Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Dema mijar dibe kurd, komkujî asayî ne!

Di Komkujiya Kendekolê de 35 kes hatin qetilkirin. Dewleta tirk a qirker bi hevkariya PDK’ya xwînmijê gelê kurd, heta niha bi sedan komkujî li ser gelê kurd pêkanîne. Hin ji van komkujiyan ên di meha tebaxê de pêkhatine, wiha ne.

Piştî salên 1980’an dewleta tirk a dagirker bi sedan komkujî li dijî gelê kurd pêkaniye. Yek ji wan komkujiyan jî ku heta roja îro bêdengî li ser maye û hatiye nixûmandin komkujiya Herkiyane ku li devera Kendekol a Biradostê pêkhatiye. Di vê komkujiyê de 35 welatiyên ku bi karê koçeriyê ve mijul bûn hatin qetilkirn û 25 kes jî birîndar bûn.

Kendekol devereke ser bi Hewlêrê ye, dikeve sêgoşeya sinorê başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê. Roja 15’ê Tebaxa 2000’ê di saet 16:30’an de artêşa tirk devera Kendekol ku 70 malbatên ji eşîra Herkiya karê koçeriyê lê dikirin, bombebaran kir.

Balefirên tirk cihên ku konên welatiyan lêbûn bi dijwarî bombebaran kirin. Şahidên bûyerê diyar dikin, di êrîşê de 35 welatiyan jiyana xwe ji dest dan ji wana 11 zarok û 13 jin bûn. Her wiha zêdetirî 25 kes jî birîndar bibûn. Welatiyan di dema bombebaranê de ji bo rizgar bibin heryek bi cihek ve reviyabûn. Lê her yek ji wan li cihek hatin qetilkirin. Li gorî gotina şahidan, 15 roj piştî êrîşê cenazeyê hinek kesan nû hatin dîtin.

Piştî bombebaranê birîndar rakirin nexweşxaneyên Sîdekan û Hewlêrê, hinek ji wan jî li nexweşxaneyan de jiyana xwe ji dest dan. Lê navên van nehatin tomar kirin. Hinek çavkanî diyar dikin di encama êrîşê de bi giştî 40 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de, jinek hebû ku ew saetek bû ji beriya bombebaranê zaroka wê ji dayîkbibû. Her wiha keçikek biçûk a temen 4 salî ya bi navê Bêrîtan jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Ji beriya komkujiyê rojnamevanek diçe herêmê û wêneyekî Bêrîtanê digre. Piştî komkujiyê jî ew wêneyê Bêrîtan mezin dike û gelek malan ew wêne li malên xwe de hilawistin.

Nasnameya hinek ji wan wihane;

Elî Uzeyir (35), Fatma Nebî (25), Bêrîtan Elî (4), Berhem Ehmed (18), Gelawêj Simalî (18( Ferzane Kakir (1) Xelat Qadir (18), Bayiz Îbrahîm (70), Besê Brahîm (64) Sonya Mihê (35), Fama Sewdîn (18), Peyman Qadir (17), Rêçan Qadir (12), Fatma Hesen Esen (60) Hediye Mela Hesen (45) Necat Main (10), Xetîce Main(11), Bextiyar Hecac (16), Faxir Baqî Elî (40) Surmê Esmer (30) Şehnaz Faxir (15), Dilnaz Faxir (10), Kusret Faxir (5), Zuhre Seîd Şêxo (70), Semîr Mihê (25), Raîd Qadir (15)û Fatma Rehman (30).

Tevî ku 23 sal di ser vê komkujiyê re derbasbûne jî lê heta niha ne hikûmeta Iraqê ne jî hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê tu karek li ser vî tawanê dewleta tirk nekirine. Ji piştî wê komkujiyê ve jî heta niha dewleta tirk gelek komkujiyên din li başûrê Kurdistanê pêkaniye.

Komkujiya Kortek û şehadeta gelek welatiyan

Di 21’ê Tebaxa 2011’an de balafirên şer yên dewleta tirk a dagirker ya li çiyayê Kortek ya ser bi Binarê Qendîlê, wesayîtek ya welatiyan bombebaran kir. Di encama êrîşê de ji heman malbatê ku zarok jî di nav de bûn 7 kes hatin şehîd xistin. Piştî wê carek din jî gundê Kendelok hate bombebaran kirin û di encamê de çend welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Piştî 8 salan komkujiyan li heman cihî di 27’ê Hezîrana 2019’an de balafirên şer yên dewleta tirk a dagirker li ser rêya çiyayê Kortek ya Binarê Qendîlê wesayîtek sivîlan kir hedef. Di encama êrîşê de 3 welatî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Komkujiya Zergelê ya binarê Qendîlê

Di 1’ê Tebaxa 2015’an de dewleta tirk a dagirker gundê Zergelê ya li Binarê Qendîlê bombebaran kir, di encama êrîşa hovane de 8 welatiyên sivîl şehîd bûn û 27 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de jinek ducanî jî hebû.

Komkujiya Şêladizê û şehadeta 15 sivîlan

Di 20’ê Îlona 2017’an de  dewleta tirk a dagirker li herêma Nêrwe û Rêkan ya li Herêma Behdînanê, carek din komkujî pêkanî. Di encama wê êrîşê de jî 10 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Herwiha di 19’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer yên dewleta tirk gundê Sîda ya li herêma Rêkan ya ser bi Şêladizê bombebaran kir û komkujiyek din pêkanî. Di encama êrîşê de 5 ciwanên herêmê şehîd bûn.

Careke din komkujiya Kortek

Di 27’ê Hezîrana 2019’an de balafirên şer yên dewleta dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kirin û carek din li ser rêya çiyayê Kortek ya li Binarê Qendîlê wesayîtek kir hedef. Di encama vê êrîşê de jî 3 welatiyên sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Komkujiya Zaxo û welatiyên ereb

Roja 20’ê Tîrmeha 2022’yan dewleta tirk a dagirker seyrangeha gundê Perex a girêdayî Zaxoyê topbaran kir. Di encama topbarana dewleta tirk de 23 geştiyarên ji pêkhateya ereb jiyana xwe ji dest dan û 23 geştiyar jî birîndarbûn.

Komkujiya Mexmûr

Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balefirek bê mirov û biçek ya dewleta tirk a dagirker malek li wargeha Mexmûrê kir hedef. Di encama êrîşa hovane de welatiyê bi navê Ebûzêt Ebdula ku bavê 6 zarokan bû şehîd ket.

Tevahî komkujiyê hat kirin li ber çavê PDK’ê pêktên!

Dewleta tirk a dagirker di nava 16 rojên dawî de li sinorê parêzgeha Silêmanî û Dihokê 5 caran êrîşê welatiyên sivîl kir û komkujî pêkanî. Di encama êrîşan de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn. Dewleta tirk êdî, jin û zarokan jihev cûda nake, tenê kurd be ji bo wan bese. Ji bo bi hevkariya PDK’ê li ber çavê her kesê rojane bi balafirên bi çek û bê mirov komkujiyan pêktîne.

Êvara roja 28’ê tîrmehê balafirên bê mirov ên dewleta tirk li gundê Rengîne ya ser bi bajaroka Şarbajêr wesayîtek hedef girt. Piştî êrîşê şewat bi eraziyê deverê ket.

Roja 6’ê tebaxê dewleta tirk a dagirker gundê Çinartû ya girêdayî bajaroka Axceler ya ser bi navçeya Çemçemal bombebaran kir di encama êrîşê de agir bi rez û baxên welatiyan ket.

Di 6’ê tebaxê de di saetên êvarê de li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê, balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta tirk a dagirker wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest da û kesek bi navê Haşim Şakir jî birîndar bû.

Roja 9’ê tebaxê balafira bêmirov û biçek ya dewleta tirk a dagirker li ser rêya sereke ya Dûkan-Xelekan ya sînorê parêzgaha Silêmaniyê wesayîtek sivîlan bombebaran kir. Di encama êrîşê de du welatî birîndarbûn, piştî birîndar rakirin nexweşxaneyê kesê bi navê Nejwan Abdullah jiyana xwe ji dest da.

Herî dawî roja 11’ê tebaxê jî balafireke bêmirov û biçek ya dewleta tirk ya dagirker li ser rêya serekî ya navçeya Pênciwênê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê wesayîtek ya sivîlan bombebaran kir. Di encama êrîşê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di 13’yê tebaxê de derdora saet 16:30’an de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta tirk a dagirker seyrangeha Gulê ya ser bi bajaroka Pêncwên bombebaran kir.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê rojane bombe li cihên geştiyariyê, gund, bajar, wesayît û xelkê sivîl dibarîne. Tevî hemwelatiyên başûrê Kurdistan û Iraqê ne, xelkê sivîlin, zarok û jinin jî, lê heya niha jî bi taybet hikumeta herêma başûrê Kurdistanê û Iraq, deng ji kesê derneketiye û tu helwestek dijî êrîşan nîşan nedane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar