Danişîna Doza Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de Demîrtaş çalakvanên di greva birçîbûnê de silav kirin û êrîşa li djiî dayikên girtiyan û parêzeran jî şermezar kir
Danişîna doza hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê tê girtin, li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Demîrtaş ji girtîgehê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Di danişînê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê û komeke parêzeran jî amade bûn.
Danişîn piştî tespîta nasnameyê dest pê kir û Demîrtaş parastina xwe kir. Demîrtaş bi silavkirina çalakgerên greva birçîbûnê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştî û demokrasî bi ser bikeve û bi hêz bibe û aqlîselîm û diyalog serdest bibe, grevên birçîbûnê didomin. Ez silavên xwe ji hemû hevalên xwe re dişînim. Her wiha bang li raya giştî dikim ku li dijî grevên birçîbûnê, bi hestiyar tevbigerin.”
Êrîşên li dijî dayikan şermezar kir
Di berdewamê de jî Demîrtaş bertek nîşanî êrîşa li dijî dayikên girtiyan ên li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê da û wiha domand: “Em ê qet û qet muameleya xerab û rûmet şikandinê ya li dijî dayikên me qebûl nekin. Ez êrîşa li dijî dayikan şermezar dikim. Di heman demê de ez êrîşa li dijî parêzerên ku li Enqereyê xwestin raporek pêşkêşî wezareta dadê bikin jî şermezar dikim. Her wiha li dijî parêzerên ku dosyaya min dişopînin jî mudaxeleyeke tund pêk hat. Ez vê mudaxeleyê jî şermezar dikim. Ez hevalên xwe yên parêzer silav dikim.”
Ji Demîrtaş re 142 sal ceza tê xwestin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Demîrtaş bi îdiayên ‘Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê’, ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘Pesindayîna sûc û sûcdar’ tê darizandin. Der barê Demîrtaş de heta 142 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Doza li Amedê hat vekirin jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ veguhestin Enqereyê.
Danişîna Demîrtaş a li 19’êmîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin, berdewam e. ENQERE