Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 milyon kesî eleqedar dike

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza jê tê darizandin de parastina xwe kir û wiha got: “Nîqaşkirina girêdana biryarên DMME’yê şerma herî mezin e. Biryara DMME’yê 83 milyon kesî eleqadar dike.”

Danişîna doza hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya heqaret li serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû kiriye tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Asliye ya 47’emîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaş jî li eywana danişînê amade bûn.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê û gelek kesan danişînê şopand.

Danişînê bi xwendina nasnameyê dest pê kir. Demîrtaş parastina xwe kir.

Demîrtaş anî ziman ku bi hinceta pandemiyê piştevaniya hiqûqî wernegirtiye û wiha got: “Ji meha adarê vir ve min bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk neaniye. Vî mafî ji destê min girtine. Dixwazim derbasî girtekan bibe. Ji ber vê yekê mafê min ê parastinê tê binpêkirin. Ji ber şertên rewşa awarte tu sewqek min pêk nayê. Ji ber şertên heyî ez jî naxwazim israr bikim lê belê bila derbasî girtekan bibin.”

‘Hûn nikarin min bidarizînin’

Demîrtaş di dewama parastina xwe de li ser du îdianameyên derbarê wî de hatine amadekirin rawestiya û got ku bi biryar û fermanan doz lê tên vekirin û anî ziman ku rayeya vê dadgehê nîne wî bidarizîne û xwest dosyeya jê tê darizandin bişînin Dadgeha Amedê.

Biryara DMME’yê tê niqaşkirin

Demîrtaş destnîşan kir ku axaftinên parlamenteran ên li hundirê parlamentoyê û derveyî wê di çarçoveya berpirsiyariyê de ne û wiha domand: “Destûra Bingehîn jî dibêje seranserî jiyana vî kesî didome. Yanî kes ji ber axaftina xwe nayê darizandin. Ez dipirsim. Hûn xwedî li vê destûra bingehîn derkevin gelo? Hûn xwedî li destûra bingehîn derkevin an jî hûn ê gotinên Erdogan pêk bînin gelo? Malûm e ew kes serokê partiyekê ye ez jî hevserokê partiyekê me. Hûn ê bibin dubendiya navbera du serokên partiyan an hûn ê bi ya destûra bingehîn bikin gelo? Ez dixwazim bibînim ka em girêdayî destûra bingehîn in an na. Mafê axaftina nûnerên milet hatiye mîsogerkirin. Lê nahêlin ku em bi serbestî pirsgirêkên xelkê xwe bînin ziman û ramanên xwe bêjin. Ev ji aliyê destûra me ya bingehîn ve hatiye mîsogerkirin. Tenê ez vê dibêjim qey. Naxêr. Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê (DMME) jî vê dibêje. Ev du meh in nîqaşa ‘biryarên DMME’yê eleqedar dike yan nake’ tên kirin. Kî nîqaş dike? Serokkomar, wezîr bi kurtasî hevkarên tifaqa Cumhur vê nîqaş dikin. Nîqaşkirina li ser girêdana biryarên DMME’yê şerma herî mezin e. Wek nîqaşa ku meriv li bin kuleya Galatayê rûniştî be û nîqaşa ‘kuleya Galatayê heye yan nîne’ ye. Mijarek ku divê neyê nîqaşkirin li serê tê nîqaşkirin. Baş e çima nîqaş dikin? Tu rayedarê hikûmetê nayê ji we re nabêje ‘vî ya bikin.’ Ez bawer im heke werin jî hûn ê wan biqewirînin. Baş e çi dikin? Her roj di bernameyên televîzyonan de diaxivin û li ser we zextan dikin. Hûn ê mafê ku ji 83/1’an hatiye nasîn esas bigirin an jî hûn ê Tayyîp Erdogan, Mehmet Ûçûm an jî Suleyman Soylû esas bigirin?

 ‘Li gorî hiqûqê biryarê didin’

Demîrtaş anî ziman ku axaftinên wî li derve kiriye heman axaftinan li meclisê jî kiriye û wiha domand: “Ez mînakek bidim. Ez xwendekarên Bogazîçiyê silav dikim. Destûra Bingehîn û yasayan mafê li dar xistina çalakî û xwepêşandanan mîsoger kiriye. Duh me mudaxileya polîsan li dijî xwendekaran di televîzyonê de temaşe kir. 10 polîs mudaxileyî kesekî dikin. Yek jî bi kulman lê dixe. Wê li kesê ku vê yekê bîne ziman li min doz vekin an jî wê li wan kesên mudaxile dikin doz vekin? Daxwaza min ji we ew e ku hûn hiqûqê biparêz in. Heke hûn ceza didin min jî nadin min jî hûn wê dizanin. Lê belê xwe esas bigirin. Li dosyeyê binêrin û li gorî hiqûqê biryar bidin. Lê di bin bandora tiştek din de nemînin.”

‘Nebin hevkarê vî sûcî’

Demîrtaş biryara DMME’yê ya derbarî wî de daye bi bîr xist û wiha got: “Di biryara DMME’yê daye de xala herî negirîng berdana min e. Çimkî ew min eleqedar dike. Lê 5 xalên din 83 milyon kesî eleqedar dike. Ev biryar dibêje ku girtin ji ber sedemên siyasî pêk hatiye. Ev biryar wê di dawiya dawî de werin sepandin. Dadger û dozgerên vê biryarê tune hesibandiye sûcên giran dikin. Çimkî di vir de tê gotin ku girtin ji ber sedemên siyasî pêk hatiye. DMME behsa binpêkirinek hêsan nake. DMME dibêje ku ‘di hilbijartinan û referandûman de îktîdar ji bo xwe serwer nîşan bide, xwestiye rikberek xwe tasfiye bike.’ Dîlgirtina me tekabûlî sûcek mezin dike. Ev sûcek darbeyê ye. Dibe em hebin an jî nebin, lê belê Komara Tirkiyeyê wê bi tirkan, kurdan, elewiyan bimîne. Dixwazin we jî bikin hevkarê vî sûcî. Nebin şirîkê vî sûcî. Ji ber ku ez ji sedemên siyasî girtî me nikarim parastina xwe bikim. Divê hûn biryarek wiha bidin ‘Selahattîn Demîrtaş girtiyek siyasî ye, ji ber girtî ne neanîn danişînê.’ Derbarê min de 122 doz hatine vekirin. Ji bo fişarê li ser me bikin doz vekirine. Ez ji we dixwazim hûn tespît bikin ku ez girtiyek siyasî me bikin. Tişta hûn bikin betalkirina vê dozê ye.”

‘Ez çalakgerên greva birçîbûnê silav dikim’

Demîrtaş hêj parastina xwe didomand serokê dadgehê got ‘mijar pir belav bûye’ û xwest li ser hisûsên jê girtî ye parastina xwe bike.

Demîrtaş diyar kir ku ew siyasetmedar e û ji ber axaftinên xwe darizandî ye û wiha got: “Ez neçar im aşkera bikim. Ez ji diziyê nayêm darizandin. Em we jî diparêz in. Mesele ne meseleyek di navbera dadgeha we û Demîrtaş de ye. Ev yek meseleya Tirkiyeyê hemû ye. Herî dawî dixwazim destnîşan bikim; li girtîgehan kêşe hene. Hevalên min ên ketine greva birçîbûnê hene. Ez wan jî silav dikim.”

Piştî parastina Demîrtaş, parêzeran jî parastina miwekîlê xwe kir. Piştî beyanên parêzeran şandeya dadgehê danişînê taloqî 26’ê gulanê kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar