Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Demîr ev 26 salin girtî ye lê dosyeya ku jê tê darizandin li holê nîne!

Girtiyê bi navê Asim Demîr ev 26 sal in ji ber biryara DMG’yê di girtîgehê de ye. Parêzerê Demîr dema ji bo jinûvedarizandinê serî li dadgehê da derket holê ku dosyeyeke wiha nîne. Lê tevî vê yekê jî dadgehê serlêdana parêzer red kir

Welatiyê bi navê Asim Demîr di sala 1993’yan de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û bi îdiaya ‘Di çalakiyên ji bo parçekirina welat de cih girtiye’ cezayê ‘meubetê’ lê hatibû birîn. Dadgeha Bilind jî biryara DGM’ê erê kir û bi vê yekê re jî Demîr hikûm xwar. Demîr ev 26 sal in di girtîgehê de ye. Li ser vê yekê jî Demîr bi boneya ‘Mafê darizandina adil hatiye binpêkirin’ serî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da.

Demîr di îfadeya xw de diyar kir ku di bin zext û zoriyan de îfadeya wî hatiye girtin û di asta ewil a lêpirsînê de parêzerê wî tunebû. Demîr destnîşan kir ku di heyeta dadgeriyê ya DGM’ê de dadgerekî leşker hebû û lewma jî darizandineke adilane û serbixwe nehatiye kirin. Demîr xwest ku jinûve bê darizandin. Lê dadgehê her du serlêdanên Demîr jî red kirin. Li ser vê yekê parêzerê Demîr, Ozgur Yakût îtiraz kir. Bi îtîraza parêzer re jî xuya bû ku dosyeya doza Demîr winda ye û dadgehê bêyî ku dosyeyê lêkolîn bike, biryareke wiha daye.

Biryara jinûvedarizandinê

Têkildarî mijarê parêzer Yakût ji MA’yê bi Hamdullah Kesen re axivî û ev agahî dan: “Muwekîlê min di 29’ê kanûna 1992’yan de hate binçavkirin û DGM ya  Amedê jî cezayê muebetê lê birî. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Qanûna Bingehîn di demên dawî de bi taybet jî ji bo biryarên DGM’yan rê li ber jinûvedarizandinê vedike. Me jî bi vê mebestê serlêdan kir. Lê belê her du serlêdanên me jî hatin redkirin.”

Dosye xwestin lê dosye li holê nîne!

Di berdewamê de jî Yakût anî ziman ku li ser redkirina serlêdanên wan, vê carê jî xwestine serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin û wiha pê de çû: “Me jî dosye xwest. Lê bi qasî mehek û nîvê tiştek nehat gotin. Me careke din jî dosye xwest. Lê belê ji me re hat gotin ku dosye di arşîva wan de nîne. Dosye li holê nîne lê daxwaza me red dikin. Heta ku îtirazên me yên li dadgeha di ser vê dadgehê re jî hatin redkirin. Xuya bû ku dadgeh ji bo dosyeyên bi vî rengî biryarên ji ber xwe ve didin. Me serî li AYM’ê da. Em ji bo vê biryarê li HSYK’ê giliyê dadgehê bikin. Ger daxwaza me bêredkirin vê carê jî em ê serî li DMME’yê bidin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar