Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li hemberî van êrîşan her çiqas gelê Başûr aciz jî be, hikûmeta Başûr zêde ji vê aciziyê re nabe bersiv. Çalakvanên sivîl û xizmên şehîdan ên li Hewlêrê têkildarî êrîşên dewleta tirk ji Rojnewsê re axivîn û bertek nîşan dan.
Der barê mijarê de Mam Hadî ku weke bavê şehîd Başûr tê naskirin diyar kir ku pêwîst e gelê kurd ji bo ku xwîna şehîdan vala neçe bi giştî hişyar be û wiha domand: “Ji bo vê jî divê di demekî herî nêz de kongreya neteweyî li dar bixe û yekitiya xwe ava bike. Bi rojane erîşên dewleta tirk didomin. Parlamenterên HDP’ê digire û xaka Başûr dagir dike. Heke em nebin yek dê dewleta tirk nesekine. Bi yekitiyê em dikarin li ber xwe bidin. Gelê Başûr li dijî bombebaranên dewleta tirk nerazî ye. Em van êrîşan şermezar dikin. Ev ne xaka dewleta tirk, xaka me ye. Divê gel şiyar be û kesên li cem dagirkeran cih digirin jî hişê xwe bînin serê xwe. Bes e êdî ev xiyanet.”
‘Dagirkerî li ser bingeha planeke stratejîk tê pêşxistin’
Têkildarî mijarê çalakvanê sivîl Nehro Alayî jî destnîşan kir ku êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li derveyî sînorên xwe, li ser bingeha planeke stratejîk tê pêşxistin û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze bi van hewldanan pirsgirêkên xwe yên navxweyî îxracî derve bike. Dewleta tirk di aliyên siyasî, aborî û civakîe de rewşeke nebaş de ye. Lewma jî êrîşî welatên derve dike.”
‘Dema wê hatiye ku gelê Başûr bi dewleta tirk re rû bi rû bimîne’
Di heman mijarê de rojnamevan û çalakvanê sivîl Hîwa Umer jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ev ne êrîşa yekemîn an jî duyemîn a dewleta tirk e. Ev êrîş ne tenê li dijî başûrê Kurdistanê, di heman demê de li dijî rojavayê Kurdistanê jî tên pêşxistin. Ev destdirêjiya dewleta tirk heta Lîbya û welatên din jî didome. Li gorî min êdî dema wê hatiye ku gelê başûrê Kurdistanê li hemberî komplo û êrîşên dewleta tirk a faşîst dest bi têkoşînê bike.” HEWLÊR