Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dema serîhildanê ye

Dem dema serîhildanê ye. Wext hatiye ku kurd hemû derkevin kolanan û bêjin êdî bes e. Dem dema raperîn û berxwedanê ye. Ku em îro danekevin kolanê dê talûke mezintir bibe. Ji ber ku her roj me qetil dikin. Li malên me, li kolanên me, li çiyayên me, gav û saet me qetil dikin. Her roj daristanê me talan û wêran dikin. Her roj zozanên me qedexe dikin. Gund û warên me dorpêç dikin û qedexe dikin. Me di warê me de tecrîd dikin. Me li welatê me dikin penaber. Dikin biyaniyê ziman û çanda me. Her roj ziman, çand û nasnameya me înkar dikin û qedexe dikin. Vîna me nas nakin. Roj bi roj tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan girantir dikin. Siyasetê qedexe dikin. Ramanê qedexe dikin. Rojnameyên çapemeniya azad li girtiyan qedexe dikin. Ziyaretên bi girtiyan re qedexe dikin. Girtiyên nexweş derman nakin û serbest bernadin. Siyasetmedaran dîl digirin û di girtîgehan de kurmî dikin. Jinan her roj qetil dikin. Dest dirêjî hemû nirxên kurdan dikin. Welatê me dagir dikin…. Û gelek zilm û neheqiyên din li gelê kurd û nasnameya gelê kurd dikin. Minaka herî dawî li Îzmîrê Denîz Poyraz li pêş çavê polîsan, di nava rojê de li partiya wê qetil kirin. Kuştina Denîz divê pir alî bê dîtin. Di nava rojê de hat qetilkirin. Kesê qetil kir, berê li gelek cihan bi DAIŞ’ê û çeteyan re tev li şerê li dijî kurdan û gelê herêmê bûye. Di nava komên çeteyan de şer kiriye û bi wan re wêne kişandiye. Tev li gelek sûcên mirovahiyê bûye. Berê hatiye keşfê. Divê mirov vê bûyerê wekî bûyerek tekakesî negire dest. Li pey bûyerê îstîxbarat heye. Li pey bûyerê midûriyeta polîsan heye. Li pey bûyerê eskerî heye. Li pey bûyerê Wezareta Karên Hundir,  Wezareta Dadê û Wezareta Parastinê heye. Êrîş li dijî hebûna gelê kurd e. Li dijî nasname û vîna gelê kurd e. Ji ber qedexeyên li herêmê bi biryara walîtiyan tên îlankirin. Operasyonên eskerî yên li herêmê bi fermana wezareta karên hindir tên lidarxistin. Girtina siyasetmedarên kurd bi fermana Wezîrê Karên Hundir Serokomar pêk tên. Tecrîdkirina Birêz Ocalan bi fermana serokomar û îktîdara AKP-MHP’ê tê kirin.

Piştî van êrîşan, piştî vê înkar û îmhayê êdî hemû cureyên çalakiyên li kolanan ên li dijî înkar û îmhayê rewa ye. Serhildan û çalakiyên li kolanan rewa nin. Ev hêz û vîna gelê kurd heye ku ji vê pergalê re bêje êdî bes e. Hêz, zanebûn û rêxistinên kurdan heye ku ji van kuştin înkar û îmhayê re bêje bes e.

Çawa ku kurd li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li Kobanê bûn yek û nobet girtin, îro jî kurd dikarin mil bidin hev. Çawa ku gelê kurd li Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Amedê di merasimê cenazeyan de rabûn ser pêyan û serî hildan, îro jî dikarin her merasimê cenazeyên xwe bikin qadên serhildanê. Çawa ku di Newrozan de li dijî tecrîd û înkarê, gel bi girseyî herikîn qadan, îro jî dikarin li qadan bi girseyî bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman.

Li dijî her êrîşekê parastinek heye. Her êrîş bi parastinekê tê rawestandin. Îro li ser gelê kurd êrîş zêde ne. Divê gelê kurd li dijî van êrîşên înkar, îmha, talankirin, wêrankirin û qirkirinê parastina xwe ya rewa li her qadê pêş bixe. Îro parastina kurdan bi her awayî rewa ye. Hem li gorî zagonan jî hem jî li gorî sincê civakê jî mafê gelê kurd ê rewa heye ku xwe biparêzin. Li dijî van êrîşan dem dema serhildanê ye. Dem dema parastina rewa ye. Ku îro em xwe neparêzin, sibê dê parastin dijwartir bibe.

Nûçeyên Têkildar