Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan cemaweriyê min digirin

Hevserokê berê yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ji şandeya dadgeha doza darizandina xwe re wiha got : “Ger hûn min danîn ser sînorê Yûnanîstanê jî ez dîsa nerevim. Ji bo ku ez hesap ji kesên em avêtin girtîgehê bipirsim, ezê dîsa paşve werim. Gelo hûn ji bo berjewendiyên kîjan cemaweriyê min digirin.”

Rûniştina doza sereke ya Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku bi daxwaza 142 salan tê darizandin, li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kampusa Girtîgeha Sîncan a Enqerê dest pê kir. Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS’ê beşdrî rûniştinê bû. Amîrê Îdarî yê Meclisa HDP’ê Mahmût Togrûl, parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Mensûr Işik, Kemal Pekoz û gelek parêzer danişîn şopandin.

‘Divê demildest bê berdan’

Togrûl ê HDP’î berî danişînê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt gotin: “Ji bo danişîna birêz Demîrtaş em li Sîncanê ne. Hemû delîlên di vê dozê de têkçûne û deketiye holê ku ev komploye. Divê demildest dawî li vê bêhiquqiyê were û Demîrtaş bê berdan.”

‘Darizandin li dijî hiqûqê ye’

Danişînê bi parastina Demîrtaş dest pê kir. Demîrtaş, berî dest bi parastina xwe bike, sersaxî ji malbata Parlementerê berê yê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat ê di rojên borî de jiyana xwe ji dest da re xwest. Demîrtaş piştre bal kişand ser girtiyan xwe ya demek dirêje dewam dike û wiha axivî: “Dadgeh, bi awayekê bêhiqûqî min girtî dadgeh dike. Weke ku darizandina girtî bingeh be û darizandina ne girtî îstîsnaye, dixwazin têgînekê ava bikin. Darizandina girtî, tenê di dozên siyasî de hûn esas digirin. Lê ji bo tecawîzkar, diz, kujer û endamên ewlekariyê daraz pir hesas tevdigere.”

‘Dema bê xwest daraz wiha tê rêvebirin’

Demîrtaş, di warê bêhiqûqiya di darazê de, mînaka Recep Hantaş ê li Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin da û wiha bilêv kir: “Hêj, berî çend mehan li parkeke Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve ne ji ber tiştekê hat kuştin. Zarokê wî polîsî, ji bo bavê wî bê berdan ji CÎMER’ê re nameyek şand. CÎMER’ê jî ev name ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Roja ku serdozger, vê daxwaznameyê dibîne, dixwaze ku polîsê kujer bê berdan. Dadgeh jî heman rojê, berî ku darizandin dest pê bike, wî polîsî serbest berdide. Û Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji bo ku malbatê agahdar bike li ser CÎMER’ê nivîs dinivîsîne. Ji ber vê li Tirkiyeyê weke ku tê zanîn daraz girîngiyê nade girtinê. Dema tê xwestin wiha dike.”

Demîrtaş, di dewama parastina xwe de wiha got: “Ger hûn min danîn ser sînorê Yûnanîstanê jî ez dîsa narevim û ji bo hesap ji kesên em avêtine girtîgehê bipirsim, ezê dîsa paşve werim. Hûn min weke ‘dîlgirtiyek siyasî’ di girtîgehê de digirin. Gelo hûn ji bo berjewendiyên kîjan çemaweriyê min digirin?”

Parastina Demîrtaş bi mijarên cuda dewam kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar