Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Demîrtaş: HDP’ê helwesta xwe zelal kiriye divê li gorî wê bê tevgerîn

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî hilbijartina Stenbolê li ser twîtterê peyamek parve kir. Demîrtaş da zanîn ku helwesta HDP’ê ji hêla Navenda Giştî ve hatiye destnîşankirin û divê her kes bêteredût li gorî wê biryarê tevbigere

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, têkildarî hilbijartina ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li ser twîtterê nêrînên xwe parve kirin. Demîrtaş di peyama xwe de destnîşan kir ku der barê hilbijartinê de HDP’ê jixwe helwesta xwe diyar kiriye û bang li hilbijêran kir ku li gorî biryara HDP’ê tevbigerin.

Peyamên Selahattîn Demîrtaş wiha ne:

“1 – Silav hevalno, hûn çawanin? Em baş in. Em bi berxwêderî û bi hêvî we temaşe dikin. Ji bo hilbijartina Stenbolê ku bi zordariyê tê nûkirin re demekî kin ma. Navenda Giştî ya HDP’ê jixwe helwesta xwe zelal kiribû û haya we jî jê heye. Di wê baweriyê de me ku li qadê jî xebatên pêwîst tên kirin.

2- Bawerim di vê mijarê de serê kesekî/ê tevlihev nîne û bêbiryar nînin. Li gorî min divê ev tişt tune be jî. Ji ber ku ev ne hilbijartinekî jiberê ve hatiye hilbijartî ye. Ger ku em bixwazin ji bo demokrasî, aştî, azadî, edalet û wekheviyê rêyekî vekin, helwesta HDP’ê ya ji bo hilbijartinê watedar û girîng e.

3- Em hemwelatiyên ku wekheviyê, biratî û aştiyê dixwazin in. Me hemûyan êşên mezin, zilm û neheqî dît û em di dibînin. Lê tevî vê jî me hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê tu caran winda nekirin. Em ji bo wan hêviyan têdikoşin.

4- Em dixwazin ku bi hev re jiyaneke bêşer, bêkedxwarî, adilane û demokratîk ava bikin. Ji bo vê yekê, hewldana me ew e ku hemû mirovên bi demokrasiyê bibawerin, bînin cem hev.

5- Bi hemû hilbijartinan re em hewl didin ku pêşî li pêşerojeke wiha vekin. Bêguman her tişt tenê bi hilbijartinan re naguhere. Di heman çarçoveyê de li derveyî hilbijartinan jî divê em bêwestan, bi sebir, bi înad û bi wêrekî vê têkoşînê bidomînin.

6- Mirovên hêja yên Stenbolê… Ne ji bo dijminatî û dijberiya bi hin derdoran re, ji bo kûrkirina navbera aliyên cuda yên civakê re û ne ji bo kîn, tol, nefret û şerê ji bo berjewendiyên şexsî; divê hûn ji bo pêşerojeke baş a zarokên me dengê xwe bidin.

7- Em di wê baweriyê de ne ku divê gotinên birêz Îmamoglu bê destekirin. Ji ber ku em bi hev re xweşin. Bêyî HDP’ê yan jî bi derve hiştina HDP’ê re hîç tiştek xweşik nabe. Divê hinek êdî fam bikin, ‘xweşikahiya bi zorê’ nabe. Ji wan tevan re ji dil û can silavên xwe dişînim…”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar