarûca da zanîn ku 35-40 sal in deynê SGK’ê nehatine dayîn û ev tişt anî ziman: “Lê belê qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan ev deyn xistiye dewrê û ji bo em bidin talîmat daye bankeyan. Me bi zor û heft bela hecza SGK’ê rakir. Niha ji ber deynan her meh 460 hezar TL pere ji me tê birîn. Di sê mehan de ji bo SGK’ê 900 hezar TL ji me hat birîn. Meha borî, me da lê em ê vê mehê nikaribin bidin. Deynê şaredariyê 174 milyon e. Niha em deynên xwe yên li piyaseyê didin. Heger wisa dewam bike êdî em ê nikaribin deynê saziyên fermî bidin.”

Şaredariya Gimgimê

Hevşaredara Gimgimê ya Mûşê Ulku Baytaş jî ev tişt anî ziman: “Bi awayekî fermî niha 7 milyon TL deynê me heye. Lê gava em deynan hemûyan bidin ser hev zêdetirî 10 milyon TL ye. Deynên şaredariyê ji derameta mehanê tên birîn. Jixwe du meh in pereyên ji şaredariyê re tên nîvî nîvî kêm bûye. Em xweşikî nikarin deynê xebatkaran jî bidin. Mesela vê mehê me nikaribû bide. Deynê SGK’ê yê heta niha nedihat dayîn, lê belê berî em bên hatiye sererastkirin û li me hatiye barkirin. Her wiha deynên saziyên fermî jî bi heman awayî. Ji ber vê rewşê em ê nikaribin meha bê heqê karkeran bidin. Li ser şaredariyên qeyûm tayînî wan nehatine kirin jî zext û zoriyên qeyûman hene. Niha li ser şaredariya me hem ambargoyeke aborî hem jî ya siyasî heye.”

Şaredariya Norşînê

Şaredariya Norşîn a Bedlîsê jî deynên berê dide. Hevşaredar Hîkmet Taşdelen anî ziman ku meaşên xebatkarên xwe bi awayekî rêkûpêk didin û got ku 38 milyon TL deynê şaredariyê heye û ev tişt vegot: “Niha ji perê ku her meh ji Bankeya Îllerê tê 120 hezar TL jê ji bo deynê ceryanê û qismek jê jî ji bo deynê SGK’ê tê birîn.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar