Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Demîrtaş: Ji ber ku cemaetê rexne dikim hin AKP’î ji min acizin

Danişîna doza hevserokê  HDP’ê yê berê Selahattîn îro jî dom kir. Di danişînê de Demîrtaş got ku dozgerên der barê wî de fezleke amade kirin, niha ji doza cemaetê girtîne. Demîrtaş diyar kir ku cemaeta ku ji wî hez nedikir, ji Bînalî Yildirim pir hez dikir. Demîrtaş destnîşan kir ku ji ber ku cemaetê rexne dike, hin AKP’î ji wî acizin

Rûniştina duyemîn a danişîna doza sereke ya hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku bi daxwaza 142 salan tê darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dewam kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bû. Wekîlên HDP’ê Mahmût Togrûl, Huseyîn Kaçmaz, Îmam Taşçier û Nûsrettîn Maçin danişîna Demîrtaş şopandin.

Danişîn bi parastina Demîrtaş dest pê kir. Demîrtaş di parastina xwe de wiha got:

“Dozgerên ku di sala 2010’an de der barê me de fezleke amade kirin, dûre ji kar hatin avêtin û girtin. Gelo dibe ku ev tesadûfek be? Personelên ewlekariyê yên têkiliya wan bi cemaetê (Cemaeta Gulan) re heye, li edliyeyê bi dozgerên ku têkiliya wan bi hevre heye re, dixebitîn. Dema ku di sala 2012’an de van li dijî me komplo çê dikirin û me jî hewl dida wan deşîfre bikin, em dibûn hedefa cemaetê.

‘Cemaetê ji Yildirim pir hez dikir’

Hem baweriya me bi serdestiya hiqûqî dihat û hem jî me didît ku cemaet çawan gav bi gav hewl dide di nava burokrasiya dewletê de cih bigire. Me ev yek bi dengekî bilind di anî ziman. Ji ber van bertekan, hin walî, midûriyetên polîsan û hin kesên nêzî cemaetê yên di parlamentoyê de yên li dijî xwe didîtin. Me dizanî ku li hemberî me bi bertekin. Wê demê cemaetê ji me hez nedikir. Lê ji kê hez dikir? Mînak; ji Bînalî Yildirim pir hez dikirin. Bînalî Yildirim ê ku der barê min de bêbextiyan dike. Bînalî Yildirim ê der barê min de dibêje ‘Ji ber ku bû sedema mirina mirovên bêguneh hate girtin’ ji dîn û îmanê derketiye. Siyasetmedarên ku derdikevin pêşberî kamerayan û der barê kesekê ku pêvajoya darizandina wî dewam dike de, bêbextiyan dikin, raste cemaetê ji wan pir hez dikir.”

‘Fezleke bi rêbaza cemaetê hatine amadekirin’

De barê axaftinên xwe yên têkildarî pêvajoyên derbeyên 12’ê Îlon û 28’ê Sibatê de jî Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Dozger di vê fezlekeyê de û di fezlekeyên duh amadekiribûn de naveroka axaftinên min berevajî kirine. Fezleke bi rêbazê cemaetê hatine amedekirin. Wê demê dozgerên cemaetê amade kirine. Îro jî dozgerên AKP’ê amade dikin. Ez dixwazim hemû raya giştî ya Tirkiyeyê vê rastiyê baş bizane. Ji ber ku bi salene cemaetê rexne dikim, hin beşên di nava AKP’ê de ji min aciz û bi bertekin.”

Danişîn, bi parastina Demîrtaş dewam dike. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar