Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Demîr: Faşîzm hewl dide atmosfereke tirsê biafirîne lê bi ser neket 

Demîr diyar kir ku xebatên wan yê hilbijartinê didomin û got: “Faşîzma AKP-MHP’ê hewl dide atmosfereke wek ya 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê biafirîne ku komkujiyên mezin pêk anîn, lê êdî kes gef û gurê wan natirse û Partiya Çepên Kesk wê dawiya wan bîne.”

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr ji bo Partiya Çepên Kesk kolan bi kolan, tax bi tax karên hilbijartinê dike.

Demîr ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku weke HDK ew bi xurtî piştgiriyê didin karên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk. Demîr got, “Stenbol jî di nav de li hemû herêmên Tirkiyeyê, li cihên ku em lê bi rêxistin in û lê ne bi rêxistin in, hevalên me belav bûne. Hem di nava koordînasyona hilbijartinê de dixebitin hem jî bi rengekî çalak li qadê ne.”

Stenbol amadeye 20 wekilan bişîne meclîsê

Demîr bi bîr xist, ku Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijêran navekî nû ye, lê belê li hemberî gefa girtinê ya li ser HDP’ê kete dewrê û got, “Hilbijêrên partiyeke siyasî ya ku li hemberî bêhiqûqî û neheqiyê têdikoşe, li gel êrîşan hemûyan jî li gorî sala 2018’an îro zêdetir bûne. Lewma armanca bidestxistina 100 wekîlî xeyal nîne, armanceke pêkan e. Stenbol jî hem bi beşên xwe yên civakî yên ku Partiya Çepên Kesk xwe gihandiye wan, hem jî ji ber metropoleke ku xizanî lê zêde bûye, pêkane ku 20 wekîlan ji bo Partiya Çepên Kesk bişîne Meclîsê.”

Êrîş û hewldanên faşîzmê nikare me bide tirsanin

Demîr işaret bi êrîşan kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re zêde bûn û anî ziman, desthilatdariyê hewl da ku atmosfereke tirsê ya mîna dema 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê biafirîne, lê nekarî vê bike. Demîr bi dewamî got, “Êrîş li ser standên hilbijartinê, avahiyên navçeyan, buroyên hilbijartinê bûn. Êrîş li ser ÎYÎ Partî, CHP’ê bû. Hewl dan ku civakê bixin nava tirs û fikaran ji bo dengê xwe bi kar nîne, lê bandora ku dixwest nekarîn bikin. Em ji xwe tevgereke siyasî ye ku amade ne. Di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de komkujiyên gelekî mezin bûn. Weke civakeke ku ev yek bi serê wan ve hatiye, em li hemberî hewldaneke bi vî rengî ya tirsandinê amade ne û baldar in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar