Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demîrtaş çalakiya Leyla Guven silav kir

Danişîna doza Selahattîn Demîrtaş berdewam dike. Di danişînê de Demîrtaş çalakiya Leyla Guven silav kir û got ku daxwazên wê rewa ne. Demîrtaş diyar kir ku li dijî wî kumpas hatiye kirin û di vê çarçoveyê de piştî 5 salan fezleke hatiye amadekirin

Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattî Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam e. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.

Di danişînê de parlamenterên HDP’ê û parêzer jî amadebûn. Di danişînê de Demîrtaş di serî de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Demîrtaş got ku çalakiya Leyla Guven hiqûqî û rewa ye. Demîrtaş diyar kir ku Guven ji bo ku mafê hevdîtinê yê bi malbat û parêzeran a Ocalan pêk bê ketiye greva birçîbûnê û wiha domand: “Ev maf, di makeqanûnê de heye.”

‘Divê meclis heyetekê bişîne gel Guven’

Demîrtaş di berdewamê de jî got ku Leyla Guven weke siyasetmedarek, seknekî bi rûmet nîşan dide û wiha pê de çû: “Ji bo demorkasî û aştiyê ketiye greva birçîbûnê. Divê TBMM bi lezgînî heyetekê ava bike û bişîne cem Guven. Daxwaza wê gelek rewa ye. Pêwîst e tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawîbibe. Bêdengiya parlamentoyê nayê qebûlkirin. Ez Guven û çalakgerên din silav dikim.”

Piştî ku Demîrtaş behsa amadekirina fezleyekên der barê wî de hatine amadekirin kir, dozger jî fezlekeya amade kiriye xwend.

Balkişand ser tifaqa AKP-MHP û CHP’ê

Demîrtaş axaftinek xwe ya di sala 2010’an de ku têkildarî welatiyên kurd ên li Dortyol a Hatayê rastî êrîşa nijadperest hatine û di dosyaya wî de cih digirin bi bîra dadgehê xist û ev tişt destnîşan kir: “Hema wisa bihesibîne ku dozger dosya baş amade nekiriye. Temam serçava. Lê baş e TBMM’yê çi kir? Gelo ji bo rakirina destnedayînê, fezleke di komîsyonê de yek bi yek hatine destgirtin? Na. Bi awayekî dijqanûnî destnedayîn rakirin. Di nava pêvajoyekê lîncê de AKP, MHP û komeke CHP’î destê hev girtin û em avêtin ber bayê daraza alîgir. Leza wan hebû.”

‘Li dijî min kumpas hat kirin’

Selahattîn Demîrtaş di berdewamê de jî got ku siyasetmedarên HDP’î bi sedemên siyasî hatine girtin û ev tişt destnîşan kir: “Daraza ku min di girtîgehê de digire, endama DAIŞ’ê Ayşenûr Încî ku bi milyonek û nîv lîre xelatê lêgerîna wê hebû, bi şertê kontrola edlî berda. Dadgehê ji bo girtina endama DAIŞ’ê rojek weke ‘binpêkirina maf’ dît. Nêzikatiya we ya li dijî wê, ev e. Lê nêzikatiya we ya li dijî min jî ev e. Hal û mesele ev e. Dema dor tê DAIŞ’iyan kontrola edlî lê dema dor tê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî dewama girtinê didin. Ê baş e bila wekî we be. Li dijî min kumpas pêk hat. Piştî 5 salan fezlekeyan amade dikin. Ev jî kumpasa hevpar a Vural Balci yê fezleke amade kiriye, Serdozgerê Komarê yê Amedê, wezîrê dadê Bekîr Bozdag ê wê demê û serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e. Hemû mesele ev e.”

Heyetê navber da danişînê û dê piştî navberê danişîn dewam bike. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar